Dîlan Mulhim\Qamişlo
Têkoşerê Kurd Dozdar Hemo di nava 30 salî de ji bo azadiya Kurd û Kurdistanê têkoşîneke bê hempa da meşandin, ew hem fermandarekî zîrek û pêşeng bû, hem jî hostayekî zîrek ê ramanê bû.
Kurtejiyana Şehîd Hemo
Şehîd Dozdar Hemo di sala 1969’an de ji bajarê Efrînê ji dayîk bû ye. Efrîn weke ku tê zanîn, navendeke çandê ye ku nirxên azadiyê yên Kurd, nirxên şoreşa çandiniyê, nirxên baweriya aryenîk lê têne parastin û mezinkirin. Efrîn bi serê xwe Kurdistan e. Çanda civaka exlaqî û polîtîk ku bi parastina wê, jiyandina wê û bi PKK’ê re bi yekbûnê, bi nirxên berxwedanê mayinde kirî, Kurdên azad ên ku di civakîbûna Efrînê de derketî holê, aniye asta ku bibe mirovên mînak ên serdemê. Şehîd Dozdar, bi van nirxên civakî mezin bû ye, ji kûr ve bi ser axa xwe ve girêdayî, nirxên civakî di ser her tiştî re girtiye, yekbûna bi hemû parçeyên Kurdistanê bi asta herî jor jiyan kirî, bi helwesta xwe ya milîtaniya pêşeng, tevahiya jiyana xwe bûye fermandarê mînak. Hê bi ciwanî polîtîkayên qirkirinê yên li ser Kurdistanê dîtiye û ji bo azadiya Kurdistanê biryar li ser têkoşînê da û 1990’an tevlî nav refên Tevgera Azadiyê bû. Piştî ku tevlî PKK’ê bû, ji Rêber Apo perwerdehiya jiyan, israr têkoşînê geş kir.
Pêşengê Kurd Dozdar bi salên dirêj di şertên herî giran de şervanî kir
Şehîd Dozdar Hemo bi salên dirêj di şertên herî giran de şervanî kir, li gelek qadên welêt ma, hê bi ciwanî di kesayat û helwesta xwe de fermandarî pêk anî. Lewma bi salên dirêj li qada şer xebatên leşkerî dan meşandin û tevlî gelek çalakiyan bû, Şehîd Dozdar ji bo her ciwanekî re bû nimûneya azadiyê. Mohra xwe li serketinên mezin da, di serî de bi kesayat, piştre li hemû qadên jiyanê, bi bawerî tevlê bû. Bi vê kûrahiyê hişmendiya rêveberî û pêşengiyê gelek xebatan dan meşandin. Herwiha şehîd Dozdar Hemo yekemîn kes bû ku di ragihandina Tevgera Azadiya Kurdistanê de cih girtî ye.
Şehîd Dozdar fermandarekî zîrek û pêşeng bû
Şehîd Dozdar hem fermandarekî zîrek û pêşeng bû, hem jî hostayekî zîrek ê ramanê bû. Bi nivîs, helbest, analîzên xwe yên siyasî, bi hêza mezin a propagandayê, mirov, jiyan û cîhan weke ku pirtûkek be dixwend û tiştên ku dixwend jî bi hostayî dikarîbû vebêje û binivîse. Bi salên dirêj di xebatên Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de rêveberî kir, di serdemên krîtîk de bi rolên girîng rabû. Li gel vê, di xebatên civakê de, di xebatên propaganda, dîplomasiyê de cih girt, bû xwedî helwest ku dema partiyê hewce dît li her deverê ji her peywirê re hazir bû.
Şehîd Dozdar kesayateke civakî bû
Şehîd Dozdar, kesayateke civakî bû ku bi devlikeniya xwe, bi diyaloga ku bi her kesî re, bi têgihiştina civakiya pozîtîf hem bi hevrêyên xwe re û hem jî bi gel re karîbû têkiliyê deyne parve bike. Di heman demê de,
Şehîd Dozdar îlhameke mezin ji şoreşa Rojava wergirt, pê bi coş bû û bi keda xwe tevkarî lê kir. Hişmendiya komînal a kûr a civakîbûna Efrînê di jiyana wî de diyarker bû. Gelekî dilsozê xak, çand û civakîbûna Efrînê bû. Bersiva li bîranîna Şehîd Dozdar ew e ku tola Efrînê bê hilanîn, Efrîn bê azadkirin û ji nû ve veguhere qada herî bedew a jiyana azad.






