Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Ciwan dikarin ji yekîtiya netewî re bibin pêşeng’

30/11/2025
in ROJEV
A A
‘Ciwan dikarin ji yekîtiya netewî re bibin pêşeng’
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa

Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Demê Rêzan Kaginarslan da zanîn ku heger ciwan pêşengiya rast ji rewşa heyî re bikin, dikarin ji Yekîtiya Netewî re bibin pêşeng, destkeftiyên hêzên modernîteya demokratîk biparêzin û bi rêxistinbûna xwe bighêjin sosyalîzma demokratîk.

Ciwanên Meclisa Partiya Demê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê banga ciwanên Kurd li çar perçeyên Kuridstanê kirin ku tevlî wan bibin û ber bi Îmraliyê ve herin. Derbarê vê yekê de Endamê Meclisa Partiya Demê Rêzan Kaginarslan besiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû.

We banga hemû ciwanên Kurdistanê kir ji bo ber bi Îmraliyê ve herin, gelo hûn dikarin zêdetir ji me re behsa naveroka vê bangê bikin, wê çawa birêve here, heyanî niha ciwanên ku tevlî vê bangê bûne û her wiha armanca we?

Di destpêka vê bangê de me bi taybet banga ciwanên Başûrê Kurdistanê kir ku werin li Bakurê Kurdistanê û ji wezareta dadê ya dewleya Tirk re daxwaznameya hevdîtinê yê bi Rêber Abdullah Ocalan re bikin. Ji berk u di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, Rêber Ocalan xwedî rolekî mezin û muxatebê sereke ye. li ser vê bingehê me xwest girêdayî vê pêvajoyê fikr û ramanên Rêber Apo li çar aliyên Kurdistanê bi taybet di van ciwanan de, belav bibin. Bi taybet di vê pêvajoyê de ku çar perçeyên Kurdistabê rola xwe bilîzin, helbet pêşengên wê perçeyan ciwan in. Di vê çarçoveyê de me banga pêşengên ciwanên Başûr kir û gelek ciwan hatin ku daxwaza hevdîtina wezareta dadê kirin.

Em vê yekê ewqas girîng dibînin ku ji ber di dîrokî serhildanên Kurdan yên berê de her tim li ser sêdarê serhildan hatine bidawîkirin. Lê vê carê çansê me cuda ye ku wê ev têkoşîn li ser maseyê bi encam bibe. Bê guman ne tenê ji bo Bakurê Kurdistanê, ji bo hemû Kurdisatnê ye. divê Ciwanên Kurd xwedî li Rêbertiyê derkevin ku yekem car têkoşîna hatiye destpêkirin li ser maseyên siyasetê bi encam dibe. Her wiha em bale bikşînin ser girîngiya nirxadinên Rêbertî yên li ser jin û ciwanan û xebatê ciwanên partiyê Demê. Me di nav çar rojan de bi hev re li ser nirxandinên Rêber Ocalan û yekîtiyê nîqaş kir. Şandeya me li Mêrdînê tevlî panela Avakirina Yekîtiya Netewî de rola Başûrê Kurdistanê bû. Ev bang weke pirekê di navber ciwanên Kuridstanê de ye. Em daxwaz dikin ku hemû ciwanên Kurdistanê tevlî vê bangê bibin û rasterast bi Rêber Apo re bimînin.

Li kêlek xebatê ku aliyên kurd û komîsyona ku hatiye avakirin li Bakurê Kurdistanê, gelo xebatê ciwanên Kurd hat birêvebirin. Di encamdana pêvajoyê de çiqas bû bersiv?

Bi pêvajoyê re me jî dest bi rêxistinbûyîna xwe kir, bi meşa Amarayê me dest pê kir. Di asta raman, bîrdozî û çalakî de em ji vê pêvajoyê re bibin besiv. Şandeyek me ji bo xebatên dîplomatîk ji bo avakirina yekîtiya netewî hate avakirin. Şandeyek ji ciwanên Ewropayê ji bo daxwaza hevdîtinê hetibûn. Ciwanên Bakur derfetên heyî ji bo birêxistikirinê bikar tîne, em hewil didin bibin bersiv, gel û ciwan dikarin bi rihetî nêzî pêvajoyê û ramanên Rêber Apo. Li bajarên Tirkiyê ciwan diherikin, xwe dighînin me û daxwaza cihgirtin û rêxistin kirinê dikin. Di heman demê de ji bo rêxistina civakê jî di komîn, meclis û koparatîvan de xebatên me yên çandî didomin.

Di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de yekbûna ciwanan çiqas girînge û hûn çawa dinirxînin?

Helbet yekîtiya gelê Kurd di pêvajoya şerê cîhanê yê sêyemîn de girîng e, weke Rêber Apo pênase dike di şerê cîhanê yê sêemîn de ku navenda wê Rojhilata Navîn e, divê hêzên modernîte demokratîk, destkeftiyên xwe biparêzin. Em jî weke gelê Kurd û Tevgera Azadiyê divê ev hêz were rêxstinkirin. Rêber Apo dibêje “Sosyalîzim civakbûyîne, civakbûyîn jî bi rêxistinbûnê pêkan e” . Ji bow ê jî divê hemû gelê Kurd di vê serdemê de xwe birêxitin bikin, vê şêwazê rêxistinkirinê dikarin bibin Kongreyekî Navndtewî. Di vê yekîtiyê de rola ciwanan,  hişmendî û nûbûna wan  gelek girîng e. Ji bo wê em dibêjin hesabên berê yên ku mane dikarin pêşiya pêvajoyê bibin asteng lê hêza ciwanan dikare bibe bersiv. Heger Ciwan pêşengiya rast ji rewşa heyî re bikin, dikarin ji yekîtiya Netewî re bibin pêşeng, di şerê cîhanê yê sêyemîn de destkeftiyên hêzên modernîteya demokratîk biparêzin û bi rêxistinbûna xwe ya netewî dikarin bighêjin sosyalîzma demokratîk.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.