Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Civaka bê parastin, civaka bi mirinê re peyman daniye

26/11/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
Civaka bê parastin, civaka bi mirinê re peyman daniye
Share on FacebookShare on Twitter

Ehmed Hesen

Di hundirê her elementekê, heyberekê û zindiyekî de şiyaneke xwezayî ya parastinê tê dîtin, di heman çarçoveyê de ji pirîmatan bigire heta şaneyên yekhucreyî, ji lawirên xişinde heya yên firinde, ji lawirên bejahî heya yên avî hemû jî di bin sîwana sîstemên cihêreng û li gorî şert û mercên xwe xwedî taybetiyeke xweparastinê ne, ne tenê ev, heta sîstema gerestêrka cîhanê jî bi riya qata Ozonê ya ku ji oksîjêna giran (o3) pêk tê xwedî sîstemeke parastina rûyê erdê ji tîrêjên Rojê yên bi ziyan e, weke van bi sedan mînakên şênber ên gerdûnî hene ku di cewherê xwe de xwedî diyardeya parastinê ne. Parastin tevgerek avakirina avahî û pirên di navbera mirov, xweza û hebûnê de ye. Her çend em pênaseyên klasîkî û teng birêsin ku parastin tenê di çarçoveya komeke mirovî li ber komeke dîtir xwe biparêze û bê armanc dijberiyan bike de bifikirin, ewqas jî em ê ji rastiya gerdûnî ya ku kakilê vê têgînê di nava xwe de dihewîne bibuhirin û bi qalibên rasyonalîzma modernîteya kapîtalîst ve bên kilîtkitin, di serê her rêbazeke parastinê de armanceke bingehîn a têkoşînê heye, parastina bê armanc vediguhere qada feodalîzmê û her ferdek dibe xwedî biryareke serbixwe, ev yek jî derî heya dawiyê li parçekirina û tesfiyekirina navxweyî vedike û dawî li sîstema xweparastinê tîne. Piştî 14 salên şerê navxweyî li Rojhilata Navîn, nexasim li Sûriye ya ku encam da ew bû ku, ji ber komên cîhadîst ên ku qaşo bi navê şoreşê çek hil dan, bê armanceke diyar û zelal şer kirin, di bin sîwan û fermandariya hêzên derve de vîn û biryardarîya xwe ji dest dan, ketin bin bandora xefika rêxistinên weke DAÎŞ, Nusra û hêzên li pişt wan û pergala xwe ya rêxistinî ji dest dan, serî li çetetî û terorîzekrinê dan, li vir mirov nikare behsa çi cûreyeke parastinê bike, ji ber a ku hat kirin ji parastinê wêdetir xirabkirin û tûndûtûjiya li dijî mirovbûnê ye. Mirov dikare parastina cewherî ya ku xwe dispêre sîstema civakî weke tovê bingehîn ên hemû pîvanên xweparastinê di roja îro de rast bibîne û bike modeleke serkeftî ya nûjen. Di dîrokê de jî komên civakî ji bo parastina xwe bikin xwe spartine parastina cewherî û weke mafekî rewa li dijî hemû cûre êrîşên ji derve ev rêbaz bingeh girtine. Di rastiya parastinê de ji zagon û mekezagonan bêhtir rêgez û pîvanên exlaqî yên komînal dikarin heq bikin, lê bi şertê ku xweparastina ku bê esasgirtin nebe amûreke dagirkeriyê û di bin sîwana ferdekî dewletparêz de neyê organîzekirin.

Çekên ku niha di bin destê hêzên hegemondar de tên mezinkirin qaşo bi mebesta parastinê tên çêkirin dikarin hewirdora cîhanê zêdetirî deh caran tune bikin û bi erdê re bikin yek, ev çek ji bilî qirkirinê bi tu awayî çênabin bibin amûrên xweparastinê, berovajî wê amûrên tunekirina berhemên milyonan salan ên gelan e, tecrûbeya Hîroşîma û Nakazakî hîna di bîra dîrokê de zindî ye û diyar e ka ev dêwê bi navê bombeya atomî çi anî serê van her du bajaran, ji bilî wê çi çekên ku di bin navê parastinê de xweza, bajar û mirovan tune dikin amûrên herî xeternak ên dawîanîna li jiyanê ye. A rast çeka herî mezin a parastina rewa îradeya civakî û asta zanebûna civakan e. Çendîn parastin rêbazeke serkeftî ya berdewamkirina parastina nirxên civakî be, lê îradeya civakî ya ku rê li ber şerên qirkirina fîzîkî digire bêhtir dikare bibe xwedî roleke serkeftî ya parastinê.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.