Nehîr pale
Keçeke Kurd a 9 salî ye, gotina Pîrka wê:` Tu terbiyesizî` di mejiyê wê de ma ye. Dibe ku napirse çima Pîrka wê jê re dibêje:` Tu bê terbiye ye` lê di aqilê wê de dimîne. Ew hîs dike û di aqilê wê de hatiye rûniştandin her tevger bike dibe ku Pîrka wê dîsa bi acizbûn jê re bibêje:`Tu bê terbiye ye`.
Ez dixwazim ji hemû aliyan ve li bandora vê gotinê, li ser keçên biçûk binêr im. Destpêke ez dikarim vê gotinê parçeyek ji sîstema dewlet û civaka zayendperest bibîn im, ya dîtir jî ev gotin dûrî exlaq e û yek ji rêbazên desthilatdariyê ye.
Keç û jinên li gorî adet û zagonên malbatê û civaka zayendperest tevnegerin bê terbiye têne dîtin. Her kes fêr bûye ku çi ji jinê re bibêjin divê jin bêdeng bimîne û bersiva wan nede. Kîjan jin li gorî wan tevnegere û li wan guhdar neke wê bê exlaq û bê terbiye dibîn in. Terbiye, exlaq ji bo jinan mijarên ku çarenûsa wê diyar dikin û gelekî bandor li ser jinê dikin. Eger tu ji jinekê re bibêje tu bê terbiye ye, mîna tu wê bukjê, ew qasî neyînî bandor lê dike. Êdî ji xwe şerm dike û nema dikare li riwê kesekî binêr e.
Exlaq û terbiye li gorî pîvan û zagonên dewlet û dîn hatine diyar kirin, malbat jî li ser zarokên xwe ferz dikin. Jin ji temenekî biçûk tê fêrkirin ku li gorî pîvanên dewletê û dîn biçe. Ew pîvan û zagonên di bin navê terbiye û exlaq ji jinê re têne diyar kirin, dawiya wê koletî ye. Di encama exlaq û terbiya civakê de jineke azad dernakeve, jineke baskên wê şikestî, fedyok û zeyîf derdikev e.
Jina hewl dide ku bibe xwedî nêrîn û di hemû rewşên malbatî û xebatê de bibe xwedî helwest ji aliyê malbat û civaka zeyendperest ve bê terbiye tê nas kirin. Li ser van jinan şerekî taybet ê mezin tê meşandin, ne mumkine ku di hest û aqil de aram bijî. Ji ber ku hewl dide hebûna xwe diyar bike û bibe xwedî helwest her kes êrîşî wê dikin.
Keçeke 9 salî ji ber li malbata xwe guhdar nake jiyan li wê kirine jehr û wê ji mafên wê mehrûm dikin. Malbat şûna ku pêre bibe alîkar û fêr bibe hebûna xwe biparêz e êrîşî wê dikin ji ber li zagon û quralên wan guhdar nake. Her wiha jinên ku temenê wan hejdeh derbas bike ji ber li zagon û quralên malbatê guhdar nake tûndî lê tê kirin û ew şidet dibe ku bighîje asta ku ji aliyê bav, bira û hevjînê xwe ve were kuştin.
Terbiya ku malbat behsê dike li gorî exlaqê dewletê ye û dikeve xizmeta dagirkeran de. Ya herî zêde dibe qurbanê vê yekê jin û ciwan in. Jin an wê serê xwe li ber zayendperestî û zagonên dewletê bitewîne û teslîmî mêr bibe yan jî wê were red kirin û bi tenê were hiştin.






