Farûk Sakik
Deh sal bere Prof. Dr. Norman Peach di axaftinek xwe de digot: Li Tirkiyeyê û li tevahiya Rojhilata Navîn tenê yek rêbertiyek siyasî heye ku mirov dikare baweriya xwe bi gotina wî bîne û baweriyê dide hemû aliyan; ew jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
Ev kesê ku behsa wî dike, di sala 1978’an de dema PKK ava kir, belkî bi tene bawerî dabû yên li dora wî kom bubûn û kesên ew naskirin bû.
Bi demê re, bi salan re, di qada navneteweyî de bû kesayetek wisa ku êdî dewletan jî li gorî paradîgmaya wî sîstemên xwe ber çavan derbas dikirin.
Bi qasî navî wî, navê partiya wî PKK jî dihat nîqaşkirin. PKK’ê bawerî dabû gelên Kurdistanê. Her kesî bawerî anî ku pirsgirêkên henin, ji aliye vê tevgerê ve wê werin çareserkirin.
Şer, şehadet, êş, komkujî, qetlîam li vê axê pirr hatin jiyankirin. Wê deme bedel dixwest û bedel dihat dayîn. Lê gelek encam hatin girtin. Hebûna Kurdan, bi Kurdan û bi dijminê Kurdan dane îspatkirin.
Di destpêka sala 2025’an de êdî derbasî serdemeke nû dibûn. Du merhaleyên vê pêvajoyê hebû; yek ‘aşitî’, du pêvajoya ‘civaka demokratîk’ bû.
Di pêvajoya aştiyê de PKK’ê bi kongreya 12’emîn ji bo encam girtina pêvajoya çaresriyê, xwe feshkir. Şerê çekdarî jî bi dawî kir. Dewletê jî êrişên xwe yê eskerî da seknandin. Şerê dewletê yê navxweyî (şerê AKP û CHP) bû sedema ku pêvajoya nû dereng serbasî merheleya ‘civaka demokratîk’ bibe.
Dema lijneyek ji komisyona meclisê derbasî Îmralî bû û bi Rêber Apo re muzekere dane destpêkirin, ev pêvajo derbasî qonaxa duyem a ‘civaka demokratik’ bû.
Di vê pêvajoyê de êdî sedemên ku şer dabûn destpêkirin dive hêdî hêdî ji holê werin rakirin. Statu û nasnameya Kurd êdî di çarçoveyek de were bicîh kirin. Çareseriyên wisa werin kirin ku êdî tucarî vegera kodên bere ne mumkin be.
Salek berê dema ku ev serdema nû destpêkir, herdu aliya behsa qedera herdu gelan ya dîrokî dikirin. Şerê Milazgirt, Çaldiran, û şerê Îstiklalê hin mînakên hevkariya Kurdan û Tirkan a dîrokê bûn. Ev mînak dihatin dayin û digotin vî rihî em dîsa îroj ji nûde dikarin zindî bikin. Di gotin, kê demê ev herdu gel ji hev qût bûn, rastî êrişên hêzên ji derve hatin û biçûk bûn.
Herî dawî Kemal Kiliçdaroglu jî behsa geşedanên Rojhilata Navîn kir. Peyva xwişk û biratiya gelan kir. Navnîşana pêşîgirtina talûkê jî, Îmrali îşaret kir.
Di qonaxa civaka demokratî de kare herî mezin li ser milê dewletê û civakê ye. PKK di qonaxa yekem de misyona xwe pêk anî. Rêber Apo nexşeriya xwe şandî ji tevgera azadiyê û ji dewletê re. Herdu alî jî berî dest bi vî karî bikin dive şertên jiyana Rêber Apo de hin sererastkirin werin çêkirin da ku pêşî li xebatên yên pêşerojê de veke.
Dewlet bi derxistina qanûna û bi dermankirina bîr-hafizayê dest bi pêvajoya duyem bike. Aliyên Kurdan jî bi xebatên xwe yên siyaseta demokratik civakê ji vê serdema nû re amadebikin.
Di vî warî de gelek kêmasî çêbûn û pêvajo ji civakê hat veşartin. Rêber Apo di her hevdîtinên xwe de digot civakê bidin fahm kirin. Lê mixabin hin çalakiyên ji rêzê û bi hin civînên teng, nikaribûn encam bigirin. Di nav civakê de hên jî gelek pirsen bêbersiv hene. Dive kadro û pêşengê siyaseta demokratik, bersiv bidin pirsen gel.






