Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘QSD`ê ji bo artêşa siberojê nimûne ye’

29/11/2025
in NÛÇE
A A
‘QSD`ê ji bo artêşa siberojê nimûne ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Viyan Egîd/Firat

Endamê Rêveberiya Meclisa Leşkerî a Kantona Firatê Mehmûd Qeremox diyar kir ku armanca wan a sereke avakirina Sûriyeke demokratîk e û wiha got: “ QSD`ê ji bo artêşa siberojê nimûne ye, ev têkoşîna me ya ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk û yekpar, gelek caran ne li gorî berjewndiyên hinek hêzan e, ji ber vê jî li dijî me êrişan pêş dixin û dixwazin li herêma me tevlîheviyê çêbikin.”

Tevî derbasbûna 9 mehan di ser imzekirina peymana 10 Adarê re, lê hikumeta veguhêz a Sûriyê ji bo pêkanîna wê tu gavên berbiçav neavêtine. Bi taybet di aliyê tevlîbûna QSD’ê di nava artêşa  Sûriyê a Nû de hikumet pir giran tevdigere û îradeya wê ne di destê wê de ye. Herwiha li aliyekî din jî êrişên çekdarên hikumeta veguhêz li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dike.

Di vê çarçoveyê de endamê Rêveberiya Meclisa Leşkerî a Kantona Firatê Mehmûd Qeremox ji Rojnameya me re axivî.

‘Yên ku çeteyên DAIŞ û xeteriya wê ji hole rakir, QSD û YPJ`ê bûn’

Mehmûd Qeremox di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku çeteyên DAIŞ`ê bi destê QSD`ê hat tune kirin û wiha pêde çû: “Dema ku çeteyên DAIŞ`ê li seranserî cîhanê hatibû belav kirin, di heman demê de mîna ku vayrûzekî di nava civaka me de belav bû û dixwestin civakê bidin tûne û talankirin. Lê belê ev yek ji aliyê gelê Kurd ve ne hat qebûl kirin. Li ser vê esasê hêzên YPJ û YPG li hemberî vê zehiyetê derketin, her wiha şer, tekoşîn û berxwedaniyeke bê hempa hat meşandin. Bêguman di dema ku Hêzên Sûriya Demokratîk QSD`ê jî hat damezrandin, bi xwe re gelek serkeftin û destkeftî bi anî. Yên ku çeteyên DAIŞ û xeteriya wê ji hole rakir, hêzên QSD û YPJ`ê bûn. Ne şerekî hesan û rehet bû, bêguman QSD û YPJ ne tenê parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, lê belê parastina Sûriyê û Rojhilata Navîn ji xeteriya DAIŞ`ê kir. Ev yek hişt ku hêza me ji tevahî cîhanê re bibe mînak û cihê ewlehiyê. Di roja me ya îro de jî em nikarin bêjin ku DAIŞ bi temamî hatiya tunekirin, raste DAIŞ hat tunekirin lê hîne ew şaneyên razayê ku dixwazin DAIŞ ji nû ve zindî bibe û civakê me tevlî hev bike. Ji ber vê yekê heya roja îro car caran êriş li ser hêz û xalên leşkerî çêdibe, lê hêzên QSD û YPJ heya astekî baş û bilind xwedî li parastin û bersivekî xurte. Di heman demê de gelek oparsyonên ewlehiyê ji aliyên hêzên me didomin ku gelek şaneyên DAIŞ`ê tên girtin.”

