Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çalakiya piştgiriyê ji bo zarokên nexweşiya penceşêrê û telasimyayê

20/11/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Çalakiya piştgiriyê ji bo zarokên nexweşiya penceşêrê û telasimyayê
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa/ Qamişlo

Bi dirûşmeya “Bi destên biçûk hêviyê diçînin.. Bibin beşek ji vê hêviyê” Heyva Sor a Kurdî li bajarê Qamişlo çalakiya piştgiriya zarokên nexweşiyên pençeşêrê û telasimyayê organîze kirin.

Çalakiya piştgiriyê ji aliyê Heyva Sor a Kurdî ve di bin dirûşmeya “Bi destên biçûk hêviyê diçînin.. Bibin beşek ji vê hêviyê” li Parka Azadî hat organîzekirin. Armanc ji vê çalakiyê destekdayîn û piştgiriya taybet ji bo zarokên ku rû bi rûyê nexweşiya penceşêrê û telasimyayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimîn in re ye. Her wiha komkirina alîkariyê da ku ji dermanên nexweşan re were dayîn. Di çalakiyê de gelek rêxistin, sazî û malbat beşdar bûn ku tê de hin karên destan, xwarin, cil û bergên zarokan pêşkêş kirin da ku alîkariya ji wan were girtin ji bo nexweşxaneya Heyva Sor a Kurdî were dayîn. Bi sedan zarok beşdar bûn û ji bo wan çalakiyên kêfxweşiyê û aktîvîstên lîstikî hatin pêşkêşkirin.

Axaftina destpêkê ji aliyê hevseroka Heyva Sor a Kurdî Hediye Ebdullah ve hat kirin. Her wiha bi zimanê Erebî ji aliyê berpirsê Nexweşxaneya nexweşiyên pençeşêr û telasimyayê Ehmed Hecî ve hat kirin.

Di axaftinê de hediye bal kişand ser nexweşxaneyan heyva sor her wiha nexweşî û piştgiriya wan jê re û wiha hate gotin:  “Beriya çend salan nexweşxaneya ji nexweşiya penceşêrê re nîn bû, ev bû du salin hatiya vekirin. Yekemîn nexweşxane di aliyê dermanan û kadroyan de ye. Bi kadro û doktorên pispor hatiye amadekirin. Ev yek ji bo hemû zarokên nexweş yên pençeşêrê û telasimyayê hat avakirin. Bi taybet di aliyê piskeolojîk de me atmosfereke pir xweş û guncaw avakiriye. Dema ku zarok bên ji bo dermankirinê, hîs bikin nehatine ji ber nexweş in lê ji bo ji xwe re bilîzin û wisa em wan bidin jibîrkirin.

Her wiha ji bo nexweşên ciwan jî em dibin alîkar. Ji ciwanên nexweş re di aliyê zanistî û xwendinê de dibin alîkar. Her kes dikare ji aliyê xwe de bibe bersiv. Ew alîkariya biçûk dikare bibe alîkariya herî mezin. Di dawiyê de em vê çalakiyê li zarok û hemû kesan pîroz dikin.”

Her wiha Doktor Amjed Elî û doktora Meryem Ehmed Li ser nexweşiya telasimyayê axivîn.

Di rêze bernameyê de kesên ku bi nexweşiya telasimyayê û di pêşengehê de beşdar bûne her wiha doktorên ku bûne alîkar û di nexweşxaneyê de kar dikin hatin xelatkirin. Di dawiyê de sinevizyon hat pêşkêşkirin û çalakî heyanî saet 9 ku ji bo alîkariya kesên hazir yên ku dixwazin alîkariya madî pêşkêş bikin berdewam kir.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.