Ehmed Hesen
Tevî ku salek di ser ketina HTŞ’ê ya Şamê re derbas dibe jî, lê rastiya ku tê jiyankirin gelek pêşbînî û hêviyên ku ji vê hikûmeta ku di navbera pêvajoya avakirin û tunekirinê de dijî berovajî dike, HTŞ’ ê di 8ê berfanbara 2024an de bi awayekî Şam û deverên bakur û rojavayê Sûrîyeyê desteser kirin û xwe weke sîstemeke dewleta netewe ya klasîk û dawiya xwe jiyan dike ragihand, her wiha dest bi serdanên welatên derve kir û hewl da ku ji nasnameya xwe ya cîhadîst-selefî ya li qada navneteweyî navdar bûye, veguhere nasnameyeke modern a ku bi mêjiyê tûndrew û paşverû cîlakirî, di heman demê de ji bo dabînkirina ewlehiya Îsraîlê derî heta dawiyê li ber tesfiyeyên navxweyî vekir û asîmana Sûriyeyê ji balafirên Îsraîlê re bû armanceke xweparastinê ya Îsraîlê, Colanî ji rewşa kesekî ku di qadên navdewletî de terorîstekî ku serê wî berdêla 10 milyon dolar bû, veguherî şêfekî modernîteya kapîtalîst ku nûnertiya şerê li dijî terorê dike, li vir vê yekê gelekî kêfa dewleta tirk bir û ev guhertin ji bo dagirkeriya xwe bidomîne û guhertina demografîk berfireh bike ji dewleta tirk re weke pilateke ji zêr hate pejirandin, lê metirsîyên Îsraîlê û hêzên modernîst ji niyetên dewleta Tirk her tim zêde bûn û ya ku hikûmeta AKP-MHP’Ê meraq dikir hêdî hêdî li badilhewa çû, sîstema ku niha li Şamê qaşo rêveberiyê dike ne tenê dişibihe serdema qiraliyeta Sumer û monarşiyan, her wiha xwezaya zagonsaziyan derbas kiriye û serî li paqijkirina etnîkî daye, zimanê siyasetê yê hikûmeta Şamê heta niha jî ne zimanê lihevkirin û çareseriyan e, berovajî wê parçekirina îdarî, siyasî û çandî jiyan dike, her çend hikûmeta Şamê têkiliyên xwe bi dewletên cîran re baş bike jî, lê nexweşiya wê ji nava wê ye û pêwîstî bi rakirina pençeşêra komên cîhadîst heye, nimûneyên wê jî gelek in:
Hema mehek jî di ser hatina HTŞ’ê re derbas nebibû, komên cîhadîst perava Sûrî û herêmên durzî û elewiyan veguherandin qadên bi komkujî û tesfiyekirina gelê Elewî û durzî dagirtî, ev feraseta heyî nikare bi demokrasiyan re li hev bike û bi vê yekê bidome, wê xwe kuştineke hêsan be û dawî li sîstema li Şamê bê anîn, serdana 8’ê mijdarê ya Ehmed El Şer’i ji Emerîkayê re ne serdaneke ji rêzê bû, di bingeha xwe de danîna hîmê gelek stratejiyên Emerîka yên demdirêj li Sûriye bû, ragihandina Emerîka ji avakirina baregehên nû li Sûriye û berfirehkirina operasyonên dijî DAÎŞ’ê bi hevkariya Hêzên Sûriye Demokratîk li deverên di bin kontrola hikûmeta veguhêz de, mesajek e ku Şer’ i di mecbûriyeta daxwazên Emerîkayê de dixebite û Îsraîlê rihet dike, di encamê de wê teqînek di qada artêşê de rûbide, ji ber piranî serbazên berê yên DAIŞ’ê niha di nava artêşa Sûrî de cih digirin, ev gava Şer’ i wê tevgera van koman qels û sînordar bike û rê li ber tesfiyekirina wan veke, ne wisa be nikare rewamendiya xwe ji hêzên hegemonîk bistîne û li ser serweriyê bê hiştin, di heman demê de armanc ew e ku komkujiyên li perava Sûriye û sehil werin jibîrkirin û paşperdekirin.





