Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ayşe Acar: Em her dem li hember pêvajoyê erênî ne

23/11/2025
in ROJEV
A A
Ayşe Acar: Em her dem li hember pêvajoyê erênî ne
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa

Parlementera berê ya Batmanê Ayşe Acar da zanîn ku di rêveçûna xebatên komisyonê de Tirkiyê bingehên hiqûqî û siyasî ava nekiriye û got,”Em bi erênî nêz pêvajoyê dibin her wiha hemû aliyên Kurd ji bo çareseriyê û serxistina pêvajoyê zimanê xwe saz dikin.”

Komisyona ku ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hatiye avakirin, xebatekî dide meşandin lê di asta ku ji pêvajoyê re demildest bibe bersiv, lawaz e. têkildarî xebat û gavên ku pêwîst e bêne avêtin de, Parlametera berê ya Batmanê Ayşe Acar bersiva pirsên Rojnameya me dan û hevpeyvîn wiha bû.

Li ser bingeha banga Aştî û Civaka Demokratîk, Rêber Apo bi erkê xwe yê serdemî rabû û PKK’ê jî gavên dîrokî ji bo serxistina pêvajoyê avêtin. Lê dewleta Tirk ji bilî hin axaftinan tiştek li ser erdê nekir. Rêber Apo di îmraliyê de tê ragirtin, komisyona ava kirbûn hevdîtin pê re nekirine, dewletê ji bo çareseriyê tu gavên zagonî pêk nanîne. Hûn van nêzîkatiyên dewletê çawa dinirxînin?

Belê; Ev pêvajo di encama nehevdîtinên bi Rêber Abdullah Ocalan re derket holê. Zextek mezin ava bû ku di parlamentoya Tirkiyê de Dewlet Bahcelî bang li Rêber Apo kir ku bila were di parlamanê de biaxive. Ji xwe li ser van bingehan gelek gavên dîrokî û serdemî hatin avêtin, ji banga Rêber Apo ya 26’ê Sibatê, Kongira PKK’ê ya fesihkirinê û marasîma sembolîk ya şewtandina çekan ji aliyê Tevgera Azadiyê ve hat pêşxistin. Herî dawî jî vekişîna ji Bakurê Kurdistanê, Tirkiyê û ji Zapê. Ev hemû weke gavên dîrokî ji bo aştiyê û xwedîderketina li banga Rêber Apo hatin kirin. Armanca ji vê yekê jî ku doza gelê Kurd derbasî qonaxa aştî, hiqûqî û siyasî bibe.

Lê belê dewleta Tirk gavên şênber neavêtiye, ji bo avakirina bingeheke hiqûqî û siyasî bi gelemperî gavên wisa neavêtine. Bingehên hiqûqî û siyasî çi ne; Îro Rêber Apo ji bo pirsgirêka Kurd bi awayekî aştiyane were çareserkirin, di dîroka cîhanê de di asta herî jor de biryarbûna xwe daye nîşandan. Rêber Apo gava herî mezin avêt û bi wê yekê re got em amadene ji bo pirsgirêka Kurd bi rêbazekî demokratîk û aştî bê çareserkirin. Ev gotin û hewildanên Rêber Apo ne nû ne, dema salên 90’î de jî anî ziman ku di agirbesta wê demê de bang kir. Di vir de Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ji aliyê xwe ve gavên herî di jor de avêtin û biryarbûna xwe tekez kirin.

Gava em li aliyê dewletê dinêrin gavên berbiçav yên çareseriyê nayên xuyakirin, raste komisyoneke hatiye avakirin girîngiya wê jî heye ku em naxwazin bê wate bikin, di vê çarçoveyê de hin hevdîtin bi civak û saziyan re kirin û ew guhdar kirin. Lê ev komisyon hevdîtin bi Rêber Apo re nekiriye. Dema em li dîrokê dinêrin li çareserkirina pirsgirêkan dinêrin, bêyî guhdarkirina muxatebê aliyê din pirsgirêk nikarin bên çareserkirin. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bi awayekî demokratîk, divê serî li muxatebê wê bê kirin yê ku proje, çareserî û paradîgmeya wî heye. Di heman demê de Rêber Apo ne tenê li ser hêza leşkerî bandor kiriye, li ser hemû beşên civakê û cîhanê kiriye.

Ji bo pêşxistina pêvajoyê niha çi ji gelê Kurd û aliyê demokrat yên Tirkiyê tê xwestin?

Îro li çar aliyên Kurdistanê û Tirkiyê bi milyonan Kurd hene, divê gelê Kurd li her derê werin gel hev. Çawa ku di pêngava ji bo Rêber Apo hatiye derstpêkirin de ya “Ji Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” helwestên xwe nîşan dan û kom bûn, gelek dost û hevalên gelê Kurd kom bûn. Ev yek bandor li ser Tirkiyê kir û famkirin ku ne tenê gelê Kurd beşeke mezin ji piştgirên doza Kurdî û Rêber Apo çareseriyê di muxatebgirtina Rêber Apo de dibînin. Ji bo wê pêwîst e em hemû çalakiyên xwe careke din xurt bikin û bandorekê erênî avabikin, ji ber çareseriya pêvajoyê tenê bi destê Rêber Abdullah Ocalan e.

Eger dewlet di bêgaviya xwe de bi israr be, gelo wê rewşa pêvajoyê ber bi ku ve biçe?

Belê; Bi rastî em naxwazin bi awayekî neyênî li pêvajoyê binêrin. Ji ber îro daxwaziya me ew e ku ev hevdîtin weke pêvajoyekê berdewam bikin û bighîne asta çareseriyê. Ji ber wê bi rastî civaka Kurd, partî û saziyên Kurdî em her tim di aliyê erênî de digrin dest û zimanê xwe jî li gor vê pêvajoyê saz dikin.

Îro em dibînin ku hîna jî hin alî hene ku naxwazin ev şer biqede û xwe li ser vê şerî dewlemend û jiyan dikin, her wiha zimanê xwe jî neyînî li hember pêvajoyê bikar tînin. Ji ber wê jî em naxwazin neyînî şîrove bikin. Divê em xwe birêxistin bikin, Rêber Apo ev pêvajo destpêkir û derî vekir. Divê em li gorê wê çawa em bikaribin Rêber Apo fîzîkî azad bikin, her wiha em bi xwe û civaka Tirkiyê jî bi hev re azadiya xwe pêk bînin. Ji ber wê ez bawer im hin aliyên di dewletê de hene ku her tim derdikevin û dixwazin ev şer berdewam bike. Ji ber ger ev şer biqede, siyaset û berjewendiyên xwe diqedin û nikarin xwe di nava siyasetê de bidin jiyankirin. Li ser van bingehan divê em rêxistinkirn û hêviyên xwe yên çareseriyê zêde bikin. Ew aliyên di nava dewletê yên ku naxwazin gavan biavêjin, em bihêlin ew jî li gor pêvajoyê tevbigerin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.