Kemal Necim
Dema ku mirov der barê mijarkê de têbîniyekê arasteyî xwêneran dike, helbet mebesteke wê têbîniyê heye, mebesta sereke jî ew e ku eger kêm û kurtiyek hebe were dîtin û sererastkirin. Lewma carna eger rewşeke kêm û kurtî bi awayekî dubare bibe, mirov dikare careke din têbîniyên xwe bi awayekî din û cida dubare bike.
Mebesta vê pêşgitinê ew e ku me berê carekê di vê quncikê de behsa mijara girîngiya çalakiyên çandî û pêşxistina wan kiribû. Vê carê jî emê dîse behsa wê mijarê bikin.
Çalakiyên çandî yek ji wan formên ku naveroka çandî ya civakê yan beşekî civakê diyar dike. Lewma lidarxistina çalakiyên çandî ne reftareke bê armanc û tenê ji bo şahînî û kêfê ye, lê belê çalakiya çandî bi armanca pêşxistina çand, perwerde û şahiyê di nav civakê de û ji bo dewlemendkirina jiyana çandî ya takekes û civakê bi giştî têne pêkanîn.
Di vê mehê de de hin çalakiyên çandî li ser asta kantona Cizîrê hatin lidarxistin. Yek ji wan 8`mîn Mihrîcana Osman Sebrî ya wêjeyî bû, ya din jî Duyemîn Festîvala Çandî/Beşa Çîrokê bû.
Bê guman her du çalakî jî bi nirx in û dibin egera liv û tevgereke rewşenbîrî li herêmê. Lê di naverok û bernameya çalakiyan de îsal ti guherîn ya afrêneriyeke berbiçav nebû, berovajî wê bi bernameyeke dubare û lawaz hatin lidarxistin.
weke her sal bernameya çalakiyan bi semînerkê û panelekê û xwendina çend helbestan birêve çû. Ji bilî ku mijarên semîner û panelê dubare bûn, her wiha navên ku beşdar jî bûn dubare bûn, navên ku helbest jî xwendin dubare bû, ango kesên ku hatin û beşdar bûn li ber destê xwe mijarek nû û cuda nedîtin.
Di her du mihrîcanan de jî pêşbirka wêjeyî hebû, yek jê pêşbirka deqên şanoyê bû yek jî ya kurteçîrokê bû, lê ji ber bangeşî û ragihandina lawaz, hijmara kesên ku beşdarî pêşbirka deqên şanoyê pir kêm bû, vê yekê hişt ku hevrikiya di navbera beşdaraan kêm bû, her wiha komîteya nirxandina deqan hin berhemên lawaz xelat kir, ji ber ku derfeta bijartinê pir kêm bû.
Di mihricana Çanîdî ya beşa çîrokê de jî, kesên ku hatin beşdarî çalakiyê bûn dixwestin ku li çîrokan guhdar bikin, lê ji ber ku dema lidarxistina mihrîcanê pir kurt bû, derfet nehat dayin ku kesên beşdar bûne çîrokên xwe bixwînin.
Çalakiya çandî ya serkeftî ew e ku her salê ji ya berê baştir be, sûd ji şaşî, lawazî û kêmasiyan werbigire û sala din wan lawaziyan kêm bike. Her wiha divê li gorî navê xwe (Mihrican) xwedî bernameyeke afrêner û berferh be, mijarên nû, gotûbêjên nûjen û berhemên bi bandor pêşkêş bik. Eger wiha nebe wê naveroka çalakiyan her were dubarekirin û heman kes tim derkevin pêşberî xelkê û heman nêrîn û boçûnên xwe dubere bikin.
Komîteyên amadekar divê pêşî armanc û mebesta lidarxistina çalakiya xwe nas bikin, li gorî wan armanc û mebestan lêkolîn bibin, bernameyên afrêner bi mijar û babet û gotûbêjin nûjen, saz bikin da ku çalakî bihêje armanca ku ji bo wê hatiye lidarxistin.