‘QSD û YPJ hêzekî ji bo mirovahî û aştiyê ye’

Mehmûd da zanîn ku bi saya QSD û YPJ`ê rewşa Sûriyê ber bi guhertin û veguhertinê de derbas dibin û wiha domand: “Wek tê zanîn ku di 8`ê kanûna 2024`an de rêjîma Baas hat helweşandin, dema em dibêjin rêjîma Baas hat helweşandin û Heyet Tehrîr Elşam hat ser desthiledariya Sûriyê û karîbû Sûriya ji rêjîma Bass rizgar bike, lê ne wiha ye, tiştek bi navê rizgarkirin ango şerkirin tune bû. Hatine hikumeta veguhêz a Sûriyê di nav hevde pilanekî navetewî bû. Ji ber ku hatine Ehmed Elşeri li ser desthiledariya Sûriyê û qeblkirina dewleta ji bo hatina wî, bi serê xwe gumanek bû. Di salên borî de Amîrîka û dewletên din daxwaza Ehmed Elşerî (Colanî) dikirin, di heman demê de Amîrîkiya yê digot, “Yê ku Ehmed Şerei ji me re bîne û radestî me bike, emê meliyonan dolarên Amrîkî bidin wan”. Bi vê yekê girêdayî gelek dewletên din jî wiha digotin, lê dema ku her kes dît çawa Ehmed Elşeri hat li ser destihledariyê, li vir gelek goman û pirs çêbûn. Lê ev yek diyar bû ku pilanek e, bilat u kes nebêje ku wan şer û Sûriyê rizgarkirin. Tenê hêzên ku bû 13 sal li hemberî hemî terorîstan û çeteyan şer kirin QSD û YPJ`ê bûn, ev ne tenê em dibêjin, lê belê tevahî cîhan bû şahidê vê yekê ku hêzên QSD`ê û YPJ`ê têkoşîn û berxwedaniyeke bê hempa da meşandin û heya roja îro jî ji bo parastina herêmê di nava lev û tevgerê dene, di heman demê de ji bo parastina Sûriyê jî hêzên QSD û YPJ`ê hazirin. Bêguman QSD û YPJ hêzekî ji bo mirovahî û aştiyê ye.

Me û tevahî cîhan jî dît ku çawa komkujî û talankirin li ser Elewiyan, Durzî û tevahî pêkhateyên li Sûriyê de dijîn, ji aliyê hikumeta veguhêz a Sûriyê ve hat pêk anîn. Ev kiryar û sûcên şer yên li heberî durzî û Elewiyan pêkanîn, hat diyar kirin ku ev ne hikumeteke ji bo çareserî û aştiyê ye. Her ku roj derbas dibû, mirov dizanî ku Şerei tenî fîzîkî li ser desthilatdariyê ye, dewleta Tirk wî bi rêve dibir, di heman wextî de Israyîl û dewletên navdewletî wî bi rêve dibin, ev jî pirs û gumanek di mejiyê me de dide avakirin, em dibêjin ku Ehmed Elşeri bi vî halî wê çawa Sûriyê bi rêve bibe, her wiha wê çawa bi van kiriyar û sûcên şer Sûriyeke demkratîk û aştî bide avakirin? Helbet wê nikaribe, ji ber niha her kes Şerei li gor xwe û berjewandiyên xwe bi rêve dibin. Heya niha rewşa Sûriyên di nava metirsiyekî de ye, heya ku di Sûriyê de ew zehniyeta parçebûn, yek ziman, olparest û yek dirûşme hebe wê çareserî dûr be. Mirov ji bo berjewendiyê gelê  û daxwazên welatê xwe tevdigere, pêwîst e parastina gel esas bigre, ne komkujî û parşekirinê di nava pêkhateyan pêk bîne ev yek wê pirsgerêk û şer jî bi xwe bîne, tu kes van kiryaran qebûl nake. Di heman demê de wê temenê Şerei li ser desthilatdariyê kurt be.”

‘Pêwîst e hikumeta veguhêz a Sûriyê zehniyeta xwe ya pûç bidawî bike’

