Dilyar Cizîrî
Em di van rojan de pêşwaziya salvegera 47’an a damezirandina Partiya Karkerê Kurdistanê dikin. Rasthatina vê salvegerê ji yên beriya xwe cûdatir e, bi taybet bi gava dîrokî ya Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan ku di 27’ê sibetê de dest pê kir. Ji wê demê ve Tevgera Azadiyê di çarçoveya xwedîderketina li bangê gavên li pey hev avêtin.
Ji wan gavan encama Kongreya 12’an a PKK’ê û biryara fesixkirinê ye. Min şîroveyên hin derdoran xwend wiha fam kirine ku her tişt bi dawî bûye. Dibêjin piştî 47 salan her tişt diqede, ya rast tam berûvajî wê ye. Ji xwe Rêber Abdullah Ocalan di peyamên xwe de sedem û bandora biryara fesixkirina PKK’ê vekiriye.
Ya balkêş jî li aliyê din girseya gel li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çend rojan ve bi coş û kelecaneke mezin pêşwaziya salvegera damezirandina PKK’ê dikin. Ev jî bawerî û asta girêdana civakî ya bi tevgerê ve nîşan dide. Rast e PKK’ê biryar da û xwe fesex kir. Lê mîrasa tekoşîna dehên salan zindî ye û têra pêşvebirina pêvajoyê dike. Bi taybet ez ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibêjim.
Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser mîrasa PKK’ê ya em behsê dikin ava bû. Zemîna wê ya sereke jî tekoşîna Rêber Abdullah Ocalan a 20 salan a di vê qadê de ye. Ji bo em baştir rave bikin, pêwist e em pêvajoya beriya serhildana gel a Sûriyê bi bîr bixin. Rêjîma Baas piştî serhildana 12’ê Adarê ya sala 2004’an bi ser gelê Kurd hat û zordariyek mezin da meşand. Tevgera siyasî ya Kurdî li Sûriyê bi hemû partiyên xwe ve ji şoreşê re ne amade bûn.
Ên di rojên destpêkê de ala şoreşê rakirin şagirtên Rêber Abdullah Ocalan û xebatkarên dema tevgera PKK’ê li Rojava û Sûriyê di asta xwe ya herî bilind de bûn. Bi ezmûna 20’an a hebûna Rêber Abdullah Ocalan a li vê qadê û tekoşîna demdirêj a PKK’ê serkeftina şoreşê pêk hat. Şagirtên Rêber Apo yên ji kaniya tevgerê av vexwarin mîna Şehîd Xebat Dêrik, Sadiq Kobanê, Nûredîn Sofî û her wekî din bar rakirin. Encamên îro têne jiyankirin û hebûna sîstemek demokratîk wekî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, herwiha hebûna hêzeke stûnên biratiya gelan diparêzin wekî QSD’ê berhema wê tekoşînê ye.
Heger îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî dijwariya plan û êrişên têne meşandin, komkujiyên wekî yên Perava Sûriyê, Siwêda û wekî niha li Humsê pêk nayên, ew bi saya mîrasa tekoşîna PKK’ê û Rêber Apo ye. Ji lewra divê di destpêka nû ya Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ji berhemê rihê PKK’ê hatiye, em hîn zêdetir xwedî li nirxên zindî yên bi tevgera PKK’ê hatin afirandin, derkevin.
Ev bi taybet di vê dema veguhêz a Sûriyê tê re derbas dibe pêwistiyeke demê ye. Tenê bi parastina van nirxan û xwedîderketina li Banga Aştî û Civaka Demokratîk em ê karibin hemû planên dijber têk bibin, fermiyeta xwe di asta navdeweltî de mayînde bikin û parastina xwe ya heyî hîn misogertir bikin.






