Esmihan Gedro/Reqa
Di 1’ê Kanûna 2024’an de gelê Efrîn û Şehaba rastî êriş û binpêkirinên sîstematîk ji aliyê HTŞ’ê ku di roja îro de hikumeta veguhêz yê Sûriyê ye, hatin. Îro li Reqayê di dibistana şehîd Omer Eloş de Koçberên Efrîn û Şehbaê bi daxuyaniyekê ev roj şermezar kirin.
Di kombûnê de bi dehan koçberên Efrîn û Şehbayê yên ku li kantona Reqayê dimînin, beşdar bûn. tê de wêneyên Efrîn û Şehabyê her wiha kiryarên ku hatine kirin hatin hildan. Daxuyanî ji aliyê Endamê Meclisa Dadmendiya Civakî ya li Reqayê Cumaa Kalo ve hat dayîn.

Cumaa wiha dest bi daxuyaniyê kir: “Salek di ser koçberkirina gelê Efrîn û Şehbayê re derbas bû. Di vê rojê de, salek temam derbas bû ku xelk careke din li ser hesabê gelê Sûriyê bibe qurbaniyên siyasetên navdewletî û berjewendiyên navdewletî. Tevî derbasbûna 14 salan ji kuştina Sûriyê, lê dîsa jî em dibînin ku tevî rûxandina rêjîma Sûriyê tiştek nehatiye guhertin.
Gel hêvî dikir seranserê Sûriyê ku bi rûxandina rêjîmê şa bû, lê tişta hatiye kirin berovajî wê bû. Ji bo misogerkirina vegera bi ewle ya hemû koçberan li seranserê Sûriyê. Pirsgirêka koçberan li hemû herêmên Sûriyê û li hemû bajarên Sûriyê mijarek e û nayê çareserkirin. Pirsgirêka koçberan bi çareserkirina beşek ji wê yan jî çareseriyeke takekesî nayê çareserkirin.
Lê tevî peymana 10’ê Adarê jî ku bi eşkere di kurbûna wê de vegerandina bi ewle ya hemû koçberan dihewîne, lê heta niha me tu tedbîrek rast di aktîvkirina vê bendê de nedîtiye.
Îro ji vê qadê em bang li hikûmeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser dikin ku Banga vegera koçberan bi cih bîne. Ji vê kombûnê, em careke din bang li hemû rêxistin û rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan dikin ku zextê li hikûmeta Sûriyê û hemû welatên ku destwerdana vê mijarê dikin, bi lez û bez çareser bikin.”






