Ronahî Sadûn/Qamişlo
Komîn nirxên civakî bi awayekî herî sade û azad tîne jiyîn û diparêze, herwiha Komîn li derveyî dewletê ye, lê dewleta ku li dora 5 hezar B.Z. dest bi dagirkirina jiyana mirovan kir, armanc kir ku hebûna komînê ji holê rake. Lê Komîn civakên birêxistinkirî û demokratîk ava dikin û pêşketina civakê bi pêşkeftina komînê ve girêdayî ye.
Mirovahî di dîrokê de bi rêxistinkirina Komûnan jiyaye. Avabûna mirovahiya yekem an jî civaka yekem, li dora Komûnan şekil girt. Yekîtiya Komûnal wekî rêya herî baş derket holê ji bo dabînkirina pêdiviyên wan û misogerkirina ewlehiya wan, da ku bijîn. Ji ber mirov ne ewqas bihêz in ku di xwezayê de bi tena serê xwe bijîn. Ji ber vê yekê wan ji bo telafîkirina qelsiyên xwe serî li civakê dan.
Wateya Komûnê
Peyva “komûn” ji peyva “kom” tê ku tê wateya civak û bi hevrebûnê. Ew jiyaneke hevpar e ku mirov lê dicivin û armanceke hevpar ava dikin. Herwiha Komûn rola parastina hev, xwe birêvebirin û çareserkirina pirsgirêkên jiyanê û pirsgirêkên di civakên xwe yên herêmî de jî dilîze. Ew di heman demê de şêweya jiyanê ya herî watedar e ku tê de hestên hevpar serdest in û hest û bertekên hevpar li hember pirsgirêk û êrişan derdikevin holê. Bi gotineke din, Komûna ne tenê mekanîzmayeke parastinê li dijî êrîş û zordariyê ye, di heman demê de deriyê rastîn ê jiyaneke xweşik û watedar e.
Komûn wekî kevintirîn û bingehîntirîn şêweya civakîbûna mirovan tê pênasekirin. Civakên eşîrî yên kevnar, bi taybetî civakên dayiksalarî, şêwazek jiyana Komûnal temsîl dikin. Ev civakbûn bi qasî 30 hezar salan pêş ket û dom kir. Rastiya ku peyva “komûn” ji peyva Kurdî “kom” (berhevkirin) tê, girêdana wê bi bilindbûna çandî ya vê civakîbûnê li Mezopotamyayê nîşan dide.
Nirxên komînal hebûna mirovahiyê berdewam dikin
Di seranserê dîrokê de mirovahî di komînan de jiyaye, lê hevdîtina wê bi pergala dewletê re vedigere şeş hezar salan. Dewlet ku li dora 5 hezar B.Z. dest bi dagirkirina jiyana mirovan kir, armanc kir ku hebûna komînê ji holê rake. Komîn forma herî kombûyî ya civakîbûna mirovan, ji ber ku nirxên civakî dihewîne, gef li hebûna dewletê dixwar. Her çend dewlet aîdî hindikahiyek xweperest e ku li ser bingeha desteserkirinê ye jî, komîn hebûnek parveker e ku hemû endamên civakê dengek wan heye û berjewendiyên civakî yên kesên azad diparêze. Nakokî û pevçûna di navbera van her du hêzên dijber de di pênc-şeş hezar salên dawî de berdewam kiriye. Her çend hebûna nirxên komînê ku bi hezaran salan di bin êrişê de ne, ji holê nayên rakirin jî. Ji ber di bin êrişên sîstematîk a ji pergala hiyerarşîk de, nirxên komînal di civakê de wekî hewcehiyek ji bo hebûna mirovahiyê berdewam dikin.
Komûn li gorî ravekirina Rêber Apo
Rêber Apo Komûnê wiha rave dike: “Bi Komûnê, mebesta me komên mirovan e ku di hemû warên civakê de çalak in. Ji ber vê yekê, divê her gund li gorî şert û mercên heyî Komûnek hebe; an Komûnek e an jî komek e. Ev dikare li taxan an bajaran belav bibe. Kooperatîfek, kargehek, komeleyek an rêxistinek civaka sivîl jî dikare Komûn be. Divê demokrasiya wê jî hebe, ji ber vê yekê dikare wekî pergala Komûnal a demokratîk were binavkirin. Ew dikare di hemû warên jiyanê de, wekî perwerde, çand, huner û zanistê jî were damezrandin. Demokratîkkirina jiyana civakî û siyasî jî dikare Komûnal be.”
