Navenda Nûçeyan
Fermandarê giştî yê QSDˊê Mazlûm Ebdî di Foruma Aştî û Ewlekariyê ya Rojhilata Navîn – MEPS 2025ˊan de got diyalog, rêya yekane ya bidawîkirina kirîza Sûriyê û pêvajoya ku Rêber Abdullah Ocalan daye destpêkirin e.
Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî di Foruma Aştî û Ewlekariyê ya Rojhilata Navîn-MEPS 2025ˊan a li Dihokê de got Sûriye gihaşt qonaxekê ku êdî cihê şer lê nîn e û diyalog rêya yekane ya bidawîkirina şer e.
‘Peymana 10ˊê Adarê rê li ber parçebûn û şerê navxweyî girt’
Ebdî aşkera kir ku peymana 10ˊê Adarê rê li ber hewlên parçekirina Sûriyê û rûdana şerê navxweyî girt û wiha anî ziman: “Nebûna diyalogê yek ji sedemên hilweşîna rejîma Baasê bû û got QSD û Rêveberiya Xweser rojekê jî şer hilnebijart, lê li ser wan hat ferzkirin, pêdiviya Sûriyê ya îro bi şer pêk nayê, lê bi rêya dan û standinên neteweyî yên berfireh pêk tê. Pêvajoya diyaloga heyî rûbirûyî astengiyên mezin e, wekî nebûna baweriyê di nava her du aliyan de, berdewama xeteriyên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, tedbîrên hikumetê yên dûrxistina aliyên cuda, pêkneanîna mijara vegera koçberan li warên xwe mîna koçberên Efrînê.”
‘Em xetereyê li ser tu aliyan çênakin’
Ebdî destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser û QSDˊê bi hemû saziyên xwe tu xetereyekê li ser tu aliyekî çênakin û peyamek da dewleta Tirk û got: “Em ji cîranê xwe Tirkiyê dixwazin ku saziyên me yên leşkerî, rêveberî û ewlehî li ser xwe gef nebîne. Ev saziyên aştî û ewlehiyê ne. Civaka navneteweyî “derfeteke nû ya diyalogê” dide Sûriyê, Rêveberiya Xweser jî ji bo serxistina vê derfetê amade ye rola xwe pêk bîne.”
‘Pêvajoya aştiyê derfeteke ji bo Rojhilata Navîn’
Mezlûm Ebdî li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji hêla Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye bipêşxistin jî wiha got: “Pêvajoya aştiyê ya ku ji hêla Rêber Apo ve li Îmraliyê hatiye destpêkirin ne tenê ji bo Tirkiyê, ji bo tevahiya Rojhilata Navîn derfetek e. Em piştgiriyê didin vê pêvajoyê.”
‘Xebat ji bo Peymana 10’ê didome’
Têkildarî rêveçûna danûstandinên peymana 10ˊê Adarê, Ebdî got wiha got: “Li gel giraniya rêveçûnê lê xebat hîna didome, di dosyayên leşkerî û ewlehiyê de pêşketinên mezin çêbûn, tenê “hûrgiliyên dawîn” mane ku bi fermî werin ragihandin û her du alî îmze bikin. Vîna siyasî ya bicihanîna peymana 10ˊê Adarê bi ser bikeve, Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî vê vînê ye û ji hikumeta veguhêz a Sûriyê xwest gavan biavêje. Dosyayên girêdayî rêvebirinê û şêweya wê, hîna tên nîqaşkirin. Sûriye wekî berê nabe û pergala wê nabe navendî.”





