Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Îradeya QSD’ê moralê gel e’

23/11/2025
in ROJEV
A A
‘Îradeya QSD’ê moralê gel e’
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Dêrik

Endama Ofîsa Jin Macîda Ehmed destnîşan kir ku QSD’ê bû desteka civakê û qalibên zilmê şikandin. Herwiha Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Suad Mistefa jî da zanîn ku gelê berxwedêr wê hertim li pişta hêzêa QSD’ê be.

Hêzên Sûriya Demokratîk ji roja yekem a damezrandina xwe ve, armancên ku dixwazin bi dest bixin, bi awayekî zelal eşkere kirine. Di heman demê de isbat kirine ku hêza herî bi disîplîn û bibandor e, li ser rûbera Sûriyê.  Herwiha ezmûnên leşkerî yên mezin jî derbas kirin, ku tê de karîbûn serkeftinên ku hatine piştrastkirin bi dest bixin û bandoreke erênî li seranserî Sûriyê bikin.

Di derbarê Piştgiriya QSD’ê û têkçûna pilanên çeteyan endama Meclisa Malbatên Şehîdan Suad Mistefa û endama Ofîsa Jin Macîda Ehmed ji rojnameya me re axivîn.

‘Gel li pişta hêza xwe ye’

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Suad Mistefa da zanîn ku gelê berxwedêr hertim li pişta Hêzên QSD’ê ye û wiha got: “Li seranserî Sûriyê bûyer û geşedan li dar dikevin û her kes bi çavên xwe dibînin ku cihên herî bi ewle yên Rêveberiya Xweser in, ji ber projeya ku li ser dimeşin, hemû gelan digre nava xwe. Lê mixabin gelek girûpên xwefiroş hene dixwazin vê projeyê reş bikin û guftogoyan derxin. Hijmarek ji kesên ku mirov dikare wan li ser destan bihijmêre li dijî berxwedana QSD’ê derdikevin kolanan. Bila di wê baweriyê de bin ku tu hêz li cîhanê nikarîbû DAIŞ bişkîne, QSD’ê bi derfetên xwe yên kêm, bi hêz û moralekî bilind karîbû DAIŞ’ê bişkîne û isbat bike ji cîhanê re ku ew in xwediyê vê axê. Lê dilê dijmin û çeteyên wê rehet nebû, wan projeyeke din dan destpêkirin û êrişî Bendava Tişrînê kirin, da ku gel ji hev veqetîne û bide xuyakirin ku QSD’ê nikare gel biparêze. Hat dîtin Şerê Gelê Şoreşgerî çawa mil bi mil bi QSD’ê re bû û piştgirî dida hêza xwe.”

‘Îradeya QSD’ê moralê gel e’

Suad Mistefa da diyarkirin ku îradeya QSD’ê moralê gel e wê tucarî gel gavek paş de ne avêje û wiha domandin: “Ev kesên ku kiryaran li dijî QSD’ê dikin eger sax tên, wê kuştî vegerin, ew bi sol tên wê pêxwas vegerin, ew bi siwar tên wê peya birevin ji ber ku xulekekê tenê nikarin li dijî QSD’ê destê xwe bilind bikin, ji ber ku gel li pişta hêza xwe ye, çete wê tucarî negihêjin armanca xwe. Dayîkên şehîdan û jinên ku di hundirê Sûriyê de jiyan dike, dibêjin êdî bes e ji van kesên xwefiroş re û bila nema hewildanên xwe bikin, ji ber ku tucarî îxanet bi ser neketiye û bi ser nakeve jî.”

‘QSD’ê hebûna gel e’

Endama Ofîsa Jin Macîda Ehmed destnîşan kir ku QSD’ê hertim bi civakê re dibe alîkar û ew bû ya ku qalibên zilmê şikandin û wiha got: “Li Dêrazor, Reqa û Tebqa bi sedan jin û malbat di bin işkenceyê re derbas dibûn û zarokên sêwî li kolanan bê xwedî hebûn, QSD’ê destek da wan û bi rihê Netewa Demokratîk karîbû wan ji vê yekê rizgar bike. DAIŞ gelê wê herêmê di bin navê isalmiyetê de dikşîne xwe ji ber dizane ew bi dîn ve gelekî girêdayîne û wê bandorê li wan bike. Lewma rastiya ku QSD’ê li ber çavan kir, dixwazin ji bîr bikin û li dijî QSD’ê derkevin kolanan. Ev kesên ku baweriya wan bi çeteyan tê, kesên bê îrade ne û tu sûdê nadin civakê. Ji ber ku ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, lê belê li tevahiya Sûrî ked û berxwedaniya QSD’ê tê dîtin û xeta ku ew li ser dimeşin diyar e. Em ê tucarî li kêleka QSD’ê ranebin ji ber ku ew hebûna me ye, xurtkirina bingeha wê ji bo me hemûyan esas e. Civak têgihiştiye ku dagirkerî hertim dixwaze tevlêheviyê derxe û civakê ji hev qut bike, lewma tu tişt nema bandorê li hişmendiya wan dikin. Yekxet dane pêşiya xwe bi rihê xuşk û biratiya gelan wê li pey QSD’ê bin da ku careke din Sûrî ava bibe.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.