Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hikumeta veguhêz bi riya êrişan dixwaze peymana 10’ê Adarê vala derxîne

25/11/2025
in ROJEV
A A
Hikumeta veguhêz bi riya êrişan dixwaze peymana 10’ê Adarê vala derxîne
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Êrişên çeteyên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyê û çeteyên DAIŞ’ê li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin. Li hemberî wê jî ji bo parastina gelên herêmê û di çarçoveya parastina rewa de QSD’ê bersiva êrişan dide.

Bi her gavekê di danûstandinên ku armanca pêkanîna peymana 10’ê Adarê ya ku di navbera fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî û serokê hikumeta veguhêz a Sûriyê Ehmed El-Şara, nemaze di warê entergerkirina leşkerî de; tê kirin. Hikûmeta veguhêz a Sûriyê hewl dide ku xalên peymanê û pêşketinên di danûstandinan binpê bike, çi bi êrişên li ser xalên QSD’ê an jî derxistina agahiyên ne rast li dijî wan. Di heman demê de ew rê li ber komên biyanî vedike da ku êrişî herêmên Bakur û Rojhilatî Sûriyê bikin.

Di 15’ê Cotmehê de çekdarên girêdayî hikumeta demikî êrişî gundê Xanim Elî yê gundewarê Reqayê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin. Li gorî daxuyaniya QSD’ê hêzên wan du balfirên bê miorv (Dron) ku ji xalên hikumeta veguhêz hatine şandin li ser gundê Xanim Elî  xistine.

Herwiha QSD’ê diyar kir ku drona yekem ji cûreya Matrice M30 bû, ya duyem jî droneke êrîşê ya FPV bû. Hate destnîşankirin ku piştî kontrolkirina bermahiyên her du dronan û gihîştina xala ku hat hedefgirtin, tîmên QSD’ê yên teknîkî daneyên di karta bîranînê ya drona Matrice M30 de derxistin û analîz kirin. Di dema pêvajoya analîzê de, eşkere bû ku ekîba ku dron dixebitand û operasyonên keşf, çavdêrî û êrîşê pêk dianî, komek ji çekdarên biyanî yên girêdayî DAIŞ’ê bûn, ku di çeperên komên hikûmeta veguhêz de li hember xetên parastinê yên Hêzên Sûriya Demokratîk bi cih bibûn.

Di 22’ê Cotmehê de dîsa komên çekdar yên girêdayî hikumeta veguhêz li dijî bargeheke Hêzên Sûriya Demokratîk li bajarokê Ebû Hemam li gundewarê rojhilatê Dêrazorê êriş pêk anî, di êrişan de dronên xwekuj hat bikaranîn.

Ev dane bi awayekî tekeziya beşdariya hejmarek ji çekdarên hikûmeta veguhêz di hevkariya bi çekdarên biyanî yên girêdayî DAIŞ’ê re piştrast dikin, ev yek dihêle ku ew cih û xalên wan bikar bînin da ku êrîşên keşfê û dronan pêk bînin, bi vî awayî rê dide rêxistina terorîst ku şiyanên xwe bi awayekî xeternaktir ji berê zêdetir ji nû ve ava bike.

Ev êrişa bserûber ji aliyê hikumeta veguhêz pêk hat piştî ku rêveberiya Amerîkayê erê kir ku hikumeta El- Şeri tevlî Koalîsyona navnetewî ya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê bibe.

Li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê 13 êriş pêk hatin

Di vî warî de, Ajansa Nûçeyan a Hawar bûyer û êrîşên hevdem ên hêzên Hikûmeta veguhêz û çeteyên DAIŞ’ê li ser gundewarên Tebqa, Reqa û Dêra Zorê şopand û li ser bûyerên hevdem bi rêzê raporek amade kir.

15ˊê Mijdarê, hêzên hikumeta demikî ya Sûriyê bi dronên xwekuj û çekên giran êrişî nuqteyên QSDˊê yên li eniya gundê Xanim El Elî yê li rojhilatê Reqayê kir, di encamê de 3 şervan birîndar bû. Êriş hat têkbirin û êrişkar birîndar bûne.

Di heman rojê de kesên li ser motorsiklêtê siwar bûbûn, diruşmên DAIŞˊê diavêtin û sembolan wan rakiribûn, li bajarokê Baxozê erebeya hevserokê Şaredariya Baxozê Ehmed Nafii gulebaran kir, di encamê de zirarên madî çêbûn.

16ˊê Mijdarê, dema endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn vedigerî mala xwe li ser rêya lez a li bajarokê Mihêmîdiyê yê rojavayê kantona Dêrazorê ji hêla çekdaran ve hatibû gulebarankirin û di cih de şehîd bû.

