Hêvî Keleş/ Qamişlo
Xwaringeha El-Simûd ku li taxa Xerbî ya li bajarê Qamişlo ye, di sala 1978”an de hatiye vekirin. Wê demê ew tekan e xwaringeha li taxê bû, li wir bû û yek ji navdartirîn xwaringehên pispor di warê çêkirina xwarinên gelerî de tê hesibandin.
Beriya 40 salî li bajarê Qamişlo, li taxa Xerbî li ser kolana Amûdê, Xwaringeha El-Sumûd yek ji nîşaneyên herî berbiçav ên bajêr bû. Ew ji xwaringehek ku xwarin pêşkêş dikir bêtir bû, ew beşek ji bîra kolektîf a bajêr bû.
Xwaringeha El-Sumûd di sala 1978”an de ji aliyê Hec Mûsa Ebdul Hemîd ve hatiye avakirin, Mûsa Ebdul Hemîd, di destpêkê de li ser erebeyeke gerok dixebitî ku humis, fûl û felafel difirot. Piştî pênc salan, wî Xwaringeha El Nejma li taxa Qidûrbek vekir. Çend sal şûnda, wî cihê xwaringeha niha ji xwediyê wê, Muhemed El Şamîa, kirî û wekî Xwaringeha El-Simûd bi nav kir. Mûsa di sala 2002”an jiyana xwe ji dest da. Wî projeya xwe bi xewneke biçûk û îradeyeke mezin dest pê kiriye, di demekê de ku Qamişlo bajarekî bêdeng bû, zû bû cihekî hevdîtinê ji bo karker, xelk û rêwiyan, herwiha bû cihekî ku çîrok û axaftinên rojane yên mirovan lê diciviyan.
Bêhna felafel û xwarinin jê derdiket û kolanên taxê tijî dikir, ji ber vê yekê mirovan dizanîbûn ku “El Simûd” roja xwe wekî her car zû dest pê kiribû. Ew bi xwarinên xwe yên xweş û gelêrî tê naskirin.
Xwaringeha El-Simûd nav û wateya xwe parast
Mûsa Ebdul Hemîd di nav xelkê Qamişlo de bi hezkirina xwe ya ji bo paqijiyê û rêzgirtina xwe ya ji bo kesên ku dihatin xwaringeha wî dihat nasîn. Wî gelek caran digot, “Paqijî bingeh e û xwarina baş ne hewceyî reklamê ye.”
Lê belê mîna karsaziyên din ên herêmê, xwaringeh jî bi rewşên dijwar re rû bi rû ma ji ber ku şert û mercên aborî û civakî yên bajar guherîn. Hejmara karmendan kêm bû û bihayên materyalên bingehîn zêde bûn, ku bandor li ser xebat û domdariya wê kir. Tevî vê yekê, xwaringeh bi salan berdewam kir, nav û wateya xwe parast, heta ku bû sembola xebata civakî li bajêr.
Di sala 2023”an de, piştî zêdetirî 45 salan ji xizmetê, hate ragihandin ku xwaringeh wê were girtin, ji ber ku erdê ku lê bû hate firotin û wê bibe avahiyek niştecihî, lê belê piştî ku erd hate avakirin dîsa xwaringeha El-Simûd hate vekirin. Niha jî rêveberiya wê Ramî Ehmed e, herwiha xwediyê xwarngehê du birayên bi navê Idrîs û Xalid ku xwaringeh beriya wefata Hac Mûsa jê kirîn. Di xwarigehê de 22 karker hene û beşê jinan û zilaman cûdayî hevin, herwiha di dema niha de xwarinên ku ew çêdikin bêhtir bûne.
Ew ji xwaringeheke gelêrî bêtir e, ew çîroka cihekî ye ku tevî guhertinan û dijwariyan jî li ber xwe daye.






