Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Serdana Koşka Spî ne serkeftinek bû, lê beşek ji Peymana Ibrahîmî ye’

30/11/2025
in ROJEV
A A
‘Serdana Koşka Spî ne serkeftinek bû, lê beşek ji Peymana Ibrahîmî ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa/Qamişlo

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiye Demokrat PYD’ê Welîd Dîngilî da zanîn ku hêzên global ji bo guhartina nexşe û pêkanîna pilanên xwe, pêwîstiya wan bi amadekirina Ahmed El-Şeri heye û got, “Yekem serokê Sûriyê li Koşka Spî rûdine, ne serkeftine, pêkanîna beşek ji Tifaqa Îbrahîmî ye.”

Ji kujer û terorîstekî ku li ser destê El-Qayîde mezin bûye, di roj û şevekê de bû berpirsyarê welatekî. Bi nêzîkbûna temambûna salekê li ser hatina hikumeta veguhên û serweriya Ehmed El-Şeri(Colanî) li Sûriyê. Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Welîd Dîngilî bersiva pirsên Rojnameya me dan û hevpeyvîn wiha bû.

Piştî rûxîna rêjîma Bass, HTŞ’ê hat li ser desthilatdariya Sûriyê û bi awayekî yek alî bêyî tevlîbûna pêkhateyên Sûriyê hikumet ragihand, piştre li du hev komkujî li berava Sûriyê  û Siwêdayê pêk anîn û heta vê kêliyê jî di kiryarên xwe de berdewam e. Hûn vê siyaseta hikumeta Sûriyê ya ku xwe dispêre inkarkirin û qirkirina gelan çawa dinirxînin?

Piştî rûxandina Rêjîma Baas a Sûriyê û hatine hikumeta veguhêz bi serpereştiya Ehmed El-Şeri, hikumetekî netewperest ku berdewamiya hikumeta Baas dike dest pê bû. Helbet dewlet-netew jî înkar û qirkirina netewên din dimeşîne, ji ber ku zihniyta dewlet-netew xwe bi tenê dibîne. Her wiha yên ku muxalîf derdikevin, ew rastî qirkirina îdeolojîk, fîzîkî û cenosaydê tên.

Helbet hikumeta veguhêz jî tu guhertin nexistin xeta Rêjîma Baas, li ser wê xetê desthilatdariya xwe da meşandin. Tenê tişta ku hatiye guhertin ji malbata Baas bû malbata El-Şeri. Siyaseta ku di hundir Sûriyê de dimeşîne weke siyaseta Baas e û jê tujtir e. ji ber di komkujiyên ku pêkanîne de, di tu serdeman û bi taybet di serdema heyî de nayê qebûlkirin. Ev yek tam dişibe ew ceng û şerên Ereban yên serdemên navîn ku çawa bajar fetih dikirin. Ew zihniyet niha careke din tê pikaranîn ûû bêyî ku eniya wan xwîdan bide zarok, jin û gel di qetlîaman re derbas kirin. Ev yek jî di bin çavên raya giştî, kesên ku dibêjin em demokart û mavê mirovan diparêzin de hate kirin. Ev kiryar, komkujî û piratîkên hikumeta heyî  werin cezakirin û hesab bê xwestin.

Tevî ku Ahmed El-şeri(Colanî) salên dirêj di nava DAIŞ û Al-Qayidê de maye û navê wî li ser lîsteya terorê ya meclisa ewlehiya navdewletî hebû, lê herî dawî ew wekî serokê welatekî ji aliyê DYA ve hat vexwendin û li Koşka Spî bi Trump re hevdîtin kir. Tu vê siyaseta ku Amêrka û dewletên rojavayî ku li Sûriyê didin meşand çawa dinirxînî, demikî ye an stratêjîke û armanc  jê çi ye?

Em dizanin ku Ehmed El-Şeri ji ku hatiye û îdeolojiya xwe ji ku wegirtiye. Ev kes ji torabora MÎT’ê hatiye, ji fikra Eymen El-Zawahêrî, Usama Bin Ladên û fikrekî Îsalamî ya tund ji rastiya Îslamê dur e, hatiye. Ji ber Îslama demokratîk ne wisa ye. Ev kes derçûya van kes û zihniyeta ye, yek ji kesên ku ji dibistana Usama Bin Ladên derketine ye. Helbet ev kesên ku di Efganistan û Rojhilata Navîn de li hember siyaseta Emerîka şer dikirin, ev kes ketin nav lîsteya terorê ya cîhanê. Lê xuyaya ku kesayeta Ehmed El-Şeri hinek cuda bû. Piştî ku ferza Colanî hat çêkirin ku li cografiya Îraq û Sûriyê oparasyon terorîst û kiryaran bike, ev kes kete hedefa istixbarata cîhanî û karekterê wî hat qebûlkirin. Herwiha li Îraqê kete hepsê. Li gor ku tê gotin ku ev kesayet ji aliyê istixbarata Giladiyo, Israyîl, Birêtaniya û hwd ve baş hatiye perwerde kirine da ku rola xwe di Buhara Ereban de bilîze yê ku wan daye avakirin da ku Rojhilata Navîn biguherînin.

