Ahmet Aktaş
Piştî 50’î salî, ‘mala xwedê ava be’, li himber Rêber APO guhdarek/muxetebek fermî, ji aliyê Dewleta Tirk ve derket holê.
Di 24’ê Mijdara 2025an de, şandeyek 3 kesî, ji Komisyona Pêvajoyê ya ku ji aliyê Meclisa Mezina Miletê Tirkiyê(TBMM) ve, ji bo çareseriya pirsgrêka Kurd hatibû damezrandin, çû seredana Rêber APO.
Ev şande, (ji her partiyê 1) ji endamên Partiya DEMê, AKPê û MHPê ve pêkhat.
AKP û MHP, partiyên Hevbendiya Cumhur ên desthilatiyê ne. Ji bilî DEMê ti partiyên dijber(mixalif) endam nedan şandeyê.
Heta demjimêren dawî jî, bendewarî hebû ku wê CHPê, endamekî bide şandeyê, lê nedan.
Hema li pey wan Koma YENI YOL ku ji PARTIYA SAADET-DEVA-GELECEK pêktê jî, endam nedan şandeyê.
Lê, van partiyên ku endam nedan şandayê, wisa diyar kirin ku wê xwe paşve nekişînin ji Komisyona Pêvajoyê.
Li ser biryara nexêrê ya CHPê tê gotin: Biryarek gelek şaş dan û wê ji vê biryara xwe gelek ziyanê bibîne, hema yekser wê ji wê asta Partiya Yekê werin xwarê, jiber ku bi giranî Kurd û dostên Kurdan, wê dengên xwe yên danê CHPê, bi paşve bikişînin û hwd!
Li aliyê din, ew rexneyên ku li Partiya DEMê dikirin û digotin, “DEM Partî, hat lîstoka Receb Erdogan û wê wî bikin Serokkomar”, lê mixabin vê carê ew bixwe ketin kemîna Receb Erdogan, bi vê hilwesta neyînî wan xizmetek mezîn pêşkêşî AKPê kirin û ew hatin xapandin, ne Partiya DEM ê!
Partiya DEMê, li ser rêya xwe RÊYA SISYAN dimeşin û wê her wisa jî dewam bikin.
Em vegerin ser encam û şîroveya şandina vê Şandeyê.
Hema di serî de mirov dikare bêje “ev pêngavek pir giring e, dîrokî û hêja ye”, jiber cara yekê ye ku di siyaseta dewletê de li ser doza Kurdan, di asta herî bilind de weke muxeteb û fermî gavek hatiye avêtin.
Jixwe Rêber APO, ji mêjve digot; “ez li muxetebekî digerim”, hat dîtin.
Ev, ne komite an komisyonek ji rêzê ye, belê ji aliyê sazûmana herî bilind a afrênera siyaseta dewletê Parlemenê hatiye damezrandin û serokatiya wê jî, Serokê Parlemenê Numan Kurtulmuş dike.
Her wiha ji bilî çend partiyên biçîk ên nijadperest, hemû partiyên desthilatê û partiyên dijber(ên opozisyonê) beşdarî vê Komisyona Pêvajoyê bûne.
Di vê pêvajoyê de, dibe ku mijara herî giring jî ev be: Yê ev pêvajo dane despêkirin û di meşandina wê de jî pêşkêşiyê dikin, dû hêzên sereke yên ev şerê pêncî salî didin meşandin Rêberê Damezrêner ê PKKê Abdullah Ocalan e û Serokê MHPê Devlet Bahçelî ye.
Hema mirov kurt kurmancî dikarê bêje, êdî ev pêvajo, ji qonaxa yekê derbasî qonaxa duda bûye û êdî ne bi tinê rewa ye, belê him rewa ye(meşrû ye) him fermî ye.
Em careke din sedemê wê dubarê bikin; him aliyên sereke yên vê pêvajoyê li hev kirine, him ji aliyê saziya herî bilind a dewletê ve hatiye pejirandin û erê kirin.
Êdî hêz an kesên bixwazin vê pêngavê hilweşînin an proveke bikin, dibe ku ew bi xwe hilweşin. Lewma divê her alî êdî lingê xwe bi pîvan bavêjin!






