Hêvî Keleş/ Qamişlo
Bi boneya 25’ê Mijdarê, bi sernavê “Di navbera Ezmûnên Herêmî û Peymanên Navneteweyî de, Qanûnên Parastina Jinan” Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) û Yekîtiya Ragihandina Jinan (YRJ) li Navenda Yekîtiya Ragihandina Azad simînerek dan.
Di çarçoveya çalakiyên bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan, bi sernavê “Di navbera Ezmûnên Herêmî û Peymanên Navneteweyî de, Qanûnên Parastina Jinan” Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) û Yekîtiya Ragihandina Jinan (YRJ) li Navenda Yekîtiya Ragihandina Azad, bi beşdarbûna rojnamevanan simînerek dan. Simîner li ser rola şoreşa jinan li Rojava û rola saziyên peywendîdar û rêxistinên jinan di têkoşîna li dijî tundûtûjiya li dijî jinan de, herwiha veguherînên radîkal ên ku wê di avahiya civakê de pêk aniye, bi taybetî piştî ku Rêveberiya Xweser a Demokratîk qanûnên ku wekheviya di navbera jin û mêran de garantî dikin û rê li ber jiholêrakirina hemû cureyên cudakariyê vedikin, qebûl kir.
Di destpêka simînerê de axaftin li ser girîngiya şoreşa jinan li Rojava hat kirin û wiha hate gotin: “Şoreşa jinan li Rojava ne tenê tevgerek civakî bû, lê belê projeyek rizgariyê ya berfireh bû ku rewşa siyasî, civakî û aborî ya jinan sererast kir û qonaxek nû ya beşdariya çalak di biryardanê de ava kir. Qanûnên ku ji hêla saziyên Rêveberiya Xweser ve hatine pejirandin, di nav wan de ya herî girîng qanûna Jinan e, ew gavek girîng bû ber bi bicihkirina edaleta zayendî û misogerkirina jiyanek bê tundûtîjî û cudakariyê.”
Wekheviya Mafan û Rola Qanûnê
Di berdewamiya semînerê de bal hat kkişandin li ser zagonên jinan û girîngiya xalên qanûnî yên ku prensîba wekheviya zayendî ya tevahî di saziyên rêveberiyê de destnîşan dikin, di nav de temsîliyeta jinan a ji sedî 50 di saziyên cûrbecûr de û herwiha qedexekirina zewaca zarokan, pirjinî û şîdeta navmalî hate nîqaş kirin. Ev wekî gaveke erênî di parastina jinan û bidestxistina mafên wan de hate hesibandin. Herwiha hate tekez kirin ku mafên jinan li Rojava gelek waran digire nav xwe, yên herî girîng: Mafên siyasî, weke beşdarbûna di serokatiyê û biryardanê de, Mafên aborî û Mafên civakî.
Simîner bi taybetî li ser çawaniya bidawîkirina cudakariya li dijî jinan bi rêya reformên qanûnî, hişyarkirina raya giştî û aktîvkirina rola saziyên sivîl, medyayê û ragihandinê û dadwerî sekinî. Axaftvanan rave kirin ku jiholêrakirina cudakariyê hevrêziya di navbera aliyên qanûnî, civakî û perwerdehî de hewce dike û ne tenê meseleya guhertina qanûnan e.






