Stêrk Mihemed/ Qamişlo
Ciwana Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Dilîvan Reşîd diyar kir ku ji bo tevahî ciwanên Kurdistanê PKK’ê pîrozbahiyeke mezine û wiha got: “
Ruhê PKK’ê di hundir her ciwanekî de tê dîtin.”
Di 27’ê Mijdara 1978’an de Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) hat îlankirin.
PKK’ê bi heft ciwanan despêkir û bi pêşengiya Rêber Apo hat avakirin. PKK fikrek û tevgerek ku bi ciwanan pêşket û bû mîrasa her Kurdekî. Bandora fikir û îdolojiya PKK’ê ji bandora zihniyeta desthilatdaran mezinatir bû. PKK’ê bû bingehek ji hebûna her ciwanekî re. Vê salê salvegera damezrandina PKK’ê a 48’êmîn cûda ye, ji ber di kongreya 12’emîn a PKK’ê de biryara fesixkirina PKK’ê hat îlankirin. Lê dest bi pêvajoyek nû kirin ew jî banga “Aştî û Civaka Demokratîk” ya ku Rêber Apo daye destpêkirin. Herwiha piştî vê biryarê PKK’ê û banga Rêber Apo barê ciwana û her kurdetî giran kir. Ji bo vê tevgerê û keda wê divê xebatên mezin were kirin.
Derbarê salvegera damezrandina PKK’ê Ciwana Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Dilîvan Reşîd ji Rojnameya me re axivî.

‘Ji bo tevahî ciwanan PKK’ê pîrozbahiya herî mezine’
Dilîvan Reşîd da xuyakirin ku PKK’ê mîrasa tevahî ciwanên şoreşgere û wiha got: “Rêber Apo Partiya Karkerên Kurdistan ê ji bo tolhildana Rêhevalê Şehîd Heqî Qerar avakir. Ev partî ne tenê ji bo gelê Kurd bû lê bi fikir û îdolojiya xwe bû mala her kesî. Ji bo tevahî ciwanên pêşerojê û ciwanên Kurdistanê PKK’ê pîrozbahiya herî mezin e. Ji ber ku weke Rêber Apo gotiye me bi ciwantî dest pê kir, emê bi ciwantî serbikevin. Ji ber ku ciwan dînamîkê civakêne ku civakê bi rêve dibe ye. Bi rola ciwanan yên ku bi fikira PKK’ê tevdigerin wê serkeftina me mezintir bibe.”
‘Ne fesixkirine despêkek nû ye’
Dilîvan diyar kir ku ne dawî bû, lê belê despêkek nû bû û wiha domand: “Di 27’ê Sibatê de Rêber Apo banga “Aştî û Civaka demokratîk” kir herwiha piştî vê banga Rêber Apo PKK’ê kangreya xwe ya 12’emîn a awarte di navbera 5-7 Gulanê de lidarxist û têde biryara fesixkirina PKK’ê dan û dest bi pêvajoyek nû kirin. Ev bang ne tenê ji bo gelê Kurd bû, lê ji bo aramiya tevahî gelê cîhanê bû. Ev gavên ku ji aliyê Gêrîlayên serê çiya vê tê avêtin tê wateya ku ji bo aştiya vî gelê û tevlîbûna xwe ji Rêber Apo re nîşan didin. Herwiha piştî banga Rêber Apo, fesixkirina PKK’ê, meresîma şewtandina çekan û vekişîna tevgera azadiyê ji Bakurê Kurdistanê barê ciwanan, jinên ciwan û tevahî gelên Kurd girantir kir. Êdî ji vir û şûnde pêwîste tevahî dest bi xebatê bikin û helwesta xwe li hemberî vê bangê diyar bikin.”
‘Bang ji bo tevahî ciwanên Kurdistan û Ewropa’
Ciwana Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Dilîvan Reşîd di vê çarçoveyê de axaftina xwe bi dawî kir û got: “Banga me ji tevahî ciwanan Sûriyê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê herwiha ji ciwanên me yên li Ewropa heye ku xwedî li vê pêvajoyê û banga Rêber Apo derkevin. Bi banga Aştî û Civaka Demokratîk armancên xwe mezintir bikin. Ciwan fikirê û pêşengê civakê ne dive li ser fikir û ramanên Rêber Apo bimeşin û xwedî li mîrasê PKK’ê derkevin.”





