Esmihan Gedro/Reqa
Li Reqayê Akademiya zanista civakî ya Abdullah Ocalan panêlek liser civaka demokratîk û derketina pergala dewletê di dîrokê de hat şîrovekirin.
Panêl li salona konfediraliya Rêxistinên civaka demokratîk hat lidar xistin.her wiha lêkolînên di karûbarên rewşenbîrî û civakî de ,endamên meclisa sûriya demokratîk û hêzên Ewlekariya hundirîn beşdar bûn.
Di panêlê de nêzîkatiyên nêrînên li ser beşa sêyem a manîfestoya Aştî û Civaka demokratîk a Rêber Apo di bin navê “Ji dewletê ber bi konfederaliya demokratîk ve , nêrîna ji siyaseta exlaqî ve”hatin şîrove kirin. Tê de derketina dewletî û çawa li ser civakê bû desthilatdar hat nîqaş kirin.
Her wiha di panêlê de girîngiya ku li şûna dewletî û pergala desthilatdar ,pergaleke demokratîk û komînê cih bigire hat şîrove kirin.
Di dawiyê de diyar kirin ku ew ê pergala komînê pêk bînin û rola komînê bidin naskirin bi riya saziyên civakê û xizmetguzarê yê.





