Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Peyama Rêber Apo ya ji bo 25 Mijdarê

25/11/2025
in ROJEV
A A
Peyama Rêber Apo ya ji bo 25 Mijdarê
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Rêber Apo: Eşkere ye ku  jinbûyîn zehmet e, Rizgarkirin jî ne hesan e lê belê divê jin vê yeke bi wêrekî bike. ji bo xençerê serweriya mêr ê li pişta mirovahiyê ketiye bê darxistin û jiyaneke azad û demokratîk bê avakirin, dive pêşengiyê bike.

Rêber Apo bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê peyamek da. Peyama Rêber Apo bi vî rengî ye:

“Civak ne avaniyeke çînî ya ji yek tebeqeyê ye, civak qadeke têkoşînê ya li ser bingeha zayend e, dîrokî ye û ji gelek tebeqeyan pêk tê. Pirsgirêka destpêkê û ya herî mezin a mirovahiyê şoreşa dijber e, ku bi kolekirina jinê re destpê kir û êriş bir ser civakîbûna li dora jinê ava bûye. Tundiya li nava malbatê, kuştina jinan, zexta baviksalariyê ya heyî, hemû jî nîşane û dewama vê êrişa dîrokî ne. Avaniya kastîk a ku êriş bir ser komunalîte û civakîbûna li dora jinê, piştre li Mezopotamyayê veguherî meclîsa xwedayan, rahîbên Sumeran û ji wir jî veguherî fîrewn û qralan, bi vî rengî zexta baviksalariyê ya li ser civakê daîmî kir.

Di vê serdemê de jin madeya xav a herî hêja ya kapîtalîzmê ye. Bedena wê tê firotin, kesayetiya wê pêşkêşî bazarê tê kirin. Jin a ku ruhê wê jî ji aliyê mêr ve hatiye dagirkirin, bi vî xençerê koletiyê dijî ku mejiyê baviksalarî li pişta wê xistiye. Hiyerarşiya civakî ya bi serweriya mêr ku ji aliyê şerê şaristaniyê yê hezaran salî ve hate afirandin, tundî û şer bi xwe re tîne. Şaristaniya mêr a bi dewletê ziman, hilberîn, bedena jinê, piştre jî civak jê standiye. Heta ku ev rastî neyê dîtin ji bo azadiyê gav nikare bê avêtin.

Rewşa bi pirsgirêk a ku sîstema bi serweriya mêr xistiye nava jinan divê bê fêhmkirin û çareserkirin. Dema ku mirov kuştina jinan, tundiya li nava malbatê, tundiya li jinê, mêtingeriya ji ber cihêkariyê bînin ber çavên xwe, hingî asta koletiyê ji texmînan bêhtir mezin û bilind e. Jin bi temamî hatiye xistin. Rastiya wê hatiye berevajîkirin. Ew xirxalên ku jin ji bo xeml û rewşê bi xwe ve dikin, ew xizêmên ku bi pozê xwe ve dikin, hemû jî nîşaneyên koletiyê ne ku ji dîrokê û vir ve hatine. Li nava modernîteya kapîtalîst koletiya jinê hîn kûr bûye, sîstemê jin veguherandiye amûreke bazarê û xemilandinê. Ji bo rizgariya ji vê koletiya bi rêk û pêk, ji bo azadiyê pêwîstî bi kûrbûneke mezin û rêxistiniyê heye.

Ti ji pêngava azadiyê ya civakî, heta ku azadiya jinê neke esasê xwe nikare bibe şoreşeke rasteqîn. Têkiliyên navbera jin û mêran gelekî metirsîdar dibînim. Me azadiya jinê ji xwe re kir esas û bi vî rengî têkilî nirxand. Beşa herî mezin a karên me, karên jinê ye. Girîng e ku têkilî û nakokiya navbera jin û mêr bê fêhmkirin. Me, serweriya mêr a ku azadiya jinê asteng dike û jinê bi her awayî dike kole analîz kir, nirxand. Me sosyolojiya azadiyê afirand. Eşkere ye ku jinbûyîn zehmet e, rizgarî jî ne hêsan e lê belê divê jin vê yekê bi wêrekî bike. Ji bo xençerê serweriya mêr ê li pişta mirovahiyê ketiye bê derxistin û jiyaneke azad û demokratîk bê avakirin, divê pêşengiyê bike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.