Remezan Olçen
Sînema ji alav û amûreke pêşandiyê wêdetir barhilgir, hişhilgirê civak û koman e jî. Heta ev aliyê xwe hîn xurttir e. Îcar ji bo gelê Kurd ê ku bi dehê salan e ziman û çanda wî hatiye qedexekirin; sînema dinyayeke din e. Sînema ji bo Kurdan ji beşekî hunerê wêdetir rêya bidestxistina mafekî ye ku pê dikare xwe bi zimanê xwe, bi cil û bergê xwe, bi xwezaya xwe bibêje. Bi rêya sînameyê em dikarin çîrokên xwe bi xwe bibêjin. Dengê mey ê winda bi rêya wê alava bi sêhr û efsûn li her derê cîhanê belav dibe. Sînor, qedexe pûç dibin.
Sînemaya Kurdî bîr û hafizaya gelê me jî çêdike, texrîbatan temîr dike. Lê ev ji bo fîlmên serketî, derhêner, senaryo, lîstikvan, deng û dîmenên serketî mimkûn e. Ev element lazim e ku hemû hev temam bikin. Dibe ku çîrok pir saxlem be lê yek ji kêmbûna elementan dike ku çîrok winda bibe. Hasilî gelek aliyên xwe hene. Lê em dibînin ku hunera Kurdî di vê beşê de jî berhemên xweşik û delal çêdikin.
Sînemaya me dibe dengê çîrokên me yên dengê wan hatibû birîn û jêkirin. Zimanê me bi ziman dibe. Têkoşîna me ya ji bo hebûn û azadiyê bi rêya sînemayê di zemîneke estetîk tê nîşandan. Nasnameya Kurdî, têkoşîna me êdî xwe nîşan dide. Bi rêya festîvalan li cîhanê jî Kurd bi dengê xwe, bi dîmenên xwe, bi çîrokên xwe dikarin bigerin û derdê xwe bibêjin. Ji van hemûyan zêdetir sînemaya Kurdî j ime re arşîveke bîr û hafizayê çêdike.
Em di sînemaya xwe de mekanên xwe, gund û bajarên xwe, mêrg û çiyayên xwe, mal û hêlîna xwe dibînin. Wan kuçeyên ku şûnpiyê zarokatî, ciwanî û yextiyariya emrekî ye zindî dibe, vedijî. Em li wan kuçeyan bi kamerayê re li zarokatiya xwe, li zimanê xwe, li têkoşîna xwe digerin û dibînin. Bi rêya sînemayê çêkirina arşîveke ji dîmenan tişteke muhteşem e. Tedî dibêjin; tişta ku çav di kêliyê de dibîne, ziman bi salan nikare bibêje.
Em hêvî dikin û bawer dikin ku wê siberojan bi zêdetir festîvalan em ê hîn bêhtir pêşketina li sînemaya Kurdî bibînin. Heftiya çûyî li Qamişlo, vê dawiya heftiyê jî li Almanyayê li Hamburgê sînamegerên Kurd çîrokên me vegotin. Bila rêya wan vekirî be û tim serketî bin. Lê ji bo vê lazim e em jî weke civak li wan xwedî derkevin, desteka xwe kêm nekin, hîn bêhtir destekê bidin wan ku ew jî bi karê xwe vê bîr û hafizayê xurt bikin.






