Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Armanca me xemilandin û paqjiya ekolojiya welat e’

26/11/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Armanca me xemilandin û paqjiya ekolojiya welat e’
Share on FacebookShare on Twitter

 Dîlan Mulhim\Qamişlo

Tevgera Ciwanan û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê di çarçoveya kampanyaya Ekolojî de 50 dar li taxa Hilko a bajarê Qamişlo hatin çandind. Derbarê mijarê de endama Yekîtiya Jinên Ciwan a PYD’ê Dilîvan Reşîd diyar kir ku armanca wan xemilandin û paqjiya ekolojiya welat e.

Di çarçoveya hişyariya jîngehî, bicihanîna çanda parastina xwezayê û berfirehkirina rûberên hêşîn li hundirê bajêr de, ciwanan û jinên ciwan ên endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi hevkariya Şaredariya Gel dest bi çandina 50 darî li taxa Hilko a bajarê Qamişlo kirin. Kampaniya heta dawiya mihê berdewam e.Di derbarê mijarê de endama Yekîtiya Jinên Ciwan a PYD’ê Dilîvan Reşîd ji Rojnameya me re axivî.

‘Li Qamişlo 50 dar hatin çandin’

Dilîvan Reşîd anî ziman ku kampaniya Ekolojî bi daxuyaniyekê hate destpêkirin û wiha got: “ Kampanya beriya mehekê bi daxuyaniyekê ji hêla ciwanên endamên PYDˊê ve hatibû destpêkirin. Destpêka kampanyayê broşûrên têkildarî hişyarkirina şêniyan der barê girîngiya parastina jîngehê û sînordarkirina qirêjiyê de hatin belavkirin. Bi riya vê kampaniyê wê îro 50 dar li taxa Hilko ya bajarê Qamişlo werin çandin. Weke tê zanîn me îro dest bi kampaniya çandiya daran li bajarê Qamişlo kir bi mebesta  avhewaya herêmê xweş bikin û cihên çol bidaran biçînin. Herwiha mebesta me ya bingehîn xemilandin, û paqjiya ekolojiya welat e. Paqjî xemila cîhanê ye, ji ber vê yekê em weke jinên ciwan û çalakên civakê me dest bi xemilandin û paqjiya ekolojiya bajarê kir.

Bi çandina daran wê gund, bajar û welatê me were xemilandin. Herwiha kampaniya me ya çandiya daran û paqjiyê berdewam e, piştî ku dar hatin çand wê bi hemahengiya Şaredariya Gal a bajarê Qamişlo werin avdan û şopandin. Da ku darên hatine çandin kesek bibînin û hişk ne bin.”

‘Pêwîst e her kes paqijiya kolan, tax, gund û bajarê xwe bike’

Dilîvan axaftina xwe wiha berdewam kir: “Pêwîst e her kes paqijiya kolan, tax, gund û bajarê xwe bike. Ji ber ku civak bigihêje asteke pêşketî û bi çanda paqijyê re jiyan bike. Herwiha karê herî girîng û pîroz karê paqijiyê ye. Paqijî gelek girîng e, rê li pêşiya belavbûna nexweşiyan digre û dihêle ku şaristaniya bajêr were parastin.”

Endama jinên Ciwan a PYD’ê Dilîvan Reşîd axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tu astangî derneketin li pêşiya karê me û banga me ji gelê me heye ku bi me re bibin alîkar û qirêjê neavêjin kolanan.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.