Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hestên netewî li cem xwendekarên derçûyî dibe rojeveke watedar

23/11/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Hestên netewî li cem xwendekarên derçûyî dibe rojeveke watedar
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Spas QSD’ê, Diyarî Şehîdên Kurdistanê û ‘Ji bo pêşnegên Tevgera Azadiyê PKK, KCK’ê’ sê hevokên watedar in ku duh di şahiya derçûna xwendekarên Zanîngeha Rojava de berz bûn. Wan xwendekaran bi hevokên zênrîn derçûnên xwe diyarî Şehîdan, PKK û QSD û tevayiya gelê Kurd kirin.

Berzbûna kumên derçûnê li ahengê

Zanîngeha Rojava li parka Azadî a bajarê Qamişlo şahiya derçûnê ya 5’an ji bo xwendekarên xwe yên derçûyî li dar xist. Hejmara xwendekarên ku derçûn 211 bûn. Tê de nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, endamên fakulteyê, malbatên xwendekaran û bi sedan kes li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade bûn. Coşa ku malbatên xwendekaran, mamosteyên zanîngehê û kesên amade ji bo kêfxweşiya derçûna xwendekaran dan afirandin, pir watedar bû. Tişta balkêş a ku di ahengê de berz bûbû, kumên derçûnê yên xwendekaran bûn. Wan xwendekaran bi hestên xwe hevokên balkêş û dagirtî wate nivîsandibûn. Bêguman her xwendekarek pêşxistina welatê xwe û bilindkirina asta perwerde û zanistê kedê dide û derçûna xwe diyarî hin kesan dike yan jî tub ê bertek derdiçe. Lê duh hin xwendekaran têkoşînek li dijî hestên xwe yên takekesî kiribûn, da ku aliyê netewperwerî li cem  wan berz bibe û her yek ji wan muhra xwe di serkeftinên Kurdistanî bide. Gelek xwendekar rojevek ava kirin bi hevok, peyam û hestên xwe, lê yên herî balkêş; ‘Spas QSD’ê‘, ’Diyarî Şehîdên Kurdistanê’ û ‘Ji bo pêşnegên Tevgera Azadiyê PKK, KCK’ê’

Hevoka li ser komê derçûyekî: Spas QSD’ê

Xwendekarekî ciwan ji wan xwendekarên ku duh derçû, li ser kumê xwe yê derçûnê nivîsandibû ‘Spas QSD’ê’. Wekî tê zanîn QSD hêzeke erkdar e ji bo peydakirina ewlehî û aramiyê ji bo tevahiya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Têkoşîna QSD’ê ya bêhempa, destkeftiyên dîrokî bi xwe re anîn ji bo Rojavayê Kurdistanê, yek ji van destkeftiyan jî avakirina Zanîngeha Rojava û tevahiya, dibistan, saziyên perwerdekirinê û peymangehên Bakur û Rojahilatê Sûriyê. Lewam xwendekarekî dilsoz derçûna xwe diyarî şervanên QSD’ê kir û got ‘ Spas QSD’ê’ gotineke kurt e, lê ev hevok tekez dike ku têkoşîn, ked, xebat û şerê efsûnî yê ku QSD’î ji bo azadî û demokrasiyê dide meşandin, nayê jibîrkirin, herwiha hemû nifş, tevahiya qadên civakê bi hemû pêkhateyên xwe ve, şagirt, dibistan, yekîtî, zanîngeh, xwendekar û hwd… piştgiriya hêza xwe QSD’ê dikin, hem jî spasdarya têkoşîna wê dikin li ser destkeftiyên dîrokî.

 ‘Ji bo pêşnegên Tevgera Azadiyê PKK, KCK’ê’

Xwendekareke jin a ku têr bûbû ji hizir û felsefeya PKK’ê li ser kumê xwe yê derçûnê hevoka ‘Ji bo pêşnegên Tevgera Azadiyê PKK, KCK’ê nivîsandibû. Di şahiya derçûnê de wê jina bi hêz ew kum bi dilxweşî li gel nîşana serkeftinê bilind dikir. Min bi xwe hest û heskirina wê ya ji PKK’ê re di rûyê wê de didît, herwiha ji dilê wê deng berxwedana PKK’ê dibihîst, li ser dêm û kenê wên aştiyek hebû mîna doza aştiyê ya ku îro PKK’ê dimeşîne. Wê jina berxwedêr diyariya xwe şand Gerîla, çiyayên Kurdistan û PKK’ê da ku spasdariya wan bike li ser destkefiyên ku ji bo Rojava û tevahiya Kurdistanê dane misogerkirin.

Xwendekarkeke derçûyî: Diyarî Şehîdên Kurdistanê

Gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê Şerê Gelê Şoreşgerî li nik pêkhateyên din didin meşandin, bi dirêjahiya şoreşê re bi hezaran şehîd canê xwe feda kirine ji bo gel. Şoreş, avakirina Zanîngeha Rojava û pêkanîan jiyaneke bi ewle, pêşketina perwerdeyê bi xwîna şehîdan pêk hatiye. Tişta nirxdar ew e ku her sal Zanîngeha Rojava bi mamoste û xwendekarên xwe ve serdana pekrewangehên şehîdan dikin û bejina xwe li ber şehîdên azadiyê ditewînin. Ji vê watedar tir ku jineke Kurd û gelek xwendekarên din hevokên curbecur ji bo şehîdên Rojavayê Kurdistanê li ser kumên xwe neqişandibûn. Lê jinekê nivîsandibû ‘Diyarî Şehîdên Kurdistanê’ ev tekez dike ku xwendekar keda şehîdan ji bîr nakin, ji bo wan dixwînin û barê wan hildidin ser milê xwe da ku welatê xwe bi rê ve bibin û ava bikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.