Dîlan Mulhim\Qamişlo
Piştî ketina rêjîma Baas û bi hatina hikumeta veguhêz rêjeya kuştin, revandin û sûcên dijmirovî gihişt asteke xeternak, herwiha li ser destê çekdarên girêdayî hikumeta veguhêz bi dehan komkujî pêk hatin. Ji destpêka sala 2025’an ve û heta niha li Sûriyê zêdeyî 8 hezar kes hatine kuştin.
Di 8’ê Çileya 2024’an de Baas hate hilweşandin
Rêjîma Baas a ku 60 salan li ser desthildariyê ma, di 8’ê Çileya 2024’an de hate hilweşandin, herwiha weke tê zanîn piştî ketina Rêjîma Baas HTŞ`an jî hikumeta veguhêz a Sûriyê ya ku serokê wê Ehmed El- Şeri bi destê hin hêzên navnetewî û herêmî hate li ser deshildariya Sûriyê.
Piştî hatina hikumeta veguhêz hêviya gelê Sûriyê hate şikandin
Xewin, hêvî û xeyala tevahiya gelê Sûriyê ew bû ku piştî ketina rêjîma Baas Sûriyeke pirreng û demokratîkî were avakirin. Lê mixabin piştî hatina hikumeta veguhêz a Sûriyê li ser desthildariyê ew hêvî û xeyalên tevahiya gelên Sûriyê pêk nehat. Hikumeta veguhêz ji destpêkê û heta niha a ku serokê wê Ehmed El-Şera tenê yek rengî û yek alîbûnê dixwaze û hewl dide vê hişmendiyê li ser gelê Sûriyê feriz bike, komkujiyên ku li berava Sûriyê û Sûwêdayê hatin kirin vê yekê tekez dikin. Hikumeta veguhêz mafê hemû pêkhateyan û bi tayebet mafê jin di destûra Sûriyê ya nû de paş guh dike, ji ber vê yekê gelê Sûriyê bi tu awayî vê hikumeta bi vî rengî qebûl nake. Em dibînin ku ji dema hikumeta Şamê ya veguhêz hate li ser desthildariyê aloziya Sûriyê hîn kûrtir bûn, ew bi piştevaniya hêzên heremî û cîhanî hate ser desthilatiyê û wê baweriya gelê Sûriyê negirtiye û nikare Sûriyê bi rêve bibe. Ev hikumet bi hişmendiya DAIŞ’ê komkujiyan li ser jinan û tevahiya pêkhateyên Sûriyê dide meşandin û dixwaze ku reşkirinê di navabera pêkhateyên herêmê de derxe hole û armanca wê parçekirina Sûriyê ye.
Armanca hikumeta veguhêz parçekirina Sûriyê
Bi hatina hikumeta veguhêz a Sûriyê re rewşa Sûriyê aloztir bû ye, vê hikumetê di 8’ê Adarê de bi hinceta ku Elewî bermayiyên rêjîma Essed in, gelek komkujiî li dijî wan pêk anîn, herwiha di 16’ê Tîrmehê de li dijî civaka Durzî komkujî hatin pêkanîn. Vê carê jî hinceta wan ew bû ku Durzî alîgirên Îsarailê ne. Beriya wê jî li Sser xirisyayan gelek gef hatin xwarin. Di heman demê de li dijî gelê Kurd jî gelek caran gef xwarine û hewil didin tevliheviyê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê derxin. Helbet ev yek xeteriyeke mezin ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî Sûriyê tîne. Armanca hikumeta veguhêz a Sûriyê parçekirina Sûriyê, ev siyaset û kiryarên ku ev hikumet dide meşandin berê Sûriyê dide parçebûnê.
Di 10’ê Adara 2025’an de di navbera Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Mezlûm Ebdî û hikûmeta veguhêz a Sûriyê de peymanek ji 8 xalan hate îmzekirin. Lê tevî derbasbûna 8 mehan di ser peymanê re hikumeta veguhêz a Sûriyê pabendê peyamanê nabe û xwe dûr dixe. Ji ber ku hikumeta veguhêz ne bi xwesetka xwe tevdigere bi xwesta dewêletên ku naxwazin li Sûriyê aramî û aştî pêk were, tevdigere.
Kiryarên hikumeta veguhêz a Sûriyê
Li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan ji destpêka ketina rêjîma ji meha destpêkê heta meha Cotmehê 7 hezar û 884 kes hatine kuştin. Herwiha di meha mijarê de nêzî 100 kesî hatine kuştin.
Hikumeta veguhêz a Sûriyê li berava Sûriyê li dijî civaka Elewî gelek komkujî li dijî wan pêkanînin, li gorî Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê heta miha Îlonê zêdyî 1700 kes ji pêkhateya Elewî hatine kuştin.
Ji destpêka sala 2025’ê heta li herêma Siwêda têkoşîneke mezin ji hêla Durziyan ve hat kirin. Di meha Nîsan û Gulanê de, li dijî pêkhateya Durzî kiryarên dijmirovî ji hêla hikumeta veguhêz a Sûriyê ve pêk hatin. Roja 13’ê Tîrmehê, bi destê HTŞ’ê tevlîheviyek di navbera Durzî û Erebên Bedû de çêbû. Roja 26’ê Tîrmehê, hejmar di navbera hezar 120 kes heya hezar 420 kuştî hatin ji hêla Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan ve hat belgekirin.
Şêwazê hikumeta veguhêz Sûriyê bêhtir aloztir dike
Ev hikumeta veguhêz a Şamê kesên sûcdar û kojerên mirovan di nava rêveberiya xwe de erkdar dike. Serçeteyê mîna Mihmed Casim Ebû Emşa û Hatim Ebû Şeqra ên ku destê wan di kuştina jinan û gelek welatiyên Sûrî de heye weke fermandar di nava artêşa Sûriyê de wan bi cih dike. Piştî wê dîsa me dît ku hikumeta veghêz a Şamê serçeteyê girêdayî dewleta Tirk a dagirker û kujerê siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef, Hatim Ebû Şeqra weke fermandarê ferqeya 86’an li herêmên Dêre Zorê, Reqa û Hesekê hate erkdar kirin. Ev serçeteyên bi vî rengî ku di nava hikumeta veguhêz a Şamê de tên erkdarkirin zagonên mafên mirovan binpêkirine û bi hezaran sûcên şer kirin e. Ev serçeteyên di nava hikumeta veguhêz de cihê xwe digrin di asta navnetewî de jî mîna kesayetên tûndrew û sûcdar tên e naskirin. Ev kesên sûdar bi tu awayî wê nikaribin Sûriyê bi rêve bibin û ev şêwazê ku HTŞ’ê pê Sûriyê bi rêve dibe wê rewşa heyî hîn bêtir alûztir bike.
Sîstema herî guncaw ji bo Sûriyê sîstema nenavendî ye
Tevahiya pêkhateyên Sûriyê, Sûriyeke Demokratîk, nenavendî, yekalî û pirrengîn dixwazin û dibêjin ku sîstema herî guncaw ji bo Sûriyê sîstema ne navendiye. Ji bo ku Sûriyeke Demokratîk û nenavendî were avakirin, pêwîste tevahiya pêkhateyên Sûriyê bi erkê xwe rabin û li dijî siyaseta şerê taybet ya ku tirkiyê û çeteyên pêve girêdayî dide meşandin her tim di nava têkoşînê de bin û ji bona siberoja Sûriyeke demokratîk yekîtî û hevgirtina xwe xurtir bikin.





