Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Nirxê sobeyên zivistanê  ji salên borî kêmtir e’

23/11/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Nirxê sobeyên zivistanê  ji salên borî kêmtir e’
Share on FacebookShare on Twitter

Solîn Mihemed/ Qamişlo

Xwediyê firoşgeheke sobeyan li bazara bajarê Qamişlo Xelîl Beşar diyar kir ku Îsal nirxên kirîna sobeyan li bazara bajarê Qamişlo ji salên borî kêmtir e.

Her sal bi hatina zivistanê re welatî berî xwe didin bazaran û sobeyan dikirin, lê di salên dawî de ji ber zehmetiyên aborî û bilindbûna nirxên sobeyan welatî ji bo kirîna sobe û melzemeyên wê zehmetiyan dikşînin. Li gorî me bazar şopand îsal rêjeya kirîna sopeyan ji aliyê welatiyan ve pir kêm e.

Di derbarê vê mijarê de xwediyê firoşgeheke sobeyan li bazara bajarê Qamişlo Xelîl Beşar ji Rojnameya me re axivî.

‘Nirxên sobeyên vê salê ji salên din kêmtire’

Xelîl Beşar anî ziman ku nirxên sobeyên vê salê ji salên din kêmtire û wiha got: “Nirxên sobeyan di salên bûrî de gelekîbilind bû, ji ber ku bi awayekî buha û bi asteng ji me re dihatin me jî bi wî awayî buha difirot şêneyan, lê niha ev sal ji salên bûrî nirxên wan kêmtire. Ji xwe îsal ji salên borî ji sedî 25 nirxên sobeyan daketî ye. Niha ji ber sobeyên ku ji derve tên rê li ber wan vebûye, ji ber vê yekê jî nirxên wan ji sala bûrî baştir û hinekî kêmtir bûne. Serdana xelkê jî ji dikanê re hîn kême ji ber ku serma û baran tune ye û herwiha mazota şêneyan jî kême, ji ber vê yekê gelekî sobeyan bi kar nayînin û kirîna wan jî kêm e.”

‘Ji ber mesrefa rê nirxê sobeyan buha dibe’

Xelîl Beşar diyar kir ku gelek caran ji ber mesrefa rê sobe buha dibin û wiha bi dawî kir: “Gelek caran sobe ji Humisê ji e re  tên, hin caran rê li pêşiya wan erebeyan tên girtin û bi awayekî kêm wan derbas dikin, ji ber vê yekê ev jî dibe sedema kêmbûna sobeyan û bûhabûna wan. Nirxên sobeyan îsal hinekî baştire, her sobeyek jî nirxekî wê heye, ji ber ku nirxên wan li gorî cûreyên wan ji hev cûda ne. Niha nirxê sobeyên biçûk ji 18’ heta 30’ dolarî ye, sobeyên navîn jî ji 26 heta 37 dolarî ne, sobeyên mezin ji 80 heta 85 dolarî ne.. Hin malbat hene rewşa wan ya aborî gelekî zemete û bi hatina zivistanê re zehmetiyên wan zêdetir dibin, ji ber  vê yekê nikarin sobeyan bikirin,  tenûrê sobeyên xwe diguherin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.