Mihemed Seydi
Derdê dewleta Tirk hemû ew e ku Kurdan li Rojavayê Kurdistanê bikin hêsîrê bin destê Daiş’ê û cihadîstên û çeteyên girêdayî xwe. Lewma di hergotinên xwe de li pêşî û li dawî banga danîna çekan li QSD’ê dikin. Lê gelo Kurdan çima çek hilgirtine da ku deyînen? Ji bo xwe ji çeteyên ku dewleta Tirk di destpêka aloziya Sûriyê de ava kiribûn biparêzin, Kurdan çek rakirin û ketin nava şer. Ji Cerebrûs û Girê Sipî van koman di sêrî de Cubhet El-Nussra êrişî Kurdan kir. Paşê ji ber nekarîn, vê carê Daiş dan pêş û texmîn dikirin ew ê bi tirsa ku Musil û Reqa kontrol kirin, ew ê cihên Kurdan jî bixin destê xwe, . Berovajî hesabên wan, hêza Kurdan mezintir bû û ereb û Asur û Ermen jî xistin nava xwe û çekên wan zêdetir bûn. Îro li bakur û Rojhilatê Sûriyê hêzekin û bi hezaran girtiyên DAIŞ’ê jî di destê wan de ne. Herwiha bi hezaran malbatên van DAIŞ’iyan jî di Kampên weke Holê de ne û herkes tîne ziman ka çawa wekî bombeyeke Pîm kişandiye û kengî biteqe nexuyaye. Li aliyê din, hîne jî tevgera DAIŞ’ê li herêmên Sûriyê bi tevahî dewam dike û yên şerê wê dike, tenê QSD’ê ye ku hevkarê Koalisyona Navdewletî ye. Di van şertûmercên heyî de, ew ê çima çek werin danîn? Ya din, ger werin danîn ew ê kî van çekan rabike?
Derbarê mijara çekên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê de, di 24’ê Mijdarê de, dema şandeya Komisyona ji bo pêvajoyê diçin Îmraliyê, dîsa ji Rêber Ocalan pirsa çekdanînê dikin. Li gorî Endama şandeyê Gulistan Kilinç, Ocalan ev mijar bi avabûna sîstemeke demokratîk û hiquqî ve girêdaye û gotiye ku ger yên niha li Şamê dixwazin Şerieta Îslamî bi cih bînin, ew ê ber bi diktatoriyê ve biçin û ev jî çareseriyê çênake. Yanî, ya Ocalan dixwaze bighîne ew e ku ger sîstem hemû aliyan negre nava xwe û bibe diktatoriya bi kirasê Şerîetê, ew ê DAIŞ be û herkesî dît DAIŞ’ê li Şengalê û Kobanê çi komkujî pêk anîn.
Herwiha li ser pêvajoya ku li Tirkiyê jî dimeşe, li ser erdê tu gavên cidî heta niha ji aliyê dewletê ve nehatine avêtin. Meqsed di warê destûr û yasayan de tu guhertin tune. Herçiqasî hin alî di nava dewletê de hene ku naxwazin ev pêvajo bighêje serî û lewma mijaran bi niyeta ka belkî nebe, bi rojan dixin û dereng dihêlin, hin dengên ku hişyariyê didin da pêvajo bi lez bimeşe jî derdikevin pêş. Serokê Partiya Riya Nû Ehmed Dawutoglu di hefteya derbasbûyî de li pêşiya koma partiya xwe qale siyaseta dewletê ya derve û hin kir û bi zelalî got: “Li Rojhilata Navîn nexşe diguherin û divê Tirkiye ji bo pêvajoya çareseriyê bilezîne û pêngavên yasayî biavêje û hemû girtiyên siyasî werin berdan.” Dema em bala xwe bidin tevgerên Dawudoglu, axivtinên wî yên derbarê Dewlet Bahçelî de û serdanên wî yên li Silêmaniyê û herî dawî Dihukê, em ê bibînin ku ew wekî berdestekî Bahçelî ji bo vê mijara Kurd û Tirk li hev werin dixebite. Ku ew berê jî di dema pêvajoya danûstandinê yê 2013’an de jî wezîrê karê derve bû û wekî zilamê bi siyaseta nerm dihat naskirin.
Dawiyê de dixwazim bibêjim ku ger niyeta dewleta Tirk tecrîdkirina Kurdan ji çekên wan be, bila ji xwe re li deriyekî din bixe. Ji ber Kurd çekên xwe radestî celadên xwe nakin û heta gefa qirkirinê li ser Kurdan hebe, ew ê berovajî çekdanînê, hîne çekên xwe û hêza xwe zêdetir bikin. Lê ger rastî jî di mijara çareseriya bi Kurdan re cidî ne û dixwazin ew û Kurdan bibin hevparê welat, wekî Ehmed Dawutoglu jî gotî, bila hişyar bin û lez bikin, ji ber nexşe dugherin û Kurd ne bê alternatîvin.






