Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hola merasîm û bibîranîna şehîdan li Qamişlo hat vekirin

26/11/2025
in NÛÇE
A A
Hola merasîm û bibîranîna şehîdan li Qamişlo hat vekirin
Share on FacebookShare on Twitter

Solîn Mihemed/ Qamişlo

Bi boneya 27’ mijdarê, herwiha bîranînên 350 şehîdan, Meclisa Malbatên Şehîdan li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan ya li bajarê Qamişlo hola merasîm û bibîranîna şehîdan vekir.

Bi boneya 27’ mijdarê, herwiha bîranînên 350 şehîdan, Meclisa Malbatên Şehîdan li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan ya li bajarê Qamişlo hola merasîm û bibîranîna şehîdan vekir. Di vekirina holê de hemû endamên saziyên Rêveberiya Xweser, rêveberî û endamên Meclisa Malbatên Şehîdan hazir bûn.

Di despêkê de bi deqeyek rêzgirtin li ser giyanê şehîdan hat rawestandin, piştire ji aliyê Meclisa Meclisa Malbatên Şehîdan bixêrhatina hemû mêvanan hat kirin.

Piştre li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Fatima Casim hemû şehîdên ku di oxira azadiyê de şehîd bûne bi bîr xist û wiha got: “Ez hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin, ew şehîdên qedir bilin in ku canê xwe feda kirin ji bo azadiya gel. Em ji hemû cîhanê re didin tekezkirin ku em hemû pêkhate bi yek ruhî ne. Herwiha me bi fikri û felsefeya Rêber Apo bawer kiriy û projeya neteweya demokratîk, yekîtiya gelan û jiyana hevbeş bingeh girtiye. Em hemû minetdarê vê felsefeyê ne. Em ê hemû bi yek destî bin û li hemberî hemû kesên ku dixwaz in vê hevgirtina me xerab bikin, têbikoşin. Em ê aramiya vê herêmê biparêz in, aramiya ku bi berdêlên giran ên van şehîdan pêk hatiye. Di heman demê de xeta şehîdan bişopînin heta ku em serkeftin û civakeke demoratîk misoger bikin.

Di heman çarçoveyê de li ser navê Meclisa Rêxistinî a Meclisa Malbatên Şehîdan Rûbar Fermo axivî û wiha got: “Despêkê 47’emîn salvegera tevgera azadiyê û di şexsê şehîdên tevgera azadiyê de û her 350 şehîdên ku niha di bîra me de ne ji bo bîranîna wan em bejina xwe li ber wan ditewînin. Ji bo keda şehîdan û xwedîderketina şehîdan ev hol hat damezirandin. Îro ev hol bi boneya 27’ê mijdarê û bîranîna 350 şehîdên me yên azadiyê re hat vekirin, herwiha ev hol wê ji bo bîranînên şehîdan be. Em avakirin û vekirina vê  holê li hemû  malbatên şehîdn pîroz dikin.”

Di dawiyê de siviziyonek li ser jiyana şehîdan hat pêşkêşkirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.