Idrîs Henan
Propaganda şêwazek ragihandinê ye ku ne tenê agahiyên ber dest, lê gelek caran agahiyên hilbijartî dide rûniştandin ku bi hêsanî rûyê ferd û civakê ber bi rêyeke berê hatiye diyarkirin dizivirîne. Ango agahî û armanca wê ji hev tên veşartin û ji nû ve li gorî armacek berê destnîşankirî tê vesazkirin.
Propaganda jî him pozîtîf û him negatîf dibe. Yanê dikare bikeve xizmeta berjewendiyên bilind ên gel û netewan, him jî dikare bikeve xizmeta elîteke çewsîner. Dikare mesaj giştî ji bo hemû kesan be, dikare dijberî hinek fikrên ku propaganda dixwaze li dijî wan derkeve û weke xerab werin hesibandin û jê were tirsandin. Di encamê de her aliyek li gorî berjewendiya xwe bi kar tîne. Desthilatên li ser şopa Hîtleran hewl didin raya giştî kontrol bikin û fikirîna civakê destser bikin, agahiyan berovajî bikin û biçewsînin. Vê yekê jî bi rêya Tv, Radyo, Rojname, Sînama, Pirtûk û îroj Internêtê dikin ku sûc, komkujî, qirkirin û holokostên tên kirin rewa bikin.
Nexşeya têkîliya ku navbera jêderê û raya giştî de ava dibe, taybetiya mesajê û armancên propaganda diyar dike. Bi gotinek din; dixwaze mesaj siyasî, civakî, aborî, şexsî be yan jî dixwaze reklam be, di hedef de guhertina baweriyê, şêwazê wê û rêya hilbijartî nîşan dike. Lew re jî xîtabên nefret û sorkirinê li ser van bingehan tên veavakirin û pêkhateyên etnîk û olî tînin rûbirûyî hev. Yanê li gorî wê armancê gel hatiye sorkirin û çiqarên desthilatê yên rasteqîn hatine nixumandin.
Eger armaca propaganda motîvekirina pozîtîf be ku civakê li dijî xeteriyan amade bike û xebata hebûnê bilin bike, wê çaxê erênî dibe. Lê eger ji bo berjewendiya kesan be, wê çaxê berovajîkirin û xapandina mezin e ku paşperdeya wê qirkirina otorîteyê veşartiye.
Ji ber van xisûsên metirsîdar divê mirov çavkaniyên xwe yên agahiyê zêde û cuda bike, dîsa divê agahiyan kontrol bike û bi pê keve ka yê belav dike kî ye? ji bo çi ye? da ku karibe mesajê bixwîne û berê wê yê rasteqîn nas bike. Têgihaştinek bi vî rengî, asoyên nirxandin û şîroveyê li gel mirov û civakê firehtir dike ku sûd û ziyanê bi hêsanê ji hev derdixe. Mekanîzm û amûrê ku mesaj pê tê şandin werin naskirin, sûd û zirarên propagandayê jî tên zanîn.
Di encamê de, em di demekê de ne ku ragihandina klasîk û dîjîtal bûne amûreke nevendî ya şerê siyasî û derûnî. Da ku aqilê giştî li gorî xwe bidin avakirin, rastiyê berovajî bikin, destkeftiyên siyasî, leşkerî, aborî û otorîteyê qezenc bikin, bi awayê Hîtlerwarî hemleyên nefret, sorkirin û berovajîkirinê weke gerdişekê hatine roja me ya îro. Lew re jî em dibînin ku îro li qadeke weke ya Sûriyê, şîdet, tundrewî, teror û dijatî heye ku piştevaniyê dide kuştin û komkujiyan. Zarokan tên bikaranîn û dijwarî nav wan de belav dibe. Ji telîfonê bigire heya malperên tevna civakî were, bi navê ol û netewperestiyê, bi rêya film û rêzefîlmên biyanî, lîzkên tund ên dîjîtal, pêşerojeke ferazî ya xapînok ava dikin û ferdên civakê dehfî Holokostên nû dikin. Bi vî awayî jî beşên civakê dûrî misyona bingehîn dixin, bê erk dihêlin, paşguh dikin ku zemîna belavkirina fikrên jirêderketî, biyanî û yên tundrew bi rêk û pêk tê avakirin.
Bê guman bi çend gotinan ev mijar nayê vegotin, lê tişta girîng ew e mirov tê bigihêja ku parçebûn û aloziya li Sûriyê û herêmê tên jiyîn, ji ber nebûna ragihandinek azad ê pîşeyî ye ku rê li ber belavbûna xîtabên neferet û sorkirinê bigire û roleke navendî di têkoşîna li dijî propagandayên reş ên negetîf de bilîze ku ji gotinê wêdetir, bi realîteya gelên Sûriyê ya demokratîk û pirrengî re bibe yek û pêşengtiya pêkvejiyanê bike.






