Bêrîtan Xalid
‘Kujerê Civakî yê Kastîk’. Koka peyva “kastîk” bi yûnanî ye û tê wateya “wêranker, yê tune dike, yê ji hundir ve dirizîne”, yanî “kujerê wêranker”.Têgeha ku Rêber Apo di pêvajoya derbasbûyî de bi me re parve kir, rastiya qirkirinê ya ku jin bi hezaran sal in pê re rû bi rû dimînin, bi rengê herî şênber vegotiye. Kujerê Kastîk komunalîteya bi pêşengiya jin-dayikê hate avakirin, nirxên wê yên civakî û sîstema wê ya jiyanê bi zordariyê tine kir û li şûna wê sîstemeke bi serweriya mêr, desthilatdarîperest û zordar a dewletê ava kir. Ev sîstema li dijî civakê ji ber ku hîn jî dewam dike, qirkirina jinê giran bûye.
Ev yek bi rê û rêbazên cuda tê kirin. Ji aliyekî ve bi îdeolojiya zayendîperestiyê dijminatiya li ser jinê û di nava tevahiya civakê tê belavkirin û tundiya psîkolojîk, fîzîkî û zayendî ya li jinê tê berfirehkirin. Li aliyê din jî bi şerê ku ji aliyê hegemonya kapîtalîst ve têne zedekirin zemîna qirkirina jinê tê xurtkirin. Em vê rastiyê di vê serdemê de li gelek deverên weke Sûriye û Sûdanê bi şênberî dibînin.
Heta ku çanda destavêtinê ji holê neyê rakirin; li qadên felsefe, zanistî, estetîk, exlaqî û olî heqîqeta civakî dernakeve holê.
Tundiya mêr-dewletê jî yek ji şêweyê herî sîstematîk ê şîdetê ye ku li qadên jiyanê yên jinan belav bûye.
Ev şîdet, ku bi rêya qanûnên dewletê, hêzên ewlehiyê, dadgehan û medyayê tê kirin.Armanc dike ku beden, ked û dengê jinan kontrol bike. Ev serdestiya domdar a mêr-serdest, li kolanan, li malê, li kar û di girtîgehan de, mafê jiyanê yê jinan hedef digire.
Rêber Apo dibêje ku; jin divê li cihê ku lê winda kirine, lê bigerin.Ger mirov vê gotinê lêkolîn û şirove bike, dê bighêje koka pirsgirêkê ya sereke ku di vê wateyê de jinan çawa .Jinên ku di hemu serdemên dîrokê de bi tundiyê re rû bi rû man li warên ku heqîqeta xwe winda kirine, şoreşa vejînê destpê kirin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinan bi şoreşeke civakî, bîrdozî û siyasî rê li ber serdemeke nû ya têkoşînê vekirin. Di sala 2025’an de ji qada civakî, heyanî xweparastinê û siyasetê ev têkoşîna jinan gihîşt lutkeyê.
Daneyên ku ketine ber destê me jî nîşan didin ku ji bo guhertin û veguhertina hişmendiya mêr pêdivî bi têkoşînekê bihêztir heye.
Di serdema me ya kapîtalîst de hêzên ku hebûna xwe li ser tunekirina jinê bihêz dikin, li hember têkoşîna jinan ketine rewşa xweparastinê.Her tim êrîşên cur be cur li hember jinan bipêş xistine. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî jin, bûn hedefa tundiya hişmendiya netew-dewlet a Tirkiyê û çeteyên wê. Dewleta Tirk ku gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir kiriye, bi deh hezaran jin neçar man ji cih û warên xwe koçber bibin.Ger em bala xwe bidin dirêjahiya salê ya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, mirov dikare bi teqezî bêje; Jinan bi baweriya parastina jiyana xwe ya ji her cûre tundûtujiyê, li dijî êrîşên netew-dewlet berxwedaneke bê hempa nîşan dan.
Ev sekin û helwesta jinan jî herî zêde di pêvajoya berxwedana bendava Tişrînê de xwe da der. Jinan bi felsefeya ‘Em ji mirinê mezintir in’ şoreş û destkeftiyên xwe parastin.






