Ezîz KOYLUOGLU
Siyaseta Erogan ya Sûriyê her ku diçe zêdetir hildiweşe. Êdî herkes vê dibîne û dibêje. Bi propagandayên xwe nepixandinê û Kurdan tehdît kirinê jî nikare ev rastiya xwe veşêre. Rastiya Erdogan ne tenê ji aliyê dijberê wî, êdî ji aliyê kesên pişta xwe spartibûn wî têdîtin. Xwepêşandanên li Bab’ê, Idlib’ê dîsa nîşanda ku, hevkarên Erdogan êdî liberamberî wî nerihetin. Ev nerihetiyên hevkarên Erdogan yên wek Heyet Tahrîr El Şam û DAIŞ xwe dispêre guhertina siyaseta Erdogan.
Gelek kes dibêje li Idlibê çi dibe? Ev pirs serê herkesê diêşîne. Dîsan Idlibê, Rûsya û rejîma Sûriyê her roj derdor bombebaran dikir, navendê çavdêrî yên Tirkan dikin hedef û hin leşkerên Tirk tên kuştin jî, lê Erdogan dengê xwe nake. Li beramberî vê ji Bakûr û Rojhilatê Sûriyê heta niha ti êrîşek yan jî metirsiyek li ser Tirkiyê tineye ye jî, Erogan her roj tehdîdan dike, dibêje ez ê bikujim, xerab bikim hwd. Li aliyekî Rûsya her roj êrîşî berjewendiyê Tirkiyê yên li Idlibê dike, li aliyekî hevkarê Tirkiyê, Dewletê Yekbûyî Amerîka hinek be jî ligora berjewendiyê Tirkiyê tevdigere. Erdogan dengê xwe ji Rûsya ku her roj êrîşî berjewendiyê dike re nake, her roj gefan li hevkarê xwe Amerîka dixwe. Dibe ku ev wek nakokî be jî, lê rastiya siyaseta dewleta Tirk dide nîşandan.
Dewleta Tirk ya dibin dîktaroriya Erdogan deye hevsarê xwe daye destê Rûsya. Peymana Soçî û di demê dawî nûkirina wê eşkereye ku Erdogan ligora berjewendiyê Rûsya tevdigere. Erdogan çend roj berê çû cem Pûtîn û rewşa Idlibê nîqaş kirin. Ev hevdîtin biqasî hate zanîn wek seatek û 20 deqe domiyaye. Ev jî tê wateya çend gotin ji hev re kirine û encamê wê diyar bû ku, pirranî Pûtîn axifiye. Erdogan’ê xwe wek cengawerek dide diyar kirin, hetta liberamberî mutefikî xwe yê NATO yên Ewropî û Amerîkî gefan dixwe, dema berê xwe dide Rûsya, bêdeng dibe.
Berî niha jî min gotibû peymana Soçî ne tenê peymanek dinavbera Tirkiyê û Rûsya debû. Dewleta Tirk hinek jî bêdilê xwe li ser navê Amerîka û Ewropa ev peyman mor kir. Çinkî demek dirêje dewleta Tirk, dev ji siyaseta xwe ya berê ya Sûriyê berdaye, ketiye çarçova Rûsya.
Ez dikarim bêjim niha plana Rûsya û Tirkiyê ya Idlibê dimeşe. Li gora ev plana gava destpêkê ew bû ku wê Xan Şixûn radestî rejîma Sûriyê bihatana kirin. Lê komên li wê herêmê liberxwedan, hin fermandarên Tirk jî destek dan komên Heyet Tarhrîr Şam û hwd. Di encama ev lihevkirina Rûsya û Tirkiyê, dinava Tirkiyê de nerazîbûn derketin û 5 generalê wan dev ji kar berdan.
Gava duyemîn ya lihevkirina Erdogan û Pûtîn ew e ku, ji Cisir Şixûr heta Sekarîb ku, Sekarîb çerxe rêya M4 û M5 e, ev herêma heta rojavayê Helebê radestî rejîma Sûriyê û Rûsya bike. Lê diyare ev wê bêşer nebe. Komên girêdayî dewleta Tirk jî dîtin ku, sozê dewleta Tirk jibo wan dide, di erdê de berovajî wê tevdigere. Di xwepêşandanên Idlibê de dirûşmeyên <Tirkiya xayîn> ji bo wê hatin bilind kirin. Niha gelek kom û bitaybet gelê Idlibê zane ku dewleta Tirk ne ji bo wan, ji bo berjewendiyê xwe wan dide bikaranîn.
Piştî Xan Şixûn ji aliyê rejîma Sûriyê ve hate kontrol kirin, navenda çavdêriya 9. ya dewleta Tirk ket bin dorpêça rejîma Sûriyê. Gelek kesan merak dikir ku, wê Rûsya û rejîma Sûriyê liberamberî ev rewşa heyî çi bikin. Wê siyaseta dewleta Tirk çewa be? Niha diyar bû ku ev navenda heta niha wek xwe maye. Hêj leşkerên Tirk li wê navendê ne. Diyar dibe ku mayina ev navenda çavdêriyê jî ligora peymana Rûsya û Tirkiyê ye. Li gora Rûsya çend sed leşkerên Tirk dibin dorpêça wê niha diberjewendiyê wê deye. Dewleta Tirk jî, vê rewşê wek serkeftina xwe difroşe. Lê dirastî de li vir dîsan plana Rûsan dimeşe.
Kurtasî; li rojavayê bakurê Sûriyê dewleta Tirk ya bitemamî xwe radestî Rûsya kiriye, wek amûrekî siyaseta Rûsya, piştî lihevhatina bi Amerîka re jî, gefên êrîşkariyê li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Gelo wê çiqasî vê bidomîne? Ne zêde…






