Ronahî Sadûn/Qamişlo
Bi boneya salvegera 47’mîn a “Cejna Berxwedana Neteweyî” (Partiya Karkerên Kurdistan) li Stadyoma Şehîdên 12’ê Adarê ya bajarê Qamişlo şahî hat lidarxistin.
Bi boneya salvegera Cejna Vejîna Gelên Kurdistanê “Cejna Berxwedan Neteweyî” li Stadyoma Şehîdên 12’ê Adarê ya bajarê Qamişlo bi beşdarbûna bi hezaran ji şêniyan, tevger û rêxistinên jin, saziyên Rêveberiya Xweser û saziyên Civaka Sivîl şahiyeke girseyî hat lidarxistin.
Qada şahiyê bi wêneyên Rêber Apo û şehîdên azadiyê, hatibû xemilandin. Herwiha alên ku wêneyên Rêber Apo li ser in û alên PKK’ê hatin hildan. Di heman demê de govend ji aliyê gel ve hate gerandin.
Beriya ku bernameyê şahiyê were destpêkirin, hemû beşdarvan kêliyeke bêdengî li ser giyanê cangoriyên azadiyê rawestiyan. Piştre li ser navê Tevgera Jin Şemsêxan Gulo û li ser navê Însiyatîfa Gel Şêro Şero axivîn.

Şemsêxan Gulo diyar kir ku çavên hemû cîhanê li Îmraliyê ne û wiha got: “Bi vê boneyê em silavên xwe ji Qamişlo heya Îmralî û çiyayên azad dişînin. Keda wan a israbûna li ser vê roja pîroz, pîroz dikin. Cejna şervanên cîhanê yên ku bi saya wan hemû alî hatin komkirin û bi taybetî keda Rêber Apo, em bi vê kedê gihaştine vê qonaxa aştiyê ya ku hatiye destpêkirin. Ji bo wê jî îro çavên hemû dinyayê li Îmarliyê ye, ji ber Rêber Apo hemû çareserî pêşkêş kirine. Lewra em qebûl nakin ku rêberê me, rêberê aştiyê di zindanê de be, ji bo wê berî herî tiştî pêwîst e Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe. Heta em Rêberê xwe Rêber Apo di nava xwe de nebînin, em ê li ser piya bin.”

Şêro Şero da zanîn ku Tevgera Azadiyê şaxên xwe li tevahî cîhanê belav kir û wiha anî ziman: “Çiqas dijîmin li hemberî vê tevgerê û gel şer kir, lê nikarîbûn îradeya wan bişkînin. Gel her tim li ber xwe dide. Herwiha fikirê me Bakurê Kurdistan e, dengê me Başûrê Kurdistan e, çavê me Rojhilatê Kurdistan e û dilê me Rojava Kurdistanê ye. Em ê tu carî teslîm nebin û her dem berxwedan rêya me ye.”
Di berdewaniya şahiyê de stran û helbest ji aliyê Koma şehîd Xebat, helbestvan Ferhad Merdê, hundermend Baran Dilbihar û Nisrîna Botan ve hatin gotin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku bi boneya “Cejna Berxwedana Neteweyî” li hemû Kantonên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakî û şahî hatin lidarxistin.






