Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Îlham Ehmed: Li Sûriyeyê, pêwîstî bi guhertina zihniyeta desthilatdariyê heye

19/11/2025
in NÛÇE
A A
Îlham Ehmed: Li Sûriyeyê, pêwîstî bi guhertina zihniyeta desthilatdariyê heye
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûça

Hevseroka Daîreya Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed di Foruma MEPS’ê de got: “Xala herî giring ya ji bo avakirina aştiya civakî û jiyana hevbeş li Sûriyeyê, guhertina zihniyeta desthilatdariyê, qebûlkirina mafên gelan û avakirina rêveberiyek nenavendî ye.”

Hevseroka Daîreya Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed di Forûma Aştî û Ewlekariyê ya Rojhilata Navîn (MEPS) de axivî.

‘Pirsgirêka Sûriyê ji nûve bê çareserkirin’

Îlham Ehmed got: “Mijara aştiyê li Rojhilata Navîn mijarek bingehîne ku li ser çend prensîban hatiye avakirin. Yek ji wan jî zihniyete ku divê li ser bingeha xurtkirina aştiyê ji nû ve were şekildan û çareser jî rêveberiya ne navendî ye. Xalek din ku di avakirina aştiyê de rolek giring dileyîze, mijara naskirina mafên gelan û pêkhateyane. Di nav wan de mafên gelê Kurd jî hene ku di dema rejîma berê ya Bees’ê de hatine binpêkirin. Niha em tekezî dikin ku divê ev pirsgirêk di Sûriyeya nû de were çareserkirin.”

`Pirsgirêka jinan yek ji xalên bingehîne`

Di dewama axaftina xwe de Îlham Ehmed qala mijara jin kir û wiha axivî: “Pirsgirêka jinan yek ji xalên bingehîne ku ger neyê çareserkirin, pirsgirêka aştiyê jî çareser nabe. Ji ber ku pirsgirêka jinan bandorek raste rast li ser pirsgirêka aştiya civakî dike ku dê bibe bingeha aştiya siyasî û jiyana hevbeş. Divê ev pirsgirêk bi destûr û yasayê were çareserkirin ku ev jî bi şêwazê ne navendîbûnê dibe.”

`Li Sûriyê di navbera gelan de dem  dema aştiyê ye`

Îlham Ehmed destnîşan kir ku Şam weke navendek ya biryardanê nikare desthilatdarî li ser her herêma Sûriyeyê bike û wiha domand: “Pêkhate, baweriyên cuda û mijara jinê li welat bi dîktatorî û yekzimanê çareser nabe. Ger neyê çareserkirin jî dibe sedema derketina şer û pevçûnan. Li Sûriyeyê gelek xwîn hatiye rijandin û şer civaka gelên Sûriyeyê lewaz kiriye. Ji ber vê yekê dem dema aştiya di navbera gelan de û têgihiştina di navbera pêkhateyên cuda deye.”

Dewleta Sûriyeyê berhema peymana Sykes-Picote

Hevseroka Daîreya Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed diyar kir ku dewleta Sûriyeyê berhema peymana Sykes-Picote û pirsgirêkên ku wan behskirîn hemû bê çareserî mane. Îlham Ehmed bi vê girêdayî got: “Em di wê baweriyê dene ku ev pirsgirêkên mayî bûne sedema pevçûnên li Sûriyeyê û herêmên din ên Rojhilata Navîn. Ev desthilata nû ya li Şamê îdîa dike ku van pirsgirêkên giring çareser dike. Lê em bawer dikin ku ewê nekarin bi vî rengê dîktatorî pirsgirêkan çareser bikin. Hem rexne hem jî şîroveyên me li ser tedbîrên wan hene ku wan heta niha anîne ziman. Di heman demê de em bi wan re di nava diyalogê dene. Ji ber ku em bawer dikin ku dem dema diyalog û aştiyê ye.”

Di dawiyê de Îlham Ehmed tekezî kir ku aştiyek jin tê de beşdar nebûyî, nikare bibe aştiyek mayîn de.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.