İsyan Karadeniz
Jinwar, projeya hêviya ku ji bo şêwaza jiyana demokratîk a komûnan û pêwendiyên bihevrebûnê bi keda xwe gav bi gav honandanê jiyanî dibe.
Jinwar a ku bingeha wê di 10`ê Adara 2017’an de hat danîn di 25`ê Mijdara 2018’an de hat vekirin. Di Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta li ser Jinan de vekirina wê ji bo hişmendiya desthilatdariya mêr a serdest bersivek e. Di gundê jinan de 31 malên ji birîketan, Navenda Tenduristiyê ya Şîfajin, dikan, firin, akademî, dibistan, qada lîstoka zarokan, mala zarokan, mala ciwanan, hewz, qada jiyana ajalan, xwaringeha hevbeş û qadên çandiniyê yên ji bo pêdiviyên jiyanê hene. Ji bo ku ev proje bi nêrîneke hevbeş a paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinan bikeve meriyetê baldarî li ser cih û warê wê çêbûye. Weke mînak şeklê xaniyan, mezinahiya wan, amûrên bên bikaranîn, hebûna qadek şînahiyê, qada jiyana hevbeş, cihê jiyana sewalan û weke din. Her tişt bi kitekitên wê li ser hatiye ponijîn û bi wî şêweyî pratîkê.
Jinwar tenê weke gundek ku hêza xwe ji şoreşa jinan digire têr nîn e. Ji ber wê jî divê zêdetir wate lê bê barkirin. Ew warê ku şoreşa jinan lê civakî dibe û gavên jiyana azad lê tên avêtin e. Şoreşek, çiqas hîmên wê yên bingehîn bihêz bin jî dema ku civakî nebe û nekeve pratîkê wê wateya xwe winda bike. Darek çiqasî kokên xwe berde kûrahiyê, ewqas gewdeyê wê li hemberî zoriyan berxwedêr dibe. Her ku civakîbûn bi pêşengiya jinan bi pêş dikeve pergala deshilatdariya mêr a serdest jî ewqas bi paş dikeve. Bi hêza avakirina têkoşîna jinan wê pergala alternatîf ava bibe. Ji ber wê jî divê lingê bîrdoziya azad ê modernîteya demokratîk ê civakî zêdetir bê kûrkirin û berfirehkirin.
Di giştî çar aliyên Kurdistanê bi taybetî jî li Rojava rêgezên jiyanê yên bi pêşengiya jinan ji kûrahiya dîrokê diherike û ruhê wê di Jinwarê de gengaz e ku bê dîtin. Şopên çand û jiyana dayika xwedawend a di pêvajoya civaka xwezayî de hem di lêkolînên arkolojîk de hem jî di şopên jiyana civaka li vê derê dijî de heta roja me hatine. Bi taybetî jî di nirxên civakî yên jinên Kurd ku hê şaristaniya kapîtalîst xwe negihîştandiyê gengaz e bê dîtin. Weke şoreşa jinan li nirxên jiyana komunal ên azad xwedî derketin, di roniya paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinan de nêrîna li pêşketinên civakîbûnê wateyek mezin digre nava xwe. Ji ber wê jî Jinwar di warê ceribandinê de weke laboratuwarê ye. Nêrîna Rêber Apo ya “Çima bajarê jinan û qadên azad ên jinan nebin” ji bo avabûna vê projeyê hem bû ronahiyek hem jî wateyeke mezin lê bar kir.
Cihê jinên li hemberî zorê rabûne, zilma zilam dîtine, ji bêmafiyê bêzar bûne, dixwazin bibin ayîdê xwe û yên naxwazin bibin amura çîrokên çêkirî yên mêra ne. Di vî warî de li hemberî hemû cure rêbazên mêtîngerî û tehakuma li ser civakan, jinan û xwezayê tê meşandin, şideta li ser jinê, mêtîngeriya kedê, yên mafê wan tê gasp kirin, li hember sepandinên zayendperestî, nijadperestî, olperestî û zanistperestiyê vekirina qadên wiha ji bo têkoşîna jinan giringe. Jinên li Jinwarê dijîn yên her tim rêgezên jiyana jinê bingeh digirin û bi xwe hewil didin çavkaniyên xwe biafirînin li hemberî hişmendiya mêrê deshilatdar serî hildide bi gavên ji xwe bawer ên jiyana komunê dewam dike.
Virgina Wolf gotibû ‘Divê odeyek aidê me hebe’… Jinwar a di nava Şoreşa Jinê ya Rojava de avabûyî bi ceribandinên xwe yên 8 salan ji bo jinan danehevek mezin kom kiriye.






