Esma Mistefa/ Qamişlo
Ji aliyê navenda Yek Par a çandî û hunerî di bin dirûşmeya “Hêdî Hêdî wê çê bibe” 4’emîn Festîvala Melodiyên Payîzê li navenda Mihemed Şêxo ya Qamişlo hat lidarxistin.
4’emîn Festîvala Melodiyên Payîzê ji aliyê navenda Yek Par a çandî û hunerî ku her sal di demsala payîzê de di bin dirûşmeya “Hêdî hêdî wê çê bibe” de hat organîzekirin. Ev çalakî wê çar rojan li navenda Mihemed Şêxo ya çand û hunerê li bajarê Qamişloyê were berdewamkirin. Di festîvalê de bi sedan ji beşdarvanan amadebûn. Hêjayî bîrxistinê ye ku navenda Yek Par ji pênç salan ve hatiye avakirin ku di asta herêmê de xebatên çandî û hunerî birêve dibe.

Di bernameya festîvalê de di destpêkê de deqeyek rêzgirtin li ser giyanên Şehîdan hat rawestandin û piştre axaftina destpêkê bi ser navê navenda Yek Par Alan Abdullah ve hate kirin û Alan bal kişand ser van xalan: “Bê guman amadekariya vê festîvalê ji çend mehan ve tê kirin. Yek Par di2020 hate damezrandin, di van çend salan de kedek hatiye dayîn ku bi wê kedê em her sal festîvalê tê li dar dixin.
Taybetmendiya Yek Par ji ber bi canbexşane kar dikin û tenê li ser armanca çanparêziyê kar dikin. Ev çar meh in em amadekariya vê festîvalê dikin. Di her salek ji festîvalê em soza xwe nû dikin û wê salên pêş bi tiştên nû derkeve pêş. Ev sal jî wê bi bername û komên çandî yên afirîner bê xemilandin. Em soza xwe ji bo pêkanîna erkên me li hember gelê xwe nû dikin”.
Piştre Koma Yek Par a muzîkê berhemên xwe yên stranan pêşkêş kirin. Her wiha koma Govendê ya Şehîd Welat Govenda xwe pêşkêş kirin. Di dawiyê de pêşengeha şêwakariyê ku gelek tablo tê de kom bibûn hate vekirin. Festîval wê her sê rojên din jî li navenda Mihemed Şêxo bê berdewamkirin.






