Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Cejna Vejînê watedar û bi nirx e

27/11/2025
in ROJEV
A A
Golikê beş!
Share on FacebookShare on Twitter

Arîn Koçer

Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) bi têkoşîna xwe ya bi dehan salan ji bo gelê Kurd û tevahî gelên Rojhilata Navîn mîras û nirxên gelekî dewlemend ava kirin.

Bi hezaran ciwanên Kurd, Tirk, Ereb û baweriyên cihêreng ciwanên herî hêja, pak û dilpak di nav refên Tevgera Azadiyê de bi armanca avakirina jiyaneke azad û wekhev têkoşîn kirin. Gelek ji wan ciwanan şehîd û birîndar bûn.

Îro eger em weke gelê Kurd dikarin bi serbilindî bijîn, bi zimanê xwe biaxivin, stranên xwe bêjin û hêviyên xwe bi lêv bikin, ev helbet di encama vê berxwedana pîroz û bilind de pêk hat.

PKK’ê û Tevgera Apoyî bi qehremanên xwe yên hêja çand û mîraseke berxwedanê, ruhekî têkoşer, manewiyeteke herî muqedes ji tevahî gelan re hişt.

Pêwîst e weke jin û ciwanên vê xaka qedîm a dergûşî ji însaniyetê re kiriye, em xwedî li van nirxan derkevin, ji bo parastin û pêşxistina wan bi wêrekî tevbigerin û bixebitin. Divê em li gor perspektîfên pêvajoya nû ya Rêber Apo daniye pêşiya me em tevbigerin.

Gelên herêmê her sal salvegera damezirandina PKK’ê weke Roja Vejînê ya Neteweyî pîroz dikin. Ev navlêkirineke gelekî watedar û bi nirx e. Ji ber heqîqeteke ku PKK’ê bi têkoşîna xwe ya nêzî nîv sedsalê gelek pîroziyên mezin afirandin û hemû jî kirin malê gelan û jinan.

Bi vê zanebûn û bîreweriyê divê em ji her demê zêdetir bixebitin, armanc û hêviyên şehîdên xwe bi serketinê tacîdar bikin.

Niha weke jin û ciwanên Kurd erk û wezîfeyên me ji her demê zêdetir bûne. Li gel vê derfetên em karibin têkoşîneke xurttir bimeşînin jî pir bûne. Ev hemû di encama keda Rêbertî û hevrêyên me yên ji çiyayan bigirin heya hemû qadan di nav têkoşînê de pêk hatine. Lewma ji bo serxistina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û azadiya fizîkî ya Rêber Apo em zend û bendên xwe badin û têkoşîna xwe mezin bikin.

PKK ji bo me kilamek, helbestek, pirtûkeke ku mirov ji gotina wê, guhdarkirina wê û xwendina wê qet têr nabe. PKK ji bo me manewiyat û hêza berxwedan û têkoşînê ye. Ez salvegera damezirandina PKK’ê Roja Vejîna Neteweyî di serî de li Rêberê gelan Rêber Apo, tevahî gerîla, gaziyên şer, gelên azadîxwaz û jinên têkoşer pîroz dikim.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.