Mihemed Seydi
Di nava agirê li herêma me de, Kurdan rola agirkujiyê girtiye ser milê xwe. Li Sûriyê ji bo agirê ku Daiş’ê pêxist û xeteriya komkujiyan, Kurdan xwe kir bend û pêşî li vî agirê ku Ter û hişk dabû ber xwe girt. Li bakur Kurdistanê jî dîsa dewlet ji bo ku agirê muhtemel ê li ser serê wî wê pêkeve û pêketiye, xwe davêje bextê Kurdan û dixwaze bi wan re li hev were. Ji ber wê ye ku di 21’ê Mijdara îsal de, piştî nîqaş di nava dewletê de dihat kirin ka ew ê çawa bi awayekî fermî serdana Îmralîlê bikin, biryara serdanê ji aliyê MHP û AK-Partiyê ve hat girtin. Li aliyê din jî formek li bajarê Dihokê yê başûrê Kurdistanê hat li darxistin û rayedarên bakur û Rojhilatê Sûriyê di sêrî de fermandarê QSD’ê Mezlum Ebdî û seroka Daireya Karên derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed beşdar bûn ku li wir hin rayedarên Tirk ên weke Ehmed Dawud Oglo jî amade bûn. Dawud Oglo beriya demekê serdana Silêmaniyê jî kiribû û li wir bi serokê YNK’ê Bafil Telebanî re jî rûnişt û pesna siyaseta Mam Celal Telebanî jî dabû. Di demekê de ku beriya wê dewleta Tirk heta gefa kuştina Bafil xwaribûn û digotin ku ew divê xwe dûrî PKK’ê bixe. Li gorî ku raportajên ku Dawud Oglo dide, ew qale hevdîtinên xwe yên baş bi serokê MHP’ê Dewlet Bahçelî re di van demên dawî de dike. Yanî, tê fêmkirin ku ev tevger û serdanên wî bi ferman û agahdariya Bahçelî pêk tên. Ji ber di destpêkirina pêvajoya ku bi banga Rêber Ocalan a di Sibatê de, Bahçelî zilamê dewletê yê herî serekeye. Ji wê demê ve, her çiqasî banga serdana Îmraliyê tê kirin, lê gelek aliyên nava Tirkiyê û di sêrî de CHP’ê naxwazin beşdarî vê serdanê bibin ku Ocalan muxatebê pêvajoyê ye. Lê îro bi biryara piraniya dengên Komisyonê, serdana îmraliyê bû biryar.
Li aliyê din, helwesta Bahçelî hemû alî mejbûr kirin ku biryara serdana Îmraliyê bi eşkereyî qebûl bikin. ew jî ji ber banga Serokê MHP’ê ya ku gotî: ger hûn neçin, ez ê tevî çend hevalên xwe herin Îmraliyê yê.
Di rasiyê de ya ku mirov ji vê îsrara Bahçelî fêm dike ew e ku haya wî ji hin planên mezin ên guhertinên li herêmê heye, di demekê de yên li dora wî fêm nakin û tênaghêjin ew ê çi bibe û çi biqewime. Dibe ku talîzokeke mezin dîsa herêmê bide berxwe û navenda wê jî Îrane be û ji wir jî derbasî Ezerbîcan û Tirkiyê bibe, lê yên ku pêvajoya danûstandina bi Ocalan re asteng dikin, nizanin wê çi biqewime. Lê Bahçelî dixwaze berî ku ev bagera hertiştî bide ber xwe, bi Rêber Ocalan re bighêje encamekê da xwe li ser lingan bigrin. Ji bo wan hebûn û nebûna wan di xeteriyê de ye û lewma ewqasî lez dikine, lê ji bo Kurdan aştî û çareserî ya herî girînge da agirê li herêmê vemre û dawî li şerên ku civak pûç û zuha kiriye were. Her çi agir pêkeve jî, agirkuj Kurdin û wê Kurd bin. Ji ber wê ye niha her kes xwe davêje bextê Kurdan û dewlet li dora Îmraliyê digere. Rêber Ocalan e yê ku li qadê bi fîzîkî ne hazir e û ji pêş kamîreyan wendaye, lê ew e ku hemû aliyan tîne gel hevdû. Forma li Dihokê jî encama siyaseta ji Îmraliyê ye. Pêvajo wiha dimeşe û hemû çav dîsa li daxuyaniyên ji Rêber Ocalan in ka wê çi ji komosyona ku serdana wî bike re bêje.