Bingeha komûnekê di têgeha azadiyê de ye
Azadî wekî jiyaneke ku li dora nirxên civakî yên exlaqî û polîtîk hatiye avakirin, ji her serdestiyekê azad e, tê fêmkirin. Nirxên exlaqî pabendbûna bi prensîb û zagonên azadiyê di nav civakê de nîşan didin. Bi vê pabendbûnê kesên ku di çêkirina polîtîkayê de dixebitin bersiva pêdiviyên civakê didin. Çalakiya kesên ku di komûnekê de beşdar in pir girîng e. Di dawiyê de, armanc çareserkirina pirsgirêkan û pêşkeftin e. Ji ber vê yekê pêşveçûn bi çalakiya di çêkirina polîtîkayê û rêveberiya karsaziyê de tê pêşve xistin.
Komûnên heyî ji ber xwezaya xwe ya kevneşopî têne parastin
Komûn her çend kêm bin jî, hîn jî li gundên Kurdistanê hene. Lê belê Komûnanên heyî ji ber ku bûne kevneşopî berdewam dikin. Wan ji demên berê heta niha di jiyana me ya civakî de, cîhek girtine. Komûnên heyî ji ber xwezaya xwe ya kevneşopî têne parastin. Lê belê ev Komûnan çiqas hişmendiya neteweyî, siyaset, rêxistin û zanistê dihewînin, mijara nîqaşê ye.
Pêşketina civakê bi pêşkeftina komînê ve girêdayî ye
Komûnek ku li ser nirxên civakî, bi taybetî parvekirin û bi hev re bûnê hatiye damezrandin, nirxên exlaqî û siyasî yên ku ji bo hebûna civakî girîng in, diparêze. Parastina van nirxan tê wateya parastina nirxên civakî. Ji bo ku kesek di nav civakê de bijî, pêdivî ye ku li gorî prensîb û pîvanên ku ji hêla civakê ve pêwîst têne dîtin, bijî.
Her ku ferd bêtir bi civakê ve girêdayî dibin, hesta berpirsiyariyê û hişmendiya wan di nav civakê de zêde dibe. Pêşxistina vê hesta berpirsiyariyê dihêle ku ferd bi awayekî giştî pêş bikeve. Hebûn û xwezaya komînê berhevoka hewildanên ferdan e. Her ku ferd bêtir hewl bidin û bixebitin, komîn ew qas pêş dikeve û pêşkeftina civakê bi pêşkeftina komînê ve girêdayî ye.
Komûn li derveyî dewletê ye
Komîn xwedî pileya herî bilind a cihêrengiyê ye û ji bo qadên jiyanê bi gelemperî bingehîn e. Şêweya ku hemû nirxên civakî bi awayekî herî xurt tên jiyîn, di rêxistina Komûnan de tê dîtin. Qalîteya Komûnan qalîteya nirxên civakî nîşan dide. Civak ji Komûnan pêk tê û ew nirxên civakî bi awayekî herî sade û azad têne jiyîn. Ji ber Komûn li derveyî dewletê ne. Ev taybetmendiya wan a herî girîng e. Parastin û pêşxistina nirxên civakî bi mayîna li derveyî dewletê mimkun e. Yekîneyên rêxistinî yên civakî yên ku ne beşek ji dewletê ne, ne di bin destwerdana derveyî de ne. Ev serxwebûna rastîn e. Xwedîbûna dewletekê an jî beşek ji wê ne serxwebûn e. Yek ji derewên herî mezin ên ku di dîrokê de ji mirovahiyê re hatine gotin, çîroka serxwebûna dewletê ye. Li ser rûyê erdê tu dewletek serbixwe nîne. Hemû dewlet di nav sîstema sermayeya gerdûnî de hatine organîzekirin û divê li gorî berjewendiyên vê pergalê tevbigerin. Li derveyî dewletê mayîn di heman demê de tê wateya li derveyî sermayeya gerdûnî mayînê. Ev yek hemû astengiyên li pêşiya exlaq û siyaseta civakî ji holê radike.