Hêzên global di guhartina nexşe û pilanên xwe de pêwîstiya wan bi amadekirina van kesan heye. Yek ji wan jî kesayeta Ehmed El-Şeri bû ku ji bo Rêjîma Esed hatibû amadekirin. Di heman demê de ev kes xistibûn lîsteya terorê ku ji bo Emerîka gereke û 15 hezar dolar ji bo girtina wî weke muqabil diyar kirin. Dema em bala xwe didinê bi ketina Rêjîma Baas re, bê şerkirin, bê xwîdan dayîn ev kes hat û bû serokê desthilatdariya Sûriyê. Ev bûyer ne ji ber xwe ve diqewimin. Ev tişt ji aliyê hêzên netew-dewlet ve saz kirî ne. Ji bilî vê rûxmî ku Emerîka serê wî dixwast, lê belê li Erebistana Siudiyê li hev rûniştin. Yên ku ev hevdîtin lihevanîn jî, Mihemed Bin Selman û Erdogan ku bûn navbeynkar ji Colanî re. Piştî hevdîtinên bi Erdogan re jî, em dibînin ku li Koşka Sipî Ehmed El-Şeri û Troump li hev dicivin. Di dîroka Sûriyê de cara yekemîne serokek ji Sûriyê diçe li Koşka Sipî rûdine. Ev yek ji bo gelê Sûriyê weke serkeftinekê hat dîtin, lê di rastiyê de ev ji bo pêkanîna beşekê ji Itifaqa Ibrahîmî ye.

Piştî serdana Ehmed El-şeri ji Waşingtonê re, hat xuyakirin dosiya Sûriyê bi giranî ket bi destê DYA, wê ev yek çi guhertinê li ser destwerdana Tirkiyê di Sûriyê de bike û ihtîmal heye ku Tirkiyê siyaseta xwe bugherîn?

Piştî ziyareta Ehmed El-Şeri ji Waşingtonê re, dosya Sûriyê êdî bi destê Ermerîka ket. Ev jî guhertinên gelek mezin wê bike hundir Sûriyê û wê ji destwerdanên herêmî yên ji Sûriyê re bendekê çêbike. Lê ev yek wê çawa bibe girîng e. Helbet em dizanin ku Emerîka, Rûsiya û Israyîl li ser vê yekê lihevin. Di 24’ê Hizêrana 2019’an de ev her sê dewlet li Til Evîv rûniştin û şeklê Sûriyê bi şêwazekî stratejîk nîqaş kirin, yani wê stratejiya Ekerîka, Rûsiya û Israyîl di herêmê de çawa be, diyarkirin. Ji wê demê de ev pilansazî hatiye danîn, tenê rola demê hebû ku hinekî bisekine û ew xwarina tê amadekirin bi agirekî herî nerm çêbibe. Ya din di heyva Kanûna 2024’an re derket dema ku çira kesk ji Cebhet El-Nusra re pêxistin da ku êrişî Rêjîma Baas bike..

Xeteriya Tirkiyê li ser Rojhilata Navîn ne kêmtirî xeteriya Îranê ye. Tirk jî dibêjin ev herêm ya mine, ev bawerî û eqîdeya di serî Trikiyê de ji Îranê ne kêmtire. Ji ber vê stratejiya Israyîlê û ya Rojavayî wisa lî dinêrin, Tirkiyê jî êdî hêdî hêdî gavan paş de diavêje. Mînak; Di Lîbiya, Misir, Somal, Ezerbeycan û Sûriyê de bi bin ket her wiha wê di Qubrisê de jî bi bin bikeve. Êdê Tirkiyê wê bikeve hundir sînorên xwe, eger hidudên wî di aştiyê de jê re hêştin. Xeteriya Tirkiyê di asta giştî de ji xeteriya Îranê mezintire, çiqas bombekirin û teqînên ku Ewropa û cîhanê de hatine kirin, destê Tirkiyê tê de hebû. Tirkiyê her Ewropa tehdîd dikir ku ez ê we di penaberan de bixeniqînim, rûxmî ku Ewropa her alîkarî jê re dikir. Dîsa jî Tirkiyê rihet nesekinî li Belcîka, Firansa û li Almaniya kesayet tesfiye kirin û teqîn pêk anîn. Ev hemû jî hatine belgekirin ku dewletên navneteweyê ev dosya ji Tirkan re hilanîne û dema xwe bê wê jê re vekin.