Mehmûd Qeremox di berdewamiya axaftina da xuyakirin ku heya roja îro mijara tevlîbûna QSD`ê di nava artêşa Sûriyê nehatiye erê kirin û wiha pê de çû: “Piştî peymana 10`ê Adarê hikumeta veguhêz a Sûriyê dixwaze QSD`ê tevlê artêşa xwe bike, lê ev wiha bi hesanî jî nayê erêkirin, ji ber ku heya niha me bawerî nedaye hikumeta veguhêz ku em hêzên xwe tevlî artêşa Sûrî bikin. Ya din jî QSD`ê xwedî tecrûbeyên mezinin, di şer û istratîjiya wê de pespor bûye, ji ber vê yekê pêwîste artşa Sûrî tevlî QSD`ê bibe. Di nav ewqas salan de me bi hezaran şehîd dan e, ev yek ne ji bo ku bi hesanî QSD`ê tevlî artêşê Sûriyê bibe. Her wiha heya ku destûrekî nû ji bo gelê kurd û hêzên me neyê nivîsandin, di heman demê de pêwîst e ew zehniyeta xwe ya pûç bidawî bikin. ji bo ku dema QSD`ê tevlî artêşê jî bibe, bawerî hebe. Em dibînin ku îro çawa gelê Sûriyê li dijî kiryarê hikûmeta veguhêz a şamê derdikeve, heya niha hikumeta veguhêz a şamê nikarî xwe dinava gel de bide qebûlkirin û îsbat kirin, lê QSD`ê xwe ji tevahî cîhanê re daye îsbat kirin û bûye cihê ewlehiyê û aramiyê. QSD`ê ji bo artêşa pêşerojî nimûne ye.”

‘Bila çekdanîna QSD`ê ji xwe re bikin xewin, lê di rastiyê de wê nebînin’

Endamê Rêveberê Meclisa Leşkerî a Kantona Firatê Mehmûd Qeremox di daeiya axaftina xwe de da xuyakirin ku QSD`ê ne mumkine çek deyine û wiha anî ziman: “Di çapameniya Tirkan de ew mijarên ku dixwazin bikin rojeva xwe de mîna fesxkirina Partiya Karkerê Kurdistan PKK`ê ku pêwîst e li hole nemînin û wan mîna teslîmiyetê digirin dest, lê berovajî wî fesxkirina PKK`ê guhertina û veguhertina pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin. Wekî ku em dibêjin ev gavek nûye. Niha jî çapemeniya Tirkan mijara PKK`ê têrker nedîtin, êdî dixwazin QSD`ê jî çekên xwe deyine, lê bila dewleta Tirk û hemî dewletên hegemon bizanbin ku QSD`ê tu carî çekên xwe na deyine û na jî di şewitîne. Bila çekdanîna QSD`ê ji xwe re bikin xewin, ama di rastiyê de wê nebînin. Em çekên xwe bi hemî hêz û îradeya xwe di parêzin û bi hezaran şehîdên me çêbûne. Di heman demê de QSD`ê ji bo gelê Sûriyê rûmet e. ji bo me parastin bigeha jiyanê ye.

hedefa me avakirineke Sûriyek demokratîk û yekpar e. Ev têkoşîna me gelek caran hesabên hinekan xirab dike. Ji ber vê jî li dijî me êrişan pêş dixin, dixwazin li herêmên me tevlîheviyan çêbikin. Gelê me yê Ereb ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev lîstok dîtiye û ketiye zanbûna wê. di şexsê pêkhateya me ya Ereb ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, dibêjim ku sekna hemû pêkhateyên herêmê, temînata siberoja Şamê û tevahiya Sûriyê ye. Tişta ku li Siweydayê li ser gelê Dûrzî hat meşandin, ne bi destê eşîran e, ew lîstokên îstîxbaratî bûn. Dixwazin bi rengên cuda li ser gel qirkirinan bimeşînin. Ez di wê baweriyê de me ku gelê me di zanebûna wê de ye û neyên van lîstokan. Bi hebûna me ya bi hev re, em ê bi giştî Sûriyê ava bikin. Artêş, ji bo parastina destkeftiyên demokratîk yên civakî ne, bi qanûnên siyasî tên avakirin. Artêş lazime bibe nûnera hemû pêkhateyan. Siyaset bi çi rengî be, artêş jî bi wî rengî ye. Di hişmendiya me de artêş hêzên parastinê ne, yekser bi hedefên siyasî ve têkildar in. Bi serê xwe tiştekî cuda nîne. Sîstem çi be, artêş ji bo parastina wê sîstemê ye.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.