Solîn Mihemed/ Qamişlo
Rêxistina Kongra Star di çarçoveya bernameya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan û di bin durişmeya ‘Em bi hev re li dijî tundiyê civakeke demokratîk û komînal ava bikin’ meşeke girseyî li bajarê Qamişlo li dar xist.
Di çarçoveya bernameya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan û di bin durişmeya ‘Em bi hev re li dijî tundiyê civakeke demokratîk û komînal ava bikin’, Kongra Star li çarxereya pêşesaziyê ya bajarê Qamişlo meşek li dar xist. Di meşê de bi sedan jin li ser asta kantona Cizîrê hazir bûn.
Di meşê de wêneyên Rêber Apo, alên Kongra Star û pankartên ‘Em hene û em xwedî têkoşînin’ hatin hildan. Di heman demê de bi siloganên ‘Jin Jiyan Azadî’ hatin berizkirin.
Meş ku ji çerxereya pêşesaziyê dest pê kiribû, li stadiyoma Heysem Kiço ya bajarê Qamişlo veguherî mîtingê. Di dstpêka mîtingê de deqeyek rêzgirtin li ser giyanê şehîdan hat rawestandin û piştire axaftin hatin kirin.
Li ser navê Koondîrasyona Kongra Star Rîhan Loqo axivî û wiha got: “Em berxwedana tevahî jinên Sûriyê pîroz dikin û em dibêjin ku hûn her hebin jinên berxwedêr. Berxwedan û têkoşîna jinan li vê qadê careke din israr dikin ku 25’ ê Mijdarê roja têkoşînê li dijî tundiyê ye, herwiha roja berxwedana li hember hişmendiya nijadperest û roja israrkirinê di jiyana azad û wekhev de ye. Lewma em bi boneya 25’ê Mijdara 2025’an di şexsê her sê xwişkê mîrepal, her sê jinên berxwedêr yên ku berxwedana dîrokî li hember mêrdewlet dane meşandin, em tevahiya şehîdên azadiyê bi bîr tînin û bejina xwe li beranberî wan ditewînin.”
Piştre li ser navê Meclisa Cîbicîkar a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Vîviyan Osê wiha axivî: “Jin ne tenê nîvê civakê ne, lê belê ew nirxên civakê ne û civakê diafirînin. Di heman demê de tundiya ku li ser jinê tê kirin ne kiriyar û nêzîkatiyeke ji rêzê ye, lê belê ev tundiya li hemberî jinê tê kirin sûceke dijmirovî ye û gefên li ser civakê ne. Ji ber vê yekê pêwîst e em jiyan û civaka xwe biparêzin û nirxê jinê nas bikin. Bêguman jin jî karîbû ku têkoşîneke bêhempa li hemberî tundiyê bide meşandin, herwiha karîbû ji tevahî cîhanê re xwe bide isbatkirin.”
Di dawiya mitîngê de şanoyek li ser tundiya li dijî jinê ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn ve hat pêşkêşkirin.






