Hafiz Ahmet Turhalli
Di sala 1999’an de ji bo balkişandina li ser şideta li ser jinê neteweyên yekbûyî (UN) ev roj pejirandiye. Bê guman ev roj ji bo balkişandina vê felaketa ser mirovahiyê, gelekî girîng û watedar e.
Jiyana mirovahiyê bi hebûna jinê dest pêkiriye.
Lê bi hezaran salan e jin ji hêla mêran ve tuşî şîddetê tên. Di sedsala me ya îroyîn de jî bi sedhezaran jin dibine qurbaniyên vê tundutujiyê. Ev birîna mirovahiyê her diçe mezintir dibe û mirovahî nagihêje aramiyê.
Ji bo jiyaneke aram û bi kêfxweşî were derbaskirin, divê tundûtujiya dijî jinê, demlidest were rawestandin.
Pirsgirêka şîdeta dijî jinan, roja me ya îro jî pirsgirêka herî cîdî ya mirovahiyê ye.
Weke mirov divê em hemû vê tekoşînê bilind bikin.
Carna bi navê ol, carna bi navê orf û adetan, carna bi navê bîrdoziyan ev zilm tê rewakirin.
Li gor ola Îslamê û misilmanan divê ev pirsgirêk carekî din were şênberkirin.
Qur’ana pîroz weke muxatep, mirov esas digre û bi nav dike.
“Birastî me nesla mirovî ji heman xwelîyê afirand”
(Mumînun 12)
“Gelî bawermendan li Jinan zordarîkirin ji were ne helal e”. (Nîsa19)
Zordarî û zilma li jinan heram e, divê kesê/kesa bawermend tekoşîna dijî zilm û neheqiyê bilind bike, ev fermana Qur’ana pîroz e.
Li gor Qur’ana pîroz; Jina baş an zilamê baş heye û hemû mirov li gor kiryarên xwe tên nirxandin. Di îbadetan de û başîyan de ji bo zilam du xêr û ji bo jinan yek xêr nîne û kesekî nikare vê tiştî bîne ziman.
Ji bo gunehan an nebaşiyan ji bo zilaman cezayeke û ji bo jinan du ceza nînin. Ger rastiya Qur’anê ev e; wê demê vê neheqî û zilmê, kê û kîjan hişmendî belav dike.
Bê guman kesên ji bo desthelatê tevdigerin ji xwe û kiryarên xwe yên qirêj re rewabûnan digerin, ji bo vê rewakirina zilmê jî, ya ol yan jî Orf û adetan bikar tînin.
Ji ber piştî koça dawî ya pêxember, ol ji bo desthelatê hate bikaranîn, şîdeta ser jinê jî carekî din dest pêkir. Di Qur’anê de ji bo tundutujiya li ser jinan helal bikin, şîroveyên şaş ku diji hizra Qur’an û sunneta pêxemberin pêşxistin.
Weke Mînak: “Gelî jinan ger we mafê zilamên xwe li ser xwe zanibiya, weyê toza bin lingên zilamê xwe serû çavên xwe bidana”. (Ahmed. B. Hanbel Musned)
Bi riwayetkirina hedîsên derew û îftîra li Xwedê û Pêxember sXl zilma ser jinan jî di civakê de rewa kirin.
Lê ev nêrîn û raman dijberî Qur’an û jiyana Pêxemberin.
Qur’an hemû cureyên neheqiyê heram kiriye!
“Jinên bawermend û zilamên bawermend dostên hevdu ne”. (Tewbe 71)
“Xwedê ji we daxwaza başî û qenciyê dike ji bo jinan. Lewre ew dê, keç û xaltîkên wene.”
Kê li hevjîna xwe bixe, Ew kes dibe dijberî Xwedê û Pêxemberê wî. Dê Xweda û Pêxember di roja qiyametêde bibin neyarê wî kesî”
“Kesên xwedan şeref û esalet qîmetê didin jinan, kesên xirab û pîs jinan piçuk dibînin.
Ev Hedîs û Ayetên me vê dawîyê ji wre nivîsandin rastiaya Îslamê didin nîşandan.
Lê gellekî tiştên kşu şîdeta ser jinê rewa dikin bi navê Pêxember û Aliman hatine nivîsandin. Divê ev şaşî hemû li gor Qur’an û Pêxember carekî din werin sererastkirin. Kesê şîdetê bi navê Îslamê dijî jinê bikar bîne, divê hemû Bawermend dijiyatiya wê kesê bikin. Ev fermana Quran û Pêxemperê me ye. Bi hêviya tunebuna şîdeta dijî jinê, roj û tekoşîna mirovahiyê pîrozb e.