Ji bilî vê dewleta Tirkiyê desrdirêjiyeke mezin li Îraqê dike ku di bin navê Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê li wir heye û şerê wan dike. Her wiha dest avêtiye tevahî Bakurê Sûriyê ku ev komkujiyên li Berava Sûriyê û Siwêdayê pêk hatine di bingeh de bi biryara Tirkiyê hatine kirin. Di heman demê de dagirkirina Serêkaniyê, Girê Sipî û Efrîn ku heyanî niha dest jê bernade. Ev pratîk siyaseta Tirkiyê eşkere dikin û wê helbet hêzên hegemon wê hed ji Tirkiyê re dîne. Guhertinên di Rojhilata Navîn de tên kirin, wê derbasî Tirkiyê jî bibin. Li gor vê demildest Tirkiyê siyaseta xwe biguherîne, ev siyaset nema dibe stratejîk û hebûna wê naparêze. Li gor me divê Tirkiyê xwe biguherîne ger neyê guhertin, wê li ber lehiya Israyîlê here.

Eger hikumeta veguhêz a Sûriyê di kiryarên xwe de berdewam be û gelên herêmê paşguh bihêle, wê rewşa Sûriyê ber bi ku ve biçe?

Belê; Eger Hikumeta Veguhêz di va siyaset û rewşa xwe ya heyî de dom bike û li xwesteka van pêkhateyan venegere, tekez wê ber bi perçebûn û şerekî navxweyî ve biherike. Şerê Sûnî, Elewî û Şîa her wiha di navbera Kurd û Suniyan de wê pêk were. Niha ev gel li ser burkanekê jiyan dike ka wê kengî ev burkan biteqe ne diyar e. Ji bo çareserkirin û xwe guhertinê divê hikumeta veguhêz demildest destûra xwe ya heyî biguherîne. Ger destur nede guhertin ev gel tu carî van kiryaran qebûl nake, miletekî ku bi sed hezaran şehî, windahî û koçberî jiyankiriye da ku azadiyê bibîne. Mînak; Me gelê Kurd li hember hemû komên çete, cîhadîst û DAIŞ’ê şer kir û nêzî 15 hezaran şehîd û bi qasî wan birîndarî dan, ji ber Kurd wê qebûl nekin weke ku Şeri dixwaze jiyan bikin, û em ê qebûl nekin ku li gor siyaseta hegomoniyê çawa dixwaze jiyan bikin. Lê di heman demê de destê me yên aştiyê û lihevkirinê dirêje. Eger guh nedin daxwaz û nêrînên me yên ji bo çareseriyê ku em jî dixwazin bi dewletê re gavên demokratîk û yên ewlehiya mayînde biavêjin. Dema hikumeta veguhêz gunh neda nêrîn û daxwazên Kurd, Elewî, Durzî, xiristiyan û heta Suniyan; Ev hikumet nikare jiyan bike, tevî ku hemû dewletên cîhanê yên weke Emerîka, Birêtaniya, Îsrayîl..hwd li pişt wê jî bisekinin ema ev gel wê qebûl neke. Kurd wê careke din qebûl nekin vegerin 2011’an.

Ev guhertin tenê bi guhertina destûrî, avakirina dewletekî nenavendî ku mafê hemû pêkhateyan bê parastin, dengê azadiyê û parastina mafan hebe. Wisa be hikumeta nû dikare di asta herêmî, navnetewî û navxweyî de bê qebûlkirin. qebûlkirina navxweyî gelek girîng e, 60 salî hikumeta Baas li ser desthilatdariyê bû, lê di navxweyî de nehatibû qebûlkirin ku tu carî ev gel jê nerazî bû û wa çû çopxaneya dîrokê, ger ev hikumeta jî wisa bike wê dawiya wê jî wiha be.

Ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk û pirreng, ji gelên Sûriyê û civaka navneteweyî çi tê xwestin?

Tişta ku ji gelê Sûriyê û civaka navnetewî tê xwestin ew e ku em bifirkin em ê çawa Sûriyê ji nû de avabikin e. Reseniya Kurd, Suryan, Ereb, Turkmen, Kildan, Xiristiyan û hew din li vir hebû û jiyankirine. Ji xêr û bêrên vî welatî xwarine, vexwarine û têra her kesî kiriye. Ger em vegerin dîroka Sûriyê Dolaba yekemîn li Til Xelef çê bû, Nota yekemîn di hundir Ogarêt li Rais El-Şemra çêbû. Cografiya Sûriyê cografiyeke şaristanî ye ku tê de şer jî bûye, aştî jî bûye, li hev kirine û jiyan jî kirine. Di vir de Mîtanî û Huriyan jiyankirin ku bi awayekî bê navendî jiyan afirandine.

Ez bang li hemû afrîner û xwedîderketinên li dîroka Sûriyê bi hemû netew û pêkhateyên wê dikim ku bi aqil bifikirin. Ger stratejiya me ne bi aqil, biratiya gelan û demokrasî be, em ê li hember lehiya hegomoniyê winda bikin, li hember itîfaqên ku tê kirin em ê winda bikin. stratejiya me jî divê projeya Neteweya Demokratîk pêk were, ji ber tenê vê projeyê hebûna mirovahiyê li hember zihniyeta hegomoniyê parastiye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.