Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Nefel Produkisyon, 8 salan ji afîneriya çandî li pişt xwe dihêle

27/11/2025
in NÛÇE
A A
Nefel Produkisyon, 8 salan ji afîneriya çandî li pişt xwe dihêle
Share on FacebookShare on Twitter

Hêvî Keleş/ Qamişlo

Nefel Produkisyon afînera belgefîlm û berhemên hunerî yên ku nasnameya herêmê hildigirin û çîrokên civakê bi şêwazek profesyonel nêzî rastiyê dibe belge dike. Ew îro 8 salan li pişt xwe dihêle, ew hewl dide xebata herêmî ber bi cîhanî ve bibe.

Nefel Produkisyon yek ji saziyên hunerî ya ragihandin û medyayî yên Kurdî yên berbiçav e. Bi derbasbûna salan, kompaniya berhemdariyê di hilberîna dîtbarî û muzîkê de şopek girîng hiştiye.

Ji destpêka xwe ve, Nefel Produkisyon pabendî belgekirina çandê, piştgirîkirina hunermendan û nîşandana dengên nû bûye. Di serdema heyî de êdî gav bi gav vediguhere platformek afirîner ku beşdarî avakirina mîrateyek hunerî ya nûjen ji bo civaka Kurdî dibe.

Damezrandina Xewna raghandinê

Fikra Nefel Produkisyon di 27’ê Tîrmeha 2017’an de li bajarê Qamişlo wekî projeyek ciwanan a dest pê kir. Wê dixwest “hêzek medyayî ya Kurdî” ya nûjen ava bike da ku pirsgirêkên civakî nîşan bide û pêşveçûna wê belge bike. Damezrandina wê di demek dijwar de hat, bi şerekî medyayî yê dijwar di navbera vegotinên nakok ên li ser tiştên ku diqewimin re hevdem bû. Geşkirina ruhê tîmê ew bû ku ji bo  wêne û dengekî baş bişkînin wê rikberiyek dida meşandin. Vê saziyê bi çavkaniyên pir kêm dest pê kir, kamerayek tenê, alavên montacê yên sînorkirî û hejmareke kêm rojnamevan dest bi xebatê kir. Digel vê yekê, bi şêwaza xwe ya wênekêşiya rastîn û nêzîkatiya xwe ya wêrek a ji bo mijarên hesas ên civakî û siyasî,  xwe zû da nasîn.

Warên kar û xebat

Nefel Produkisyon di beşa medyayî de di gelek waran de kar dike, nimûne; Berhemanîna bernameyên televîzyonê yên bi balkişandina li ser civakî û çandî, Berhemdariya belgefîlmên ku dîroka berxwedanê li herêmê û ezmûnên rojane yên gelê wê vedibêjin, hem jî weşana zindî ya bûyerên siyasî û civakî, herwiha veguhestina medyayî ya li ser erdê ya festîval, semîner û bûyerên çandî.

Sazî bi hevkariya xwe ya bi çend kanalên Kurdî yên wekî Stêrk TV, Medya Haber, Aryen TV û Çira TV, herwiha kanalên jinan ên wekî Jin TV û Elyûm TV tê naskirin. Vê hevkariyê hiştiye ku ew bigihêje temaşevanên berfirehtir hem di nav Rojavayê Kurdistanê de û hem jî li derveyî wê û deriyên pêşketina pîşeyî vekiriye.

Berhemên girîng

Di salên kar û xebatê de şîrketê rêzek belgefîlm û bername hilberandine ku gelek deng vedane, yên herî berbiçav ev in:

“Şehîd Yûsif Gulo” Belgefîlmek li ser jiyana yek ji şervanên ku di Şoreşa Rojava de şopek hiştiye.

“Kaniya Spî” Berhemeke ku jiyana civakî ya herêma Serêkaniyê berî û piştî şer dişopîne.

“Şoreşa Rojava” Belgefîlmek berfireh ku çîroka ezmûna siyasî û civakî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê vedibêje.

“Pêşengên Şoreşê” Ev berhem zîncîryek ji raporên ku kesayetên bi bandor di avakirina civaka sivîl û saziyên herêmî de cih digirin e.

Herwiha bernameyên femînîst ên wekî, Hêvî hilberandin, ku li ser ezmûnên jinên Kurd di warên perwerde, huner û karên giştî de disekine û çîrokên serkeftinê yên dildar ên jinên ku şer û adetan red kirine ronî dike.

Zehmetiyên ku kompaniya pê re rû bi rû bûn

Rê ji bo tîma berhemdayîna Nefel ne hêsan bû. Ji destpêka xwe ve, ew bi astengiyên teknîkî û darayî yên girîng re rû bi rû dima, di nav de kêmbûna amûran û zehmetiya gihîştina hin deveran ji ber şert û mercên ewlehiyê. Karmend di dema şopandina bûyeran de bi xeteriyên meydanî re rû bi rû diman. Tevî vê yekê, bi saya giyanê tîmê û hevkariya di navbera karmendan de, ji bilî piştgiriya exlaqî ya civaka herêmî, ku vê saziyê wekî dengê xwe yê rastîn dibîne, karîbû berdewamiya xwe biparêze.

Nefel Produkisyon û jinên Kurd

Yek ji aliyên cihêreng ên produkisyonê ew e ku bi giranî li ser pirsgirêkên jinan disekine. Ji destpêkê ve, Nefel Produkisyon girîngiyek taybetî daye ronîkirina çîrokên jinên Kurd û rolên wan di warên cûrbecûr de. Bernameyên wekî Hêvî û Rojîn modelên rolên serketî yên jinan ji deverên gundewarî yên Cizîrê û Kobanê nîşan dane û ew kirine platformek rastîn ji bo medyaya jinan û bihêzkirina çandî.

ji herêmî bû cîhanî

Çendîn çalakiyên Nefel Produksiyon bi piranî bi herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve sînordar bimîne jî, naveroka wê hêdî hêdî bi rêya platformên dîjîtal û medyaya civakî digihêje temaşevanên berfirehtir. Hin ji berhemên wê ji bo zimanên din, wek Îngilîzî û Erebî, hatine wergerandin û beşdarî festîvalên fîlmên biçûk ên li hundir û derveyî herêmê bûne. Îro produksiyon hewl dide ku bi afirandina arşîveke dîtbarî ku bîra kolektîf a gelên herêmê belge bike û çîroka wan a resen pêşkêş bike.

Zêdetirî heşt sal piştî damezrandina xwe, Nefel Produkisyon ji komaniyekê hilberînê bêtir bûye, ew projeyek çandî û medyayî ya berfireh e ku wêneya Kurdî di medyaya nûjen de ji nû ve diafirîne. Ew nifşek nû ya rojnamevan û afirîneran temsîl dike. Ev rojnamevan hewl didin çîroka xwe ya li ser herêma xwe, bi ziman û şêwaza xwe binivîsin. Tevî zehmetiyên berdewam, kompaniya hîn jî mînakek zindî ye ku îrade û baweriya bi mîsyonê dikare îhtîmalên herî hêsan veguherîne platformek bihêz ku dengê mirovan  bigihîne cîhanê. Tecrubeya Nefel Produkisyon îspat dike ku ragihandina azad ne di kamerayan an alavan de ye, lê di rastgoyiya ramanê û wêrekiya peyvê de ye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.