Stêrk Mihemed
Her kurdek pirsa herî sereke û girîng divê ji xwe pirs bike û mereqa wê bike ku çawa hebûna Kurdan hat îsbatkirin û berdêla ku hatiye dayîn çiye?
Kurd ji destpêka dîrokê de mafê wan hatiye xwarin û hertim hatine înkar kirin . Di derbarê vê de Rêber Apo dibêje: “Em di destpêka dîrokê de hene, dîrok jî di roja me ya îro de veşartiye”. Em di destpêka dîrokê de hene herwiha gelê herî kevnar gelê Arî ne, ku gelê kurdin li Mezopotamya, çiyayên Taros û Zagras hatine. Ji destpêka dîrokê de em şerê hebûnê dikin, lê hertim hewaldana tunekirin û helandina vê hebûnê hebû.
Di dîrokê de gelê ku herî zêde rastî zilim û zorê hatiye gelê Kurd bû, zimanê kurdî qedexe bû, hebûna Kurdan qedexe bû, nasameya kurdî tune bû û fikrandina bi kurdî jî sûcek bû. Di malê de ango do nava çar dîwaran de tirsek hebû ku bi zimanê Kurdî biaxivin digotin bi zimanê Kurdî neaxivin dîwar guhê wê hene, heya vê astê gelê Kurd ditirsiya ku bi zimanê xwe yê resen biaxivin ji ber wî dihatin binçav kirin.
Li hember vê gelek şer û serhildan ji aliyê gel ve dahatin li darxistin, lê ev serhildêr ji aliyê dewleta Tirk ve dihatin darvekirin ji ber ku maf û hebûna Kurdan dixwastin.
Lê di salên 1970 ê û şûnde ji bo îsbatkirina hebûna gelê Kurd tevgerek û fikrek sosyolîzim bi heft kesan derket pêş û bi pêşengiya Rêber Apo bû.
Bi gotinekê destpê kirin “Kurdistan mîtîngehe”Piştî vê gotinê û şûnde dest bi vedîtin û îsbatkirina dîroka gelê Kurd bû, got Kurdistan mîtîngehe divê ji bo kurdistanê û gelê Kurd xebatek were kirin, pêwîste hebûna gelê Kurd winda nebe ji ber ku wek Rêheval Kemal pîr gotiye: ” Ez di wê baweriyê de me ku rizgariya gelê Tirkiyeyê ji azadiya Kurdan derbas dibe.”
Wekî ku Rêber Apo pênase kir, PKK di dema qirkirin û dagirkeriya li Kurdistanê de derket ser dika dîrokê. Ji roja ku PKK derket holê û vir ve, PKK bi têkoşîna Apoyî ya 52 salan û têkoşîna partiyê ya 47 salan têkoşînek bênhempa û bêwestan meşand.
Eger PKK neba hebûna gelê kurd nedibû, wê kurd bihatnana helandin û nasnameya Kurdî wê qedexe ba. Îro eger em bi zimanê xwe dixwînin û em dibêjin em kurdin bi saya Rêber Apo û PKK ye, bi saya şehîda ye, bi keda Kemalan, Heqîyan, Mazlûman, Sakîneyane û bi keda tevahî şehîdan û tevgerê ye.
Pêwîste em vê ji bîr nekin PKK mîras û avabûna gelê Kurd û gelê din jî. Ji bo ku çand û zimanê Kurdî nehele PKK gelek ked, xebat, berdêl, têkoşîn û berxwedanî meşandiye. Ji bo vî gelê şehîd dikevin û dibêjin li ser gora min daynin ” Ez dêyndarê gelê xwe me”. PKK partiyek wisa ye ji bo vî gelê bûye senbola azadiyê û qehremaniyê.
Ya herî balkêş di vir de hin hevalên Tirk di nava vê grûpe de hebûn ku ji bo hebûnan gelê Kurd û hemû gelên din têdikoşîn. PKK ê partiyek wisa ye ku hemû gel, reng û pêkhateyan di nava tevgera xwe de digire û hebûna wan qebûl dike ev jî bi fikira wan a sosyalîzimê bû ku Rêber Apo destpêkiriye.
PKK koka vî gelê ye ev kok ranebe û nayê jibîrkirin.






