Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Tedawiya gelerî xwedîderketina li çanda kevnar e’

23/11/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Tedawiya gelerî xwedîderketina li çanda kevnar e’
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Dêrik

Tedawîkarê gelerî Elî Hacî Ehmed diyar kir ku karê tedawiya gelerî weke çandeke kevnar e di nav civakê de ye û wiha got: “Ez bi hemû awayî hewil didim xwedî li vê çandê derkevim û wê biparêzim”.

Di dema berê de ji ber rewşa madî û nebûna derfetan herkesî berê xwe dida tedawiya gelerî. Karê keldana hestiyan, xelandina sêvok û movikan vedgere 150 salî ku ji nifşekî gihiştiye nifşekî din û heya roja îro jî gelek kes hene baweriya wan bi bijîşkan nayê berê xwe didin tedawiya gelerî. 3’ê kes di bajarê Dêrikê de dihatin naskirin ku bi vî karî radibin ew jî ev bûn; Evdê Hacî li gundê Robariya, Hesenê Kurdê li gundê Beroj û Hacî Ehmed li gundê Kasanê, ji herderî gel berê xwe dida wan.

Di derbarê tedawiya gelerî û şêwazên wê, tedawîkarê gelerî Elî Hacî Ehmed ji Rojnameya me re axivî.

‘Hestekî xweş e mirov êşa derodê sax bike’

Elî Hacî Ehmed da zanîn ku  ew ji bavê xwe fêrî tedawiya gelerî bûye û wiha got: “Ez piçûk bûm ev kar bala min dikşandin, ji ber ku  hesetekî xweş bû ku mirov bikaribe êşa derdora xwe sax bike. Lewma bavê min ji min xwest ku ez jî wek wî fêr bibim da ku destekê bidim gel û heya roja îro ez karê tedawiya gelerî berdewam dikim. Rojan e bi dehan kes berê xwe didim cem min, lê min wek pîvanekî deynaye pêşiya xwe berî ku ez kar bikim pêwîst e kesê nexweş çi dest be yan ling be wêneya tîrêjîn X bigre, da ku ez nas bikim derizandin têde heya yan na, heger hebe ez dest nadimê û berê wan didim cem bijîşkê hestûyan. Kesên temenê wan hîn negihiştibin 18 salî pêwîst e mirov gelek baldar be, ji ber ku heger bi şêwazekî şaş hat cebirandin, dibe ku movik ji bayê hev bikevin û dest yan ling seqet bibe, ji ber di wî temenî de hîn hestû mezin dibe.”

‘Ez vî karî ji bo xizmeta civakê dikim’

Hacî Ehmed axaftinên xwe berdewam kir û wiha got: “Amûrên ku em pê kar dikin heger dest yan ling be gelekî ji hev ketibe yan şikestibe em zerika hêkê û nokan dihêrin datînin ser çapûn, heger zarok bê em 15 rojan dest yan ling pêçayî dihêlin, heger temen mezin be mehekî dimîne. Dema şikestin nebe em lizqeya bayê datînin yan nêrobendê digrin derdora wê, şaş û darikar datînin derdora wê û dibêçin. Dema ji cihderketin be em careka din vedgerînin cih de û em ji kesê nexweş re dibêjin pêwîste karê giran pê neke da ku baş bibe.”

Tedawîkarê gelerî Elî Hacî Ehmed  wiha qedand: “Ev karê ku ez dikim ji bo xizmeta civaka meye, ji bo min astengî dernakevin lê ji bo kesê nexweş derdikevin, ji ber ku ez gelek karan bihev re dikim, derfeta min nîne ku ez li mal rûnim lewma gelek kes berê xwe didin çand û hunerê cem min. Li her derê gel ber xwe didin cem min, hin kes hene li Ewropa ne û bi salan nexweşin tên gel min ez bi wan re dibim alîkar êşa wan sax dibe. Hêviya min ew e ku gel li kevneşopiya xwe vegere ji ber ku ev karekî mirovî ye û ji bo civakê ye.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.