Ayşa Silêman/ Dêrik
Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê li bajarê Dêrikê ji bo bîranîna şehadeta şehîd Şîlan û hevalên wê çalakiyek li darxistin.
Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê li bajarê Dêrikê li navenda çand û hunera Dicle ji bo bîranîna şehadeta şehîd Şîlan û hevalên wê çalakiyek li darxistin. Di çalakiyê de hemû endamên Saziyên Rêveberiya Xweser û malbatên şehîdan hazir bibûn.
Di destpêka çalakiyê de hemû beşdarvan xuleyek bêdeng li ser giyanê şehîdan rawestiyan, paşê sinîvîzyonek li ser xebat û keda ku Şehîd Şîlan dayî ji haziran re hat pêşkêş kirin.

Her wiha li ser navê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê Gulîstan Osman axivî û wiha got: “Di 22 saliya şehadeta şehîd Şîlan Kobanê, Zekeriya, Cemîl, ciwan û Fûad em bejna xwe di tewînin. Dijmin hertim dixwaze gelê kurd qir bike û wan di nav tarîtiyê de bihêle, lewma her mirovekî zane û xwedî sekin dixwaze ji hole rake. Lê gelê kurd ji bo mafê xwe hertim li berxwedide û têkoşînê dikin. Hemû cûreyên komkujiyan li ser gelê kurd pêk anîn û ew bê par hêliştin lê bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo gelê kurd bang kirin li doza xwe kirin. Şehîd Şîlan jî di nav hişmendiyeke paşketî de mezin bûbû û di nav civakeke ku tucarî qebûl nedikirin ku deng jinê hebe. Lê Şehîd Şîlan bi bawerî û tîkoşînê serî li hember vê hişmendiyê rakir. Şehîd Şîlan aşiqa azadiyê bû di zarokatiya xwe de di lêgerînê de bû û ji bo doza gelê kurd berxwedanî dikir. Li hember zilma ku li ser jinê dihat kirin bertek nîşan dida û xwe bêdeng nedihêlişt.
Gulîstan Osman axaftinên xwe berdewam kir û wiha got: “Şîlan di refa 9’an de bû waneyên zimanê kurdî didan derdorê, da ku gel jî xwedî li zimanê dayîkê derkevin û bibin xwedî nasname. Bi riya şehîd Şîlan bi dehan hevalên wê yên jin di gund de tevlî perwerdeya dibistanan bûn û ji wê tarîtiyê derketin. Di sala 1999’an de Şîlanê cihê xwe di rêveberiya Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê de girt. Bi lidarxistina kongreya PYD’ê ya 2003`yan re wek Endama desteya rêveber a partiyê hate hilbijartin. Piştre berê xwe da Rojava da ku beşdarî çalakiyên rêxistinî bibe. Dema ku Şîlan kar û xebat di navbera Iraq û Sûriyê de dikir, di 29’ê Mijdara sala 2004’an de di encama kemîneke hevbeş a rêjîma Baas û dewleta Tirk de bi hevalên xwe Zekeriya, Ciwan, Fûad û Cemîl li bajarê Mûsilê hat armanc kirin û gihiştin asta şehadetê.





