Remezan Olçen
Di dîroka milletan de cejn rojên xwedan wate û giring in. Rojên şadî û bextewariyê ne. Serketinê destnîşan dikin. Ji serdema mîtîk û mîtolojîk heta roja îro wisa ye. Hesta ku cejn bi mirovan re çêdike jî heqeten êdî ketina nav xwîna li nav tamarê me, dil û mêjiyê mirovahiyê. Beriya serdemên qewmiyetê jî cejn hebûn. Cejna biharê cejna hilanîna dan, mehsere û hwd. Bi qewmiyetê re jî cejn çêbûn. Bi dîn û baweriyan re cejn çêbûn. Cejn rengîniya mirovahiya li cîhanê ye. Erê rast e di serdema qewmiyetê de cejna qewmekê bûye şîna qewmeke din lê dîrok car bi car nîşan daye ku cejna qewmekê ji aliyê gelek qewmên din jî hatiye pîrozkirin. Mînaka vê jî jib o me Kurdan û gelên ku bi me re cîran in, 27’ê Mijdarê ye.
Min çima despêkeke wisa dirêj nivîsand, ji ber ku ez dixwazim em bi hev re hinek li 27’ê Mijdarê bifikirin. Em binêrin bê ka di nava 47 salên bihurî de 27’ê Mijdarê çi li jiyana me zêde kiriye. Êiqas nirx li me zêde kirine… Ez dixwazim em bi hev re lê bifikirin. Em lê bifikirin, ez bawer dikim ku em ê bibînin ku çima me nave vê cejnê daniye Cejna Berxwedanê. Berxwedaneke welê ku kesî bêrumet û sernetewandî nake. Berxwedaneke ku dijminê xwe jî dike ku rêz jê re bigre. Berxwedaneke ku dijminê xwe dide şerê lê bi rûmeta dijminê xwe nalîze. DIjminê xwe dike hijmekarê xwe. Berxwedana milletekî ku di oxira hebûna xwe de li cejnên mirovahiyê cejneke nû zêdekirî.
Avakar û çêkerên vê cejnê Rêber Apo, şehîdên dozê û bi milyonan welatparêzên Kurd û Kurdistanî ne. Ji qewmekî ku ji rastî û heqîqeta xwe direviya çêkirina qewmekî ku bûye hêviya hemû bindestan e. Berxwedaneke ku li rengîniya mezopotamyayê parastina hemû rengan e. Herçî em Kurd ji rengan pir hez dikin. Em pir jî ji Kesk û Sor û Zer. Cejna Berxwedanê cejna azadiya van rengan e. Cejneke keskesorî, cejneke mêrgeke hezar û yek kulîlkî ye. Ev cejna PKK’ê ye. Cejna jiyana nû ye. Cejna şikandina zincîr, qeyd û bendan e. Cejna Kurdê Azad e. 27’ê Mijdarê di dîroka Kurd û Kurdistaniyan de werçerxekê destnîşan dike. Destwerdaneke li dîrokê ye. Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz e, bila pîroz be.






