Stêrk Mihemed/Qamişlo
Îro, bi beşdariya hemû saziyên şaredariyê yên bajar û gundên kantona Cizîrê, Yekitiya Şaredariyan a kantona Cizîrê civîna xwe ya salan e li Parka Azadî ya Qamişloyê lidarxist.
Îro, li bajarê Qamişlo Yekitiya Şaredariyan a kantona Cizîrê civîna xwe ya salan e li Parka Azadî lidarxist. Di civînê de saziyên Rêveberiya Xweser, Meclisa Cîbicîkar a kantona Cizîrê, Meclisa tendirustî, ekolojî, Aborî, Ciwan, hevserokên hemû şaredariyên Cizîrê, tevgera jin, Tev-Dem û nûnerên hin partiyan amade bûn.
Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyana tevahî Şehîdan dest pê kir.
Piştre rewşa siyasî ji aliyê endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk Cehês Hesen ve hat niraxandin, di nav de li ser rewşa herêmê, êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, peymana 10’ê Adarê, neqebûlkirina navendîbûna Sûriyê, hilweşîma Rêjîma Baas, pêngava aştiyê û gavên Tevgerê Azadiyê hatin nirxandin.
Piştî ku rewşa siyasî hat nirxandin rapora salan e ya Yekitiya Şaredariyan a kantona Cizîrê bi zimanê kurdî û erebî hat xwendin.
Armanca sereke ya vê raporê nirxandina xebatên şaredariyên li kantona Cezîrê li ser du tewerên sereke ye:
1-Demokratîkirina xizmetguzariyên giştî yên ku bi rêya şaredariyan têne pêşkêşkirin.
2-Veguherîna rêxistinî, hişmendî û sazûmanî di nav sîstema rêveberiya xwecihî ya demokratîk de.
Pêşniyarên ku ji konferansê re hatine pêşkêşkirin wiha ne:
1-Pênasekirina şaredariyê wekî ” komuna komunan”
2-Demokratîkirina Mekanîzma Çavdêriyê
3-Prensîba Wekhevî û Beşdarbûnê di Dabeşkirina Budceyê de
4-Parastina Dahata Şaredariyê ya Xweser
5-Damezrandina beşa Çand û Hunerê
6-Nasnameya Bajarî û Plansaziya Stratejîk
7-Komîteya Konferansê û Pêşnûmeya Yasaya Nû ya Şaredariyan
Çalakî û xebat:
-Berdewamiya lidarxistina civînên Encûmena Yekîtiyê
-Beşdarbûna Encûmena Yekîtiyê di hemû meş û çalakiyên Rêveberiya Xweser de
-Pêkanîna bernameyek ji bo projeyên veberhênanê ji bo şaredariyan
-Lidarxistina civînên salane li hemû şaredariyan
-Amadekirina plana projeyên veberhênanê ji bo sala 2026an bi hevrêziya encûmen û komunan
Civîn bi nîqaşa li ser raporê bi dawî bû.