Ger komûn bihêz bin, civak jî xurttir dibe
Komîn ku bi helwestên hişmend û rêxistinkirî hatine avakirin û pêşxistin, yekîneyên herî piçûk ên civakê ne. Kalîteya van yekîneyan asta civakê diyar dike. Ger komûn bihêz bin, civak jî xurttir dibe. Civatek bihêz hem li hember êrişên derve berxwedêr e û hem jî astengker e. Li hember hemû êrişên dewletê an jî her avahiyek din a desthilatdariyê avahiya herî rêxistinkirî ava dike. Ji ber vê yekê, hişmendiya wê ya parastinê û îradeya wê bilind e. Civakek belavbûyî qels û bêparastin e. Lêbelê, civakek yekgirtî û rêxistinkirî zirarê li hember êrişan kêm dike.
Komîn dê bibin navenda çareserkirina pirsgirêkan
Wekî gelekî ku tîbûna azadiyê heye, Kurd ji nan û avê bêtir hewceyê avakirina komînê ne. Ji ber vê yekê divê hemû hewldan çarçoveya komînê zêde û kûrtir bikin. Komûnalîte jiyana hevpar nîşan dide û komîn form û formata vê jiyanê ye. Ew şêwazek jiyanê ye ku civak bi dilxwazî di hundurê xwe de dijî û rêxistin dike, nirxên demokratîk û exlaqî bêyî ku li ser dewletê be an jî girêdayî wê be, vedihewîne. Her komînek ku di çarçoveya hemû taybetmendiyên civakî yên hêja û erênî de pêş dikeve, dê başiya civakê bide pêşiyê û komîn dê bibin navenda çareserkirina pirsgirêkan. Ew di heman demê de rêya xilasbûnê ji kontrola hêzên serdest e ku bi hezaran salan civakê bindest kirine.
Dewlet koletî bi xwe re anî
Ji bilî komînan, rêyek din ji bo avakirina civakek demokratîk tune. Eger rizgarî û demokratîkbûn tê xwestin, avakirina komînan rasterast li ser bingeha rêxistina gel girîng e. Di dîrokê de, “avakirina dewletê” ku wekî amûrek rizgariyê tê dîtin, ji bilî koletiyê tiştekî din nayne.
Aboriya komînal
Di seranserê dîrokê de, aborî her tim bi rêbazên Komûnal hatiye birêvebirin. Aboriyek bê Komûnal bêwate ye. Ji rojên xwe yên destpêkê heta îro, civak bi rêbazên Komûnal, bi hevkarî û parvekirinê pêdiviyên xwe bi cih aniye. Lê tiştê ku kapîtalîzm îro wekî aboriyek pêşkêş dike, di rastiyê de desteserkirina aboriyê ye. Ji ber kapîtalîzm yekdestiye ku ne aborî ye, serdestiya bazarê ji bo qezencê ye. Herwiha serdestiya li ser aboriyê tê wateya hilweşandin û wêrankirina Komûnan ku civak ji bo peydakirina pêdiviyên xwe serî li wan dide. Ger civak bixwaze bijî û hebûna xwe biparêze, divê ew li ser bingeha aboriya Komûnal be.
Komîn civakên birêxistinkirî û demokratîk ava dikin
Li ser vê bingehê da ku komîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêh çalakirin, roja şemiyê bûye roja komînan taybet, ev nayê wê wateyê ku rojên din jî komîn girtîn e. Lê di vê rojê de xebatkarên Rêveberiya Xweser diçin komînan û xebatê li wir didin meşandin. Armanca wê ew e ku komîn li gorî pênase û wateya xwe di nava civakê de cih bigre. Ji ber ku çareseriyên civakê çi kesayetî, çi malbatî û çi jî giştî be di rêya komînan de dikare were çareserkirin. Di heman demê de dema mefhûmê komînan were rûniştandin dê bi xwe re civakeke rêxistinkirî û demokratîk ava bike.






