Hemza Sêvo/ Qamişlo
Ofîsa Têkiliyan a MSD’ê bi navê ‘Rewşa Siyasî ya Niha û Rola Hevpeymanan di Rizgarkirina Sûriyeyê de’ li Hola Zana ya bajarê Qamişlo panêlek li dar xist.
Bi armanca nîqaşkirina rewşa siyasî ya heyî li Rojava û Sûriyê Ofîsa Têkiliyan a MSD’ê li kantona Cizîrê panêlek li Hola Zana li dar xist.
Panêl ji aliyê hevserokê Ofîsa Têkiliyan A MSD’ê li kantona Cizîrê Hisên Ezam, hevseroka Partiya Nûjen Heyfaa Mehmûd hate birêvebirin, herwiha partiyên siyasî, nûnerên rêxistin û tevgerên jinan, nûnerên Rêveberiya Xweser, TEV-DEM, yekîtiyên rewşenbîrî û kesayetên serbixwe tevlî panêlê bûn.
Di serî de hemû kesên amade tevlî xuleka rêzgirtinê ji şehîdan re, bûn.
Piştre hevserokê MSD’ê Mehmûd Muslit wiha axivî: “Civandina me bi navê hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz e û nîşana hevgirtin û serkeftinê ye. Em li seransrî Sûriyê hewcedarî serkeftinê ne, serkeftin jî bi yekîtiyê pêk tê. Em weke pêkhateyên vê herêmê, yek in, lê nameya me ya ji bo pêkanîna serkeftinê ji gelênx hundir, başûr û rojavayê Sûriyê re ye. Herwiha em ji tevahiya hêzên navnetewî yên ku destwerdanê di Sûriyê de dikin ew e ku bila bibin hevkarên pêkanîna yekîtiya gelên Sûriyê.”
Herwiha berpirsê Ofîsa Têkiliyên giştî yên MSD’ê, Mihemed Hesen Elî wiha got: “Di dema heyî de em di pêvajoyeke girîng û hestiyar re derbas dibin, hemû partî, rêxistin, sazî û kes dibin berpirsiyar. Pêvajoya nû, ne tenê li Sûriyê pêk tê, Rojhilata Navîn bi giştî di nav de ye. Du rê li pêşiya gelên Sûriyê mane, yan diyalog û pêkanîna nenavendiyê yan jî şer û tevlîhevî. Di hevdîtinên me yên dawîn de. hêzên navnetewî weke Birîtaniya, Emerîka û Ferensa dan diyarkirin ku wan ramana pêkanîna nenavendbûnê pêşkêşî Ehmed Şeri kirin, Şeri jî bi rengekî erênî bi vê yekê re nerîna xwe da. Ev yek jî bi saya berxwedana pêkhateyên Sûriyê û hêzên siyasî ye. Pêkhateyên Sûryê yekbûyîna xwe di konferansê Hesekê de dan nîşandan, ew jî xwedî roleke girîng bû di guhertina dengeyên siyasî yên Sûriyê de.”
Herî dawî gengeşe û nîqaş di navbera rêveberên panêlê û kesên amade hatin kirin. Mijara nîqaşê jî li ser rewşa siyasî û geşedanên ku li herêmê û bi taybet li Sûriyê, sîstema guncav ji bo rêvebirina Sûriyê, çarçoveya peyman û danûstandinên di navbera hikumeta veguhêz û Rêveberiya Xweser de û hwd… bû.





