Hêvî Keleş/ Qamişlo
Her sal di 20’ê Mijdarê de, cîhan Roja Mafê Zarokên a Cîhanî pîroz dike, roja Zarokan a Cîhanî ji cîhanê re girîngiya parastina zarokan û misogerkirina jîngehek ewledar ku dihêle her zarok bi rûmet mezin bibe û fêr bibe, tîne bîra mirov.
20’ê Mijdarê roja ku Civaka Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di sala 1959”an de Danezana Mafên Zarokan qebûl kir, piştre di sala 1989”an de Peymana Mafên Zarokan qebûl kir, ku yek ji girîngtirîn belgeyên navneteweyî ye ku bi parastina zarokan û misogerkirina mafên wan yên bingehîn ên jiyan, perwerde, lênêrîn, tenduristî û beşdarbûnê ve girêdayî ye. Di nav krîzên ku her ku diçe zêde dibin de, îro pêwîstiya lezgîn a xurtkirina mafên zarokan û aktîvkirina berpirsiyariya civakan li hember wan li seranserê cîhanê pir girîng e.
Ev peyman ku ji aliyê 193 wlatan ve hatiye îmzekirin, peymana navneteweyî ya herî berfireh ku heta niha ketiye meriyetê. Ew li ser bingeha mafê zarokan e ku di şert û mercên ewle û saxlem de bijîn. Neteweyên Yekbûyî her wiha Komîteyek li ser Mafên Zarokan ava kiriye da ku her pênc salan carekê pêşketinên welatan di warê mafên zarokan de û guhertinên ku ew di qanûnên xwe yên navxweyî de dikin, bişopîn e.
Li gelek deveran ev roj veguheriye neynika ku êşa zarok derdixe
Di vê roja ku pêwêste zarok tê de pîrozbahiyên roja xwe ya cîhanî bikin, li gelek deverên cîhanê zarok êşa birçîbûn, koçberî, şer ûbêmafbûnê dikşînin. Tevî hewldanên berfireh ên navneteweyî ji bo misogerkirina mafên zarokan, rastî hîn jî dûrî prensîbên ku ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve têne pêşniyar kirin. Li gorî raporên UNICEF-ê, zêdetirî 250 mîlyon zarok li deverên pevçûnên çekdarî dijîn, ku li wir ew bi bombebarankirin, koçberî û nebûna ewlehiyê re rû bi rû dimînin.
Gelek ji wan neçar in ku wekî leşkerên zarok beşdarî şeran bibin an jî di karê bi zorê de têne îstismarkirin, hinek din jî neçar in ku zû bizewicin an jî di torên bazirganiya mirovan de werin firotin. Di gel zêdebûna karîsetên xwezayî, pevçûn û krîzên aborî, hejmara zarokên ku ji mafê xwe yê perwerde, xwarin û lênêrîna tenduristiyê bêpar in roj bi roj zêde dibe.
Li Sûriye û Rojhilata Navîn, şerên dirêj û krîzên dubare bandorek kûr li ser jiyana zarokan kiriye. Bo nimûne, li Sûriyeyê, ajansên Neteweyên Yekbûyî destnîşan dikin ku zêdetirî pênc mîlyon zarok hewceyê alîkariya mirovî ya lezgîn in û bi sed hezaran zarok ji ber wêrankirina dibistanan an jî koçberiya berdewam ji mafê xwe yê perwerdehiyê bêpar mane. Gelek zarokên Sûrî li kampan di şert û mercên dijwar de dijîn, ji germkirin, xwarin û lênêrîna tenduristiyê bêpar in, hinek din jî ji ber şer û windahiyên bi salan, zexta psîkolojîk û şîdeta navmalî dikişînin. Rêjkeya zewaca zarokan li hin deverên koçberiyê zêde dibe û krîza mirovî hîn xirabtir dike.
Li deverên mayî yên Rojhilata Navîn, êş bi gelek awayan çêdibe, her çend sedemên wê ji hev cuda bin jî. Li Yemenê, zarok di nav xizanî, birçîbûn û nebûna lênêrîna tenduristiyê de çêdibin. Li Filistînê, zarok di bin tundûtûjiya berdewam de mezin dibin, ji mafên xwe yên ewlehî û perwerdeyê bêpar in. Li hin welatên din, xizanî, koçberî û cudakariya civakî zarokan ji mafên wan ên herî bingehîn ên nasname, netewe û lênêrînê bêpar dike.
Pêwîstiya parastina zarokan ji bo avakirina cîhanek dadmentir e
Ev hemû binpêkirin rasterast gefê li pêşeroja nifşên pêşerojê dixwin û pirsên cidî li ser pabendbûna cîhanê bi sozên xwe yên ji bo zarokan derdixin holê. Mafên zarokan ne qenciyek e ku ji hêla kesî ve tê dayîn, ew berpirsiyariyek mirovî û exlaqî ye ku divê bibe qanûnên berbiçav. Pêşkêşkirina perwerdehiyeke ewle, misogerkirina lênêrîna tenduristiyê û dabînkirina jîngeheke bê tundûtûjî ne slogan in ku carinan werin bilindkirin, lê erkên bingehîn in ku divê li ser erdê werin bicihanîn. Ji ber vê yekê, bangek dilsoz ji civaka navneteweyî, hikûmetan û rêxistinên mirovî re tê kirin ku hewldanên rastîn bidin da ku zarokan ji her cûre tundûtûjî û îstismarê biparêzin û ji bo avakirina cîhanek dadmendtir û mirovîtir bixebitin.
Pêşeroja mirovahiyê bi zarokan dest pê dike
Roja Zarokan a Cîhanî ne tenê boneyek sembolîk e, lê belê bangek cîhanî ye ji bo wijdanek zindî, ku ji me re tîne bîra xwe ku pêşeroja mirovahiyê bi zarok dest pê dike. Kenê her zarokekî serkeftinek li ser êşê ye, her dibistanek ku vedibe dîwarek li dijî nezanînê hatiye avakirin e, û her destê ku dirêj dibe da ku zarokekî birçî têr bike gavek ber bi cîhanekê ve ye ku heq dike ku jê re mirovahî were gotin.
Istismara di parastina zarokan de istismareke di pêşeroja mirovahiyê de ye û aştî û pêşkeftina domdar nayê bidestxistin dema ku bi mîlyonan zarok di nav deverên şer û pevçûnan de di tirs û mehrûmiyetê de dijîn.