18ˊê Mijdarê, kesên nenas Komeleya Perwerdê ya bajarokê Xeranîc ê rojhilatê kantona Dêrazorê şewitandibû û di encamê de zirarên madî çêbûn. Ev bûyer piştî çend hefteyan ji şewitandina avahiya Kombûna Jinan a Zenûbiya ya bajarokê Ebû Hemam a li heman gundewarî û nivîsandina gotinên girêdayî çeteyên DAIŞˊê, pêk hat.

19ˊê Mijdarê, QSDˊê 2 dronên çeteyên DAIŞˊê ku ji nuqteyên girêdayî hêzên hikumeta veguhêz ên li eniya gundê Xanim El Elî yê gundewarê rojhilatê Reqayê derketibûn, xistibûn xwarê. QSDˊê bi dîmen aşkera kiribû hin koman ji bo hêsankirina êrişa DAIŞˊê destek dabû. QSDˊê bi şev bersiv da cihê derketina wan dronan li gundewarê başûr û rojhilat ê Reqayê.

20ˊê Mijdarê, bi çekên giran pevçûnên li heman eniyê dewam kirin. Hêzên hikumeta veguhêz rêya di navbera Reqa û Dêrazorê de ya li nêzî bajarokên El Bohemed û El Xanim El Elî yên rojhilatê kantona Reqayê de girtibûn û li ser benda kontrolê ya Reqa-Meidan bi dehan ciwanên di hundirê basên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ber bi Dêrazor û herêmên hundirê Sûriyeyê ve diçûn, girtin.

Di heman rojê de, çeteyên “Firqeya 80ˊan” ên girêdayî hikumeta veguhêz bi çekên sivik û navîn êrişî xelkê gundê Cib Ebyed ê bakurê bajarê Dêr Hafirê yê gundewarê kantona Tebqayê kiribû, sivîl birîndar bûbûn. Ew êriş, piştî 2 rojan ji qetilkirina Ebdullah El Mûsa yê ji heman gundê pêk hatibû.

Di heman rojê de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn şaneyeke DAIŞˊê ya ji 2 kesan pêk tê yên ji Hesekê bê bandor kiribû. Hêzan ragihandibû ku wan her du çeteyan li xwe mikur hatibûn ku bi çavdêriya serkirdeyan li Şamê û Serêkaniyê li dijî QSDˊê û Ewlekariya Hundirîn êriş pêk anîne.

21ˊê Mijdarê, şaneyên DAIŞˊê li bajarokên Ebrîha û Zîban ên gundewarê rojhilatê Dêrazorê bi gule û bombeyan êrişî nuqteyên ewlehiyê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn kiribûn, lê tu kes birîndar nebûbûn. Hêzan bersiva jêderên êrişan dabûn û dewriyeyên şopandina êrişkaran pêk anînbûn.

Hikumeta veguhêz dixwaze peyama 10’ê Adarê têk bibe

Zêdebûna êriş û binpêkirinên ku ji hêla hikumeta veguhêz pêk tên  metirsiyê bi xwe re tîne ku dîsa ragerşiyê li herêmê zêde bike, ji dema îmzekirina peyaman 10’ê Adarê ku di navbera Fermendarê Gitşî yê Hêzên Sûriya Demokrat QSD’ê û Ehemd El-Şeri, hikumet dixwaze bi çi awayî vê peymanê têk bibe, çi di riya tolaqkirina danûstendina an jî êrişên li ser xalên QSD’ê.

Hikumeta veguhêz wekî rêjîma berê dixwaze hîn jî sîstema navendiyê berdewam bike da ku her tişt di destê wan de be, lê ji ber bûyer û kumkijiyên ku di destpêka hatina wan li ser desthilatê li herêmên peravê û siwêda pêk hat hişt ku baweriya piraniya gelên herêmên din bi vê hikumetê nemîne, ji ber ku ji her kesî re tê zanîn ku berê wekî rêxistineke terorê dihat nasîn ku diheman demê de jî heya niha çekdarên tundraw û biyanê cihê xwe di nav de digrin.

Gelên Sûriyê êdî nema sîstema navendiyê qebûl dikin û banga pêkanîna nenavendiyê dikin, ji be ku ev sîstem rêya çareseriya tevahî pirsgirêkên Sûriyê ye, nimûneya wê ya herî bi serkeftî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e ku li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye pêk anîn, di nav de hemû pêkhate û olê di herêmê de dijî beşdarî rêveberiyê bûne di heman demê de rola jinê ya herî serke ye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.