Dîlan Mulhim\Qamişlo
Cîgerê hevserokê Şaredariya bajarê Qamişlo Mesûd Yûsiv diyar kir ku wan bi hemhengiya desteya jîngehê û Darîreya Tirafîkê dest bi kampaniya paqjikirin û sererastkirina Çerxeriya Zorê a bajarê Qamişlo kirin e.
Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo ev çend rojin dest bi kampaniya paqijkirin, xemland û sererastkirina Çerxeriya Zorê a bajarê Qamişlo kirî ye. Di heman demê de, ev kampaniya ji aliyê Şaredariya bajarê Qamişlo, Desteya Jîngehê û Daireya Tirafîkê berdewam dike û ne diyar e ku wê kengî bi dawî bibe .Di derbarê mijarê de cîgerê Hevserokê Şaredariya bajarê Qamişlo Mesûd Yûsiv ji Rojnameya me re axivî.

Armanca ji vê kampaniyê sererastkirin Çerxeriya Zorê ye
Meshûd Yûsiv anî ziman ku paqijkirin û xemilandina bajar erkê her kesî ye, pêwîst e ku her kes xwedî li vî karî derkeve û wiha got: “Ev çend rojin ku me dest bi paqijkirina çerxeriya Zorê a bajarê Qamişlo kirî ye, çerxeriya Zorê dikeve li ser riya M4 a navnetewî. Herwiha ev rê sereke di navbera Qamişlo, Hesekê û bajarên din. Ev çerxerê pir kevin e, di dema rêjîma Baas de bibû cihekî leşkerî. Rêjîmê ev çerxerê ji hev parçekirinbû û di encamê de şînatiyên li hewîrdorê çerxeriyê bi tevhî hişk bûn.
Armanca ji vê kampaniyê sererastkirin Çerxeriya Zorê ye, di heman demê de xweşikbûn û xemilandina bajêr e. Wê bi riya vê kampaniyayê çerxeriya Zorê û ya li ser riya hîzamê were serastkirin, lewma wê ev rê bibe riya sereke ya çûn û hatinê.”
Kampanî berdewam e
Meshûd Yûsiv axaftina xwe wiha berdeewam kir û got: “Piştî ku rêjîma Baas hate hilweşandin rê hatin vekirin. Çi kesê ku ji derveyî bajarê Qamişlo derbasî bajêr bibe, dikare ku di wê riya ku were sereraskirin derbas bibe. Sererastkirina elektirîk, rexrê û çerxeriyê di demên pêş de wê berdewamiya vê kampiyayê bin.”
‘Em bi hêvî ne ku ev rê bibe riyeke sereke a çûn û hatinê ya bajarê Qamişlo’
Cîgerê Hevserokê Şaredariya bajarê Qamişlo Mesûd Yûsiv axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gelê me dikare di werzê havînê de ji bo bêhinvedanê berê xwe bidê. Herwiha li wê riya daristanek heye û em ji nû ve wê daristanê dixemilînin, di dema nêzê de wê ev daristan were xemildanin û wê bibe cihê seyrangehê. Em bi hêvî ne ku ev rê bibe riyeke sereke a çûn û hatinê ya bajarê Qamişlo.”







